Hikmet Fidan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hîkmet Fîdan hat beralîkirin)