Guanche
Mûmiyeke guanche, li muzexaneya Santa Cruzê, li Tenerifeyê.

Nimûneyeke kevirtiraşiya guanche li şikefta Belmacoyê.
Guanche (wekî gwançe bixwîne) gelekî resen ê Giravên Qenariyê bû. Di sedsala 15'an de artêşa Kastîlyayê giravên Qenariyê dagir kirine û şer di navbera spanyol û guancheyan de çêbûye. Di vî şerî de leşkeriya guanche şikest û di encam de hêdî hêdî ev gel ji ber şer û nexweşiyan winda dibû. Roja îro ji ziman û çanda guancheyan qet namîne û li ser dîroka vî gelî kêm tê zanîn.
Li gorî hin çavkaniyan dîna guanche pirxwedêyî bû. Çendîn ji yezdanên wan ev bûn: Achamán (yezdan), Magec (Roj), Chaxiraxi (xwedawenda sereke), Guayota (şeytan).[1]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ Leyendas Aborígenes Canarias, ji orîjînalê di 24 gulan 2010 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2 îlon 2012
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Guanche de hene