Gulîzer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gulizer hat beralîkirin)
Gulîzer
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Gulîzer (z. 1979, Amed), helbestvana kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1979an de li gundê Elîparê bi ser Amedê çê bûye. Hemû jiyana wê ya perwerdehiyê li Diyarbekirê derbas bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê di Beşa Mamostetiya Ziman û Wêjeya îngilizî de xwendiye. Li Zayînxaneya Dewletê ya Diyarbekirê pîriktîyê û piştî xelaskirina zanîngehê li Îzmîrê mamostetiya zimanê îngilîzî kirîye. Di sala 1997an de dest bi nivîsa kurdî kiriye û yekem kitêba wê Keziyên Jinebî di 2006an de çap bûye. Keça nivîskar Receb Dildar, xwişka nivîskar Azad Dildar û Murad Dildar e. Zewiciye û dayika du zarokan e. Gulîzer vêga li Swêdê dijî.[1]

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Keziyên Jinebî, Avesta, Helbest, Îstenbol, 2006
  • Bûka Baranê, Avesta, Helbest, Îstenbol, 2009
  • Şevname, Avesta, Îstenbol, Helbest, 2011
  • Sindoqa Dirûnê, Avesta, Îstenbol, Helbest, 2016

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 12 adar 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)