Gotûbêja wêneyî:Mîrnişînênkurd.png

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav... gelek spas ji bo vê nexşeya balkêş. Dema çêkirinê te kîjan çavkanî bi kar anîne? Serkeftin --MikaelF 06:49, 22 avrêl 2011 (UTC)

di derbarê çavkaniyan de[çavkaniyê biguhêre]

Heval ez dizanim dema wêne tê barkirin lîsans û tiştên din tên xwestin. Lê ez nizanim ev tişt çawa li ser wêne tên zêde kirin. Divê em hin girêdanan binivîsin an jî bes navê çavkaniyan binivîsin? Ger tenê girêdan hewcebin dibe ku min ne tenê ji çavkaniyeke înternetê sûd wergirtibê. Bi kurtasî ez dixwazim bibêjim. Gelek kêmasî di derbarê nexşeyên dîroka Kurdan de hene. An nexşe nînin an jî ji aliyê hin kesan ve û ne spesifîk hatine çêkirin. Min ev nexşe çêkir ez nabêjim ji sedî sed tixub rastin lê ji bo çêkirinê min li bi-dehan çavkaniyan nêrî. Min ne ji serê xwe navê bajaran û cihên wan nivîsîn.Heta ji min hat min ji bo her bajarekî (nav û kordînatên erdnîgarî) li gelek nexşe û nivîsan nêrî. Ji ber ku ez dixwazim bêhtir nexşeyan li ser bingehekê ava bikim.Lewma ez li ser kordînatên bajaran pir mijul bûm lê dîsa dibêjim ez nikarim bêjim ji sedî sed serast çêbû ji ber ku çavkaniyên li ser înternetê jî ne serast (%100) in. Her wiha dixwazim bêjim , navê deran (bajar, gund , dewlet hwd.) mîna standart hatine guhertin.Ez bawernakim ku ev nav ji sedî sed rast in. Lê ger ne şaş bim ev hêza te heye ku navê nivîsan biguherî. Gelo tu li gorî xwe rast dikî an jî li gorî hin nivîskar,zimanzan û TV yan diguherî? Ev peyama bêîmze ya Gomada (gotûbêjbeşdarî) ye.

Silav hevalo tu çawan î? Min nexwest li çêkirina nexşeya te rexne bikim, tu rast dibêjî kêmasiyên mezin hene di warê çêkirina nexşeyên dîrokî yên Kurdistanê de û te karekî qenc çêkir. Derheqê çavkaniyan de mînakeke baş ev e: http://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AAne:Red_kurdistan_1923_1929.png
Bi ya min yek ji kêmasiyên herî mezin ên Wîkîpediya me ev e, nebûna çavkaniyê. Ez bi tenê li gorî xwe rast nakim; cem min pirtûkxaneya kurdî heye, ji ber sererastkirina zimên ez berhemên akademiya me bi kar tînim, yanê berhemên înstîtuyên me wek Enstîtuya Kurdî ya Amedê û ya Stenbolê. Heke nivîskarên me bala xwe bidabin van berheman, ev funksiyona min a sererastkirinê pûç bikiriba...
Bila ev kitêbên zimanzanên înstîtuyên kurdî bibin bingeha zimanê Wîkîpediya kurdî:
Emir Djeladet Bedir Khan (Mîr Celadet Bedirxan) & Roger Lescot (1991). Grammaire Kurde (bi tirkî jî heye); Azad Zal (2009). Zimanê Kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Amedê; Samî Tan (2005). Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (bi erebî jî derket); Zana Farqînî (2004/2010). Ferhenga Kurdî-Tirkî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
Mandî nebî û serkevtin --MikaelF 08:02, 25 avrêl 2011 (UTC)
Pirtûkeke balkêş li ser nexşe û sînorê Kurdistanê ev e: Ebdulla Xefor (1997). Sinûrî Kurdistan, Stokholm, Swêd.