Gêziya ceryanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gêziya ceryanê

Gêziya ceryanê, gêziya elektrîkê alaveke paqijiyê ye ku bi rêbaza kişandinê dixebite. Makîne toz û gemariyê bi bayê dikişîne. Bi hêza bayê paqij dike.

Gêzik, melkes, sivnik, havlêk ûêd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li hin deverên Kurdistanê ji ber cure bi cure gêzî tên bikaranîn, di navê gêziyê de tevlîhevî derdikevin.

Havlêk û siqavêl ji gêziyên malê yên ne bi ceryanê dixebitin. Lê cudatiya wan ew e, yên herî mezin in, ji şivik û guliyên hin daran tên çêkirin û bo gom, tewle û paqijkirina qirşkolan tên bikaranîn.

Sivnik gêziyên wekî refa nanpijandinê pan (pehn) in û hatine dirûtin ku hêj jî li Kurdistanê gelek tên firotin. Ji yên di heman dirûvê de ne lê ne ji giyayê, ji naylon an elementekê din hatine çêkirin re melkes tê gotin. Demekê çerçiyan ev difirotin û biqîmet bûn.

Saqol, ji sivnikên wisa baqkî, qevçekî, badokkî re dibêjin. Heger ji darguliyan bin, jê re havlêk an siqavêl dibêjin.

Li hin deveran di wateya gêziyên biçûk de kinoşe tê bikaranîn.

Dîroka gêziya ceryanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekem car sala 1906ê li Fransayê ji aliyê Robert Bimm ve hatiye çêkirin û bikaranîn. Niha bi sedan cureyên wê di mal û kargehan de tên bikaranîn.

Gêziyên nûjen fîltreyên ku gemariyê vediqetînin, hewayê parzûn dikin, nahêlin ziyanê bide tenduristiya mirovan. Dîsa jî bi derketina hilma fîltrekirî ve hebikên tozan ên gelek hûrik tevlî hilma mirov dibin.

Gelek cureyên biçûk hene di paqijkirina otomobîlan de kêrbar in. Hin hene, hilmê nakişînin lê bayê dertînin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]