Here naverokê

Guh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhê mirov ji sê beşên serkî, guhê derve, guhê naverast û guhê navî pêk tê

Guh endamê bihîstin û parastina hevsengiyê ye. Guhê mirov ji sê beşên serkî pêk tê; guhê derve, guhê naverast û guhê navî. Guhê derve pêlên dengan berhev dike û ber bi guhê naverast dişîne. Ji vîr jî ber bi guhê navî tê şandin. Li guhê navî enerjiya pêlê dengan tên veguherandin bo demareragihandin û bi navbeynkariya demarên bihîstinê ber bi beşa bihîstinê ya tûkila mejî ve tê guhêztin.

Pêkhateya guhê mirov

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Guhê derve

Guhê derve ji perrê guh û coga bihîstinê (coga guh) pêk tê. Karê serekî yê guhe derve, wergirtina dengan e. Perrên guh pêkhateyên kirkiragî ne, rûyê wan biçal û mirtik e. Kevaneyên li ser perrên guh dişibe tîpa C yê, pêlên dengê yên ji hawirdorê, ber bi coga bihîstinê bi alîkariya van kevanan tê arastekirin[1]. Coga bihîstinê ji perrê guh dirêjî perdeya guh dibe. Dirêjiya coga guhê (coga bihîstinê) bi qasî 2,5 cm e[2]. Perdeya guh, guhê derve ji guhê naverast cuda dike. Perdeya guh bi şêweyî hêlkeyî ye û ber bi aliyê guhê naverast ve piçek qoqiz e. Deng û hewaya nav coga bihîstinê, li ser perdeya guh zext dikin û perdeya guh dilerizînin[3]

 Gotara bingehîn: Guhê naverast

Guhê naverast bi eslê xwe kelên e di navbera perdeya guh [4]û lûlpeçê de. Guhê naverast ji hestikên bihîstinê, masûlkeyên bihîstinê û coga ostakî pêk tê. Li guhê naverast sê hestiyên pir hûrik hene. Dirêjiya her hestiyek ji santîmek kintir e. Ji van hestiyan re hestîkên bihîstinê[4] tê gotin. Hestîk ji perdeya guh, li pêy hev dirêjî kuna hêlkeyî dibin. Navê hestîkên bihîstinê çekûç, dezgeh û zengû ye. Hestîkên bihîstinê li gor şeweyî xwe hatinê navkirin[2]. Hestîkên bihîstinê hêza pêlê dengan berztir dike û ber bi guhê navî dişîne. Guhê naverast bi nevbaynkariya cogek, bi gewrî ve girêdayî ye. Navê vê cogê, coga ostakî ye, dirêjiya wê bi qasî 4 cm ye[2]. Bi navbeynkariya coga ostakî hewa ji gewrî diçe heta kelêna guhê naverast. Pelên dengê yên ji aliyê guhê derve, li ser perdeya guhê de dibin sedema çêbûna pestoyê. Coga ostakî ji aliyê hundir ve hewayê ji gewrî ber bi pişta perdeya guh dişîne û bandora pestoya ser perdeyê kêm dike. Bi eslê xwe pesto kêm nabe lê li herdu alî de pestoyên bi heman hêzê hevdu hevseng dikin[5].

 Gotara bingehîn: Guhê navî

Guhê navî endamên bihîstinê û hevsengiyê lixwe digire. Guhê navî, ji sê beşên serekî pêk tê[2],

1.dalan ( bi îngilîzî: vestibule)

2.cogên kevaneyî (bi îngilîzî: semicircular canals)

3.lûlpêç (bi îngilîzî: cochlea)

Dalan beşa herî nezikê guhê naverast e. Li ser dîwarê aliyê guhê naverast a dalanê de, kuna hêlkeyî û kuna bazinî cih digire. Dalan du kîsikok lixwe digire, navê van kîsokan utrîkil û sekul e. Herdu kîsikok ji bo parastina hevsengiya laş kar dikin. Cogên kevaneyî ji sê lûleyên bi şeweyî kevan pêk tê. Devê cogan vedibe nav dalanê. Hersê cog wisa cih bûne ko, livîna kiloxê ya bo her alî hest dikin. Parastina hevsengî erkê cogên kevaneyî ye. Erkê lûlpêçê nasîna dengan e. Endamê hestê bihîstinê, endamê Corti (bilêvkirin: kortî) di lûlpêçê de cih digire. Şeweyî lûlpeçê dişibe qalikê şeytanokê.

