Here naverokê

Guhertinên demografîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Guhertinên demografîk şêwazeke jicihkirin û guhertina nifûsan e ku bi gelemperî ji bo dagirkirina welat an herêman e ku ji aliyê dewlet an ve pêk tê. Kurdistan yek ji wan welatan e ku di nav 300 salên dawî de li gelek deverên Kurdistanê ji bo dagirkirinên deverên Kurdistanê guhertinên demografîk lê pêk hatiye.

Guhertina demografiya Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bakurê Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Bakurê Kurdistanê ji aliyê xanedana osmanî û piştre jî ji aliyê komara Tirkiyeyê ve bi milyonan kurd bi rêbazên cihêreng ji Kurdistanê hatine derxistin û ber bi deverên din ên Tirkiyeyê ve hatine sirgûnkirin. Bi valakirina gund û devê Kurdistanê re di heman demê de mihacirên tirk ku ji welatên cihêreng anîne, li Kurdistanê hatine bicihkirin. Di nav van deveran de bi taybetî deverên wekî Xarpêt, Meletî, Gurgum, Semsûr, Dîlok û Bidlîs mihacirên tirkmen hatine bicihkirin.[1]

Çend sal beriya damezrandina komara Tirkiyeyê di sala 1919an de nêzîkî 300.000 kurd ji Erzirom, Bidlîs, Mûş û ji Xarpêtê ber bi Anatoliya navîn û ber bi Dîlokê ve hatine sirgûnkirin.

Yek ji parêzgehên Kurdistanê ku demografiya parêzgehê hatiye guhertin parêzgeha Meletî ye ku kurdên parêzgehê ber bi Anatoliyayê ve (~1725–1775) hatine sirgûnkirin. Piştê demek dirêjê piştê sirgûnkirin kurdan di sala 1877an de mahacirên tirk û komên ji etnîkên din ji aliyê Deryaya Reş Posof, Şavşat, Artvîn, Trepzon û hinek komên mahacirên tirk ji Erdêxanê anîne û li deverên di navbera Meletî û Semsûrê de bicihkirine. Di heman demê de tirkên bajarê Kutahyayê li herêma Meletî û Semsûrê hatine bicihkirin.[2]

Valakirina Bakurê Kurdistanê di salên 90î de bi şewitandina gundên Bakurê Kurdistanê ku ji Tirkiyeyê ve hatine şewitandin û bi zextên Tirkiyeyê bi milyonan kurd ji Bakurê Kurdistanê koçî bajarên wekê Stembol, Îzmîr, Edenê û Mêrsînê bûne.

Başûrê Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji deverên Kurdistanê ku demografiyê deverê hatiye guhartin Başûrê Kurdistanê ye. Di sala 1991ê de dema ku rejîma beesê Sedam Huseyn êrîşê kurdên li Başûrê Kurdistanê kiriye û di encama êrîşan de komkujî li dijî kurdan pêk hatiye.[3][4]

1.5 milyon kurd di 1991ê de hatine koçberkirin ku bajarên wekê Tûzxurmatoyê rêjeya koçberiyê gihiştibû rêjeya ji %90an.[5] Yek ji bajarên başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê ye ku bi awayeke berdewam demografiya bajêr hatiye guhartin.[6]

Rojhilata Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Rojhilata Kurdistanê di dema desthilatdariya Şah Îsmaîl de ji deverên Kurdistanê ber bi Xorasanê ve hatiye desteserkirin. Valakirina Kurdistanê li heman herêmê careke din dîsa di sedsala 16an de ji aliyê Tahmasp I ve hatiye destpêkirin. Di navbera salên 1598an û 1601ê 45.000 malbatên kurd ji Rojhilata Kurdistanê sirgûnkirin.[7]

Rojavayê Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojavayê Kurdistanê yek ji deverên Kurdistanê ye ku guhertinên demografîk li ser deverê pêk hatiye.

Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rejîma baasê Beşar Esed ve ji bo erebkirina Rojavayê Kurdistanê projeyeke bi navê Kembera erebî hatibû destpêkirin. Armanca vê projeyê ev bû ku bi taybetî kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Hesîçeyê werin deranîn û ereb li bajêr werin bicihkirin.[8][9] Yek ji armancên sereke ya vê projeyê jî ev bû ku pêkhateya etnîkî ya herêmê li gorî berjewendiya ereban were guhertin. Di projeyê de bi avakirina Gola Esed (Bendava Tebqeyê) û bi rêya bicihkirina erebên koçber ku gundên wan di bin ava bendavê de dimîne bi desteserkirina erdên kurdan ku ji herêmên kurdî pêk dihatin erebên koçber werin bicih kirin. Li herêmên kurdan ji bo 4000 malbatên ereb ji deverên erebî ku piştî temamkirina Bendava Tebqayê û bi tijekirina Gola Esed di bin avê de dimîne hatiye avakirin.[9]

  1. "Tirkên ji heman herêmê li gundên Çakirkaş û Şenovayê hatin bicihkirin. Parêzgeriya Xarpêtê - KOVANCILAR". www.elazig.gov.tr. Ji orîjînalê di 31 kanûna pêşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 îlon 2025.
  2. "Çavkaniya parêzgeriya Meletîyê". www.malatya.gov.tr. Ji orîjînalê di 16 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 îlon 2025.
  3. Long, Katy (29 tebax 2013). The Point of No Return: Refugees, Rights, and Repatriation (bi îngilîzî). OUP Oxford. ISBN 978-0-19-165422-0.
  4. "Turkey Concerned at Growing Number of Syrian Refugees". Voice of America (bi îngilîzî). 11 adar 2012. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
  5. "Kurds say Iraq's attacks serve as a warning". Christian Science Monitor. ISSN 0882-7729. Roja gihiştinê 16 sibat 2025.
  6. "Kerkûk di destê Kurdistan de ye". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 20 gulan 2003. Roja gihiştinê 21 îlon 2025.
  7. Madih, &#0145Abbas-&#0145 Ali (1 kanûna paşîn 2007). "The Kurds of Khorasan". Iran and the Caucasus (bi îngilîzî). 11 (1): 11–31. doi:10.1163/157338407X224879. ISSN 1573-384X.{{cite journal}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  8. Phillips, David L. (5 tîrmeh 2017). The Kurdish Spring: A New Map of the Middle East (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-351-48036-9.
  9. 1 2 Tejel, Jordi (2009). Syria's kurds: history, politics and society. Routledge advances in Middle East and Islamic studies. London New York: Routledge. ISBN 978-0-203-89211-4.