Guhaztina oksîjenê di nav xwînê de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Oksîjen di pişikan de derbasî nav xwînê dibe û di nav xwînê de tê guhaztin ji bo hemû xaneyên laş. Bi henasewergirtinê oksîjen ji dîwarê sikildanokan û yê mûlûleyên xwînê derbas dibe û dikeve nav xwînê. Piraniya oksîjenê tê guhaztin bi şeweyî oksîhemoglobînê, hinek jî bi şeweyî tiwawe li plazmayê de tê guhaztin. %1,5ê oksîjenê di nav plazmaya xwînê de dihele û bi navbeynkariya plazmayê tê guhaztin. %98,5ê oksîjnê xwe bi hemoglobînê ve girê dide û bi vî awayê di nav xwînê de tê guhaztin[1].

Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn (HbO2) tê bi navkirin[2]. Hemoglobîna kêmoksîjenî jî wekî deoksîhemoglobîn bi nav dibe.

Pêkhateya hemoglobînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemoglobîn ji çar zîncîrê polîpeptîd pêk tê

Di xirokên sor ên mirov û piraniya ajalan de ji bo pîgmenta henasedanê hemoglobîn heye. Hemoglobîn proteînek gogî ye ji çar zincîrên polîpeptîdê pêk tê. Li ser her zincîrekî polîpeptîdê de komeleya hemê heye. Her komeleyek hemê atomek(gerdile) hesin lixwe digire. Ango li ser molekulek(gerd) hemoglobînê, çar atomên hesin heye[3]. Her hesinek dikare molekulek oksîjenê li xwe girê bide, bi tevahî çar molekul oksîjen bi molekulek hemoglobînê ve girêdan çêdike[4]. Gava oksîjena yekem xwe bi hesinê hemoglobînê ve girê dide, hemoglobîn teşeya xwe diguherîne ji bo hêsankirina girêdana oksîjena duyem, sêyem û çaremê[4].

Têrbûniya hemoglobînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemoglobîna ko çar gerdê oksîjenê li xwe girêdayî ye êdî wekî hemoglobîna terbûyî tê bi navkirin. Ji bo tevahiya xwînê, rêjeya komeleyên hemê yên bi oksîjenê ve girêdayî wekî têrbûniya hemoglobînê bi nav dibe. Gava em dibêjin “rêjeya terbûniya hemoglobînê %100 e”, mabest bi vî gotinê ev ko hemû komeleyên hemê yên li ser her xêrokek sor de bi oksîjenê girêdayî ye.

Ji bo mirovê tendurist, terbûniya hemoglobînê ya asayî % 95 heta 99 e. Di laşê mirovê tendurîst de ji bo her mîlîlîtreyek xwînê, 0.2 mîlîlître oksîjen di nav hemoglobînê de tê guhaztin[5]. Hemoglobîna bi oksîjenê têrbûyî, rengê xwînê sor dike, xwîna kêmoksîjenî bi rengê şînokî-binefşî ye[6]. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê, girêdanek sist û demkî ye. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê di pişikan de ,di nav xwîna mûlûleyên derdora sikildanokên hewayê de rû dide. Herwisa di hêla henasedana navî de, di nav xwîna mûlûleyên xwînê yên di kotahiya xwînberokan de, oksîjen ji hemoglobînê diqete û ji xwînê derbasî nav xaneyên laş dibe.

Kapasîteya guhaztina hemoglobînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kapasîteya guhaztina oksîjenê ya hemoglobînê, mêjera guhaztina oksîjenê ya nav xwînê de diyar dike. Hin faktor hene ko bandor li ser yekgirtin an jî têkşikestina oksîjenê û hemoglobînê (oksîhemoglobîn) dikin. Ango terbûniya hemoglobînê ya bi oksîjenê guhêrbar e, loma hemoglobîn di nav xwînê de her carê heman mîktar oksîjenê naguhazîne. Wekî mînak, pestoya qismî ya oksîjenê, rêjeya pHa xwînê, germahiya hawirdorê, asta rêjeya karbona dîoksîda hawîrdorê û hin nexweşî bandor li ser têrbûniya hemoglobînê dike. Ev bandor bi du awayê rû dide, an girêdana oksîjenê bi hemoglobînê ve hesantir dike an jî oksîjenê ji hemoglobînê vediqetîne. Di nav xwînê de kêmbûna xestiya oksîjenê, daketina rêjeya pHê an jî zêdebûna germahiyê laş ji hev cudabûna hemoglobîn û oksîjenê han dike[1].

Gaz ji hêla pestoya qismî ya bilind ber bi hêla pestoya nizim ve belavbûne dibe. Loma gava pestoya qismî ya oksîjenê bilind be, hê pirtir oksîjen bi hemoglobînê ve tê girêdan[4].

Gava di nav xwînê de rêjeya karbona dîoksîdê zêde dibe, CO2 bi avê re dikeve nav reaksiyonê û asîda karbonî peyda dibe. Di heman demê de asîda karbonî jî hildiweşe bo îyonên bîkarbonatî(HCO3-) û îyonên hîdrojenê (H+). Ji ber hebûna H+ê, rêjeya pHa xwînê dadikeve. Ev rewş meyla hemoglobînê ya ji bo girêdana bi oksîjenê ve kêm dike[3]. Loma pêdivî ji bo xestiyek hê bilintir a oksîjenê çêdibe ko bi hemoglobînê ve bê girêdan û hemoglobîn bi oksîjenê têr bibe.

Ji ber çalakiya masûlkeyan, zêdebûna germahiya laş jî meyla hemoglobînê ya girêdana bi oksîjenê kêm dike.

Nexweşiyek bomaweyî heye bi navê kêmxwîniya xaneya dasî (bi îngilîzî: sickle cell anemia) şeweya xirokên sor ên kesê bi wê nexweşiyê, glover nîn e lê bi şêweya dasê ye. Ji ber şêweya xaneyên xwînê, mêjera hemoglobîna xirokên sor ên dasî ji ya xirokên sor ên asayî kêmtir e. Loma di nav xwîna kesên bi nexweşiya kêmxwîniya dasî de bi têra xwe oksîjen nayê guhaztin. Herwisa nexweşiya bi navê talasemiya (bi îngilîzî: thalassemia) jî dibe sedema kêmguhaztina oksîjenê di nav xwînê de.

Hemû oksîjena di nav xwînê de tê guhaztin, ji xwînê derbasî nav xane û şaneyên laş nabe. Mêjera pêdiviya xaneyan a bi oksîjenê li gor çalakiyên xaneyan tê rêkxistin. Xaneyên ko pêdiviya wan bi zêdetir enerjiyê heye, ji xwînê hê pirtir oksîjen digirin. Dema bêhnvedanê de xwîna nav xwînhêneran hê jî % 70 -75ê oksîjena destpêkê ya nav xwînberan lixwe digire. Mirov gava karekî giran dike an jî werziş dike, hê pirtir oksîjen ji xwînê derbasê nav xaneyan dibe û rêjeya oksîjena nav xwînê dibe ko dabikeve %10 heta 20ê[5].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  2. ^ Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  4. ^ a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  5. ^ a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Transport of oxygen [2]
  6. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.