Gulîstan (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gulîstan
Gulîstan (pirtûk)
Sernavê xwemalî گلستان‎ (Farisî)
Wergêr Muhammed Înal, Mahmut Yamalak
Welat Tirkiye
Sernivîser Suleyman Çevik
Ziman Kurdî
Dîrok 2005 (M. Muhammed Garsî Farqînî), 2013 (Muhammed Înal, Mahmut Yamalak)
Weşanxane Weşanên Nûbihar
Rûpel 240
ISBN ISBN 978-605-5053-01-7

Gulîstan [Gulistan] (bi farisî: گلستان), kitêba nivîskarê faris Şêx Sediyê Şîrazî ye. Ev kitêb ji heşt beşan pêk tê û di serî de jî li ser jiyana Şêx Se'dî û kitêba Gulistanê hin agahî hene.

Beşên Kitêbê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Beşa Yekem - Derheqê Jiyana Padişahan
  • Beşa Duyem - Li Ser Exlaqa Derweşan
  • Beşa Sêyem - Di Derheqê Fazîleta Qena'etê De
  • Beşa Çarem - Feydeyên Bêdengiyê
  • Beşa Pêncem - Derheqê Eşq û Ciwanî
  • Beşa Şeşem - Derheqê Zeîfî û Kalîtiyê
  • Bela Heftem - Derheqê Tesîra Terbiyet û Perwerdeyê De
  • Beşa Heştem - Derheqê Adabê Sohbet û Hevalbendiyê De

Ji helbesta nav çîrokan mînakek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çi bi kêr te ji gul tebeqek
Ji Gulistana min bigre wereqek

Gul tenê pênc-şeş rojan dimîne
Lê ev Gulistan her tim xweş dimîne

— Şêx Sediyê Şîrazî

Wergêrên vê kitêbê Muhammed Înal û Mahmut Yamalak vê kitêbê wiha didin nasandin: "Eger mirovek bipirse ku Gulîstan çi ye? Mirov dikare bêje: Gulîstan, çîroka rêwiyan e. Hem rêwiyên li ser rûyê dinyayê û hem jî yên li rêya heqîqetê.

Çîrokên di Gulîstanê de hatine gotin bi piranî rast in û serpêhatiyên Şêx Se'dî bi xwe ne. Şêx Se'dî di koçberiya dawiyê de, ji Fasê heya Hindistanê, ji Tirkîstanê heya Kurdistanê li gelek deveran geriyaye."

Wergera li kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kitêba Gulîstanê berî Muhammed Înal û Mahmut Yamalak, ji aliyê M. Muhammed Garsî Farqînî ve jî li zimanê kurdî hatiye wergerandin (Şêx Se'dî, Gulistan, Wergêr: M. Muhammed Garsî Farqînî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2005).