Endamê Cortî mîkanîkewergirên ji bo nasîna dengan lixwe digire.
 Gotara bingehîn: Bihîstin

Bi navbeynkariya guh, veguherandina pêla dengê bo demareragihandinê wekî bihîstin tê navkirin[1].

Pêvajoya bihîstinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Wergirtina pêlên dengê

2. Veguherandina enerjiya pêlên dengê bo erkê kar

3. Gihandina pêlên dengê bo demax

4. Di tûkila mejî de şîrovekirina pêlên dengê û têgihîştina bihîstinê.

Perrê guh pêlên dengan ber bi coga bihîstinê araste dike. Li dawiya coga bihîstinê de perdeya guh heye. Pêlên deng gava rastê perdeya guh tên, dibin sedema lerizîna perdeyê. Hestîkên bihîstinê bi perdeya guh ve girêdayî ne, loma leriza perdeyê di heman demê de hestikên bihîstinê jî dilerizîne. Ji zengû leriza pêlên deng digihîjin ser kuna hêlkeyî. Lerizên hestîkên bihîstinê kuna hêlkeyî ber bi aliyê navî pal dide, kuna hêlkeyî jî şileya nav coga naverastê tehn dide, şile cih diguherîne[6]. Bi vî awayê leriza pêlên dengê tên veguherandin bo pêlên pestoya şileyê[3]. Pêlên pestoyê li guhê navî, di kuna hêlkeyî de dest pê dike û di nav şileya perîlîmfê ya coga serî (dalanî) de pêl bi pêl pêş ve diçe[7]. Di vê gavê de perdeya dalanî jî ji ber pestoyê dilerize. Leriza perdeyê dibe sedama çêbûna pêlên pestoyê di nav şileya endolîmfê ya coga naverastê. Pêlên pestoyê perdeya binî ya coga naverastê dilivîne. Li ser perdeya binî de endamê Corti heye. Endamê Corti hestewergirên mîkanîkî yen ji bo wergirtina deng lixwe digire. Ji ber livîna perdeya binî, kûlkên mûxaneyên endamê Corti ditewin(diçemin). Bi tewîna kûlkan, mûxane demareguhêzer der dide, demareguhêzer di demearexaneyên bihîstinê de erke kar didin destpêkirin[8] .Bi vî awayê pelên dengê tên veguherandin bo demareragihandinê. Demareragihandin bi demarên bihîstinê ber bi talamusê ve tê guhêztin. Piştî tekuzkirinê, demareragihandin tê şandin ji bo beşa bihîstinê ya tûkila mejî. Şîrovekirin û têgihîştina deng di pila cênikê (cênikepil) ya mejî de rû dide[9].

Diyarkirina hêla dengê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava dengek tê guhê mirov, mirov dikare bi du rêbazê bingehîn hêla çavkaniya dengê diyar bike[10].

Heke çavkaniya deng rasterast li pêşî an jî li paşiya mirov be, durahiya çavkaniya deng ji bo herdu guh yeksan e. Loma deng di heman demê de digihîje guhan. Lê heke çavkaniya deng li aliyê çepê an jî rastê be, vê gavê guhek nezîkê çavkaniya deng dibe, guhê din piçek dûrê çavkaniyê dimîne. Wekî mînak, heke çavkaniya deng nezîkê guhê rastê be, deng berê digihîje guhê rastê, paşê digihîje guhê çepê. Derengketina wergirtina deng, ji aliyê mejî ve ji bo diyarkirina hêla dengê tê bikaranîn[10]. Heke deng ji aliyê rastê an jî çepê were, tundiya dengê ji bo herdu guhan yeksan nabe. Wekî mînak, heke çavkaniya deng li aliyê rastê be û tundiya wî jî 80 desîbel be, deng berê digihîje guhê rastê. Di navbera guhê rastê û ê çepê de serê mirov heye, pêlên dengê gava rastê serî tên, serî wekî mîna berbestek, rê li ber pêlên dengê digire, loma tevahiya deng derbasî aliyê çepê nabe, tundiya deng kêm dibe[11].Cudahiya navbera tundiya deng ji bo diyarkirina çavkaniya deng tê bikaranîn.

