Gêxî (bi tirkî: Kiğı), yek ji navçeyên Çewlîgê ye. Navê wê ji dema Dara yê Medan tê. Di dema Medan de jê re gotine Keyaxa (ango keyê keyan). Di qeydên dîrokî de wekî Keyaxan, Kîxan, Kîxa, Kîga derbasdibe. Rûber 438km², bilindahî ji rûyê avê 1.430m ye. 145km ji Çewlîgê dûr e. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara navendê 4.652 û bi giştî jî 6.757 e. 28 gund û 64 mezreyê navçeyê hene. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Di sala 1663´î bi Amedê ve, sala 1839´î de bi Erzeromê ve, sala 1881´î bi Bedlîsê ve, 1926Erzingan û sala 1936´î de bi Çewlîgê ve hatiye girêdan.