Hîçperestî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Hîçperestî, hîçparêzî, tuneperestî, nînperestî an jî nîhîlîzm têgehiştineke felsefî ye ku neyîniya yek an bêhtir nêrînên jiyanê yên pejirandî pêşniyar dike.

Navê bi kurdî[biguherîne]

Mamosteyê felsefeya bi zimanê kurdî Ali Gurdilî di nivîs û xebatên xwe yên felsefeyê de têgeha hîçperestî bikar tîne[çavkanî pêwîst e]. Her wisa bi zaravayê soranî jî di ferhenga Ferşîd Şerîfî ya bi navê Ferhengî zarawekanî felsefe û zanistî komaliyetîkan de têgehên hîçbawerî, hîçxwazî, edebî bêhudey pêşniyar dike. Her wisa bi zaravayê soranî têgeha hîçgerayî heye lê ev têgeh rasterast ji zimanê farisî hatiye wergirtin. Her wisa têgeha xwerû hîhîlîzm jî zimanê latinî tê ku nîhîl tê wateya tune û hîç.

Hîçperestiya hebûnî[biguherîne]

Bi berbelavî, hîçperestî wek formeke hîçperestiya hebûnî tê pêşkêşkirin ku diparêze jiyan bêyî wateyeke rast, armanceke rast û hêjayeke rast e. Hîçperestên exlaqî diparêzin ku exlaq bisiruştî mewcûd nîne û ev nirxên exlaqî yên hatîne ava kirin, çêkirînên nedîtbar in.

Ev têgeh ji aliyê Ivan Turgenev ve hatiye populîzekirin di romana xwe Fathers and Sons de ku pêşengê romanê Bozarov hîçperest bû[çavkanî pêwîst e].

Hinek hîçperestên girîng[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]