Hêvîdar Zana

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hêvîdar Zana di 29ê kanûna pêşîn a 1976an de li bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê hatiye dinyayê. Piştî kuştina birayê wê Zana di 14 saliya xwe de tevlî gerîla dibe û derdikeve çiya.

Hêvîdar Zana
biguhêreBelge

Di sala 1993an de di redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe de cihê xwe digire û nûçe û bernameyan pêşkêş dike.

Di sala 1996an de di televîzyona MEDê de nûçeyên kurdî pêşkêş dikir û moderatoriya bernameyan dikir. Demekê nûçgihaniya radyoya SBS kir, ku ji Awistralya bi zimanê kurdî weşana xwe dike. Gelek çîrok, gotar û serpêhatiyên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin. Niha di Kurdistan TV'yê de bernameya Ji Ewropa pêşkêş dike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]