 Gotara bingehîn: Hevsengî

Li gel erkê nasîna dengan, parastina hevsengiya laş jî bi alîkariya guhê navî pêk tê. Bi alîkariya hestê hevsengiyê, mirov dikare li ser lingê xwe bisekine û li erdê nekeve. Ango hestê hevsengiyê laşê mirov ji xeteriyê diparêze, karên rojenê yê mirov hêsantir dike. Hevsengiya laş bi hevkariya mejîk, guhê navî, çav û masûlkeyên peykerê tê parastin[12]. Di guhê navî de pênc pêkhate berpirsiyar in ji bo dabînkirin û parastina hevsengiya laş, evana sê cogên kevaneyî û du kîsikok in. Di her guhekî mirov de sê cogên kevaneyî heye. Cogên kevaneyî pêkhateyên lûleyî ne, li ser dalanê de wisa cih bûne ko di navbera her yekê de goşeya 90 pile heye. Cogên kevaneyî li gor cihê (pozîsyon) xwe tên navkirin[13]. Livîna serî ji aliyê cogên kevaneyî ve tê hestkirin.

1. coga pêşî (coga jorî)

2. coga paşî

Di nav ampulên hersê cogên kevaneyî de pêkhateyek bi navê kupul (cupula) heye, kûlkên mûxaneyên hestê hevsengiyî di nav kupulê de cih digirin

3. coga asoyî (coga teniştê)

Her yek ji cogên kevaneyî ji kîsikê utrikilê dest pê dike û disa li utrikilê dawî dibe. Ji herdu seriyên lûleya her cogê, seriyek teng e, ya din li nezikê qulika utrikilê piçek fire û werimî ye. Ev beşa fire ya coga kevaniyê wekî ampul (ampulla) tê navkirin[14]. Li nav ampulê de hestewergirên hevsengî yê coga kevaneyî heye[13]. Di nav ampulên hersê cogên kevaneyî de pêkhateyek bi navê kupul (cupula) heye, kûlkên mûxaneyên hestê hevsengiyî di nav kupulê de cih digirin[15].Livîna goşeyî (bi îngilîzî: angular motion) ya serî a ber bi jor û jêr, pêş û paş, çep û rast ji aliyê hersê cogên kevaneyî ve tê hestkirin.

Dalan du kîsikok lixwe digire navê van kîsikokan utrîkil û sekul. Di nav van kîsikokan de mûxane hene, cihê (pozîsyon) serî ji aliyê van herdu kisikokan ve tê hestkirin. Hestewergirên van herdu kîsokokan ji bo hestkirina tawdana hêllî (bi îngilîzî: linear acceleration) ye[15]. Di nav utrîkil û sekulê de pêkhateyek heye bi navê makul (macula). Makul li gel xaneyên din mûxaneyan ji lixwe digire. Makul bi perdeyek nermokî dapoşî ye. Navê vê perdeyê, perdeya otolîtî e.Serê kûlkên mûxaneyan di nav perdeya otolîtî de dirêjkî ye. Perdeya otolîtî belûrên kalsiyuma karbonat (CaCO3) lixwe digire. Hêza erdkêşê bandor li ser pirtikên kalsiyuma karbonatê (kevirên guh) dike.

Rêbaza rêkxistina hevsengiya laş

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gava mîrov dilive di heman demê de serê mirov jî dilive an jî pozîsyona serî diguhere. Livîana serî dibe sedama livîna şileya endolîmfê ya cogên kevaneyî, utrîkil û sekulê[16]. Endolîmf jî mûxaneyan ditewîne. Tewîna mûxaneyan hestewergirên mîkanîkî yên li ser parzûna mûxaneyan çalak dike û erkê kar dide destpêkirin. Bi erkê kar demareragihandin ji mûxaneyan tê guhêztin bo demarên hevsengiyê (demarên dalanî). Bi navbeynkariya demarên hevsengiyê demareragihandin digihîje lakêşemoxê, ji wir jî tê şandin bo mejîkê[13]. Mejîk li gel guhê navî, ji çav, masûlke û gehan jî demareragihandin werdigire. Mejîk hemû ragihandinan rêk dixe, tekûz dike, paşê dişîne tûkila mejî, masûlke û gehan. Bi vî awayê heke pozisyona laş de guherîn hebe, bi alîkariya masûlke û gehan ji bo pozîsyona nû ya laş hevsengî tê avakarin.

  1. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  4. ^ a b KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 3.
  5. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  6. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  7. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  8. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  9. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  11. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Sound localization [1]
  12. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  13. ^ a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  14. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  15. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  16. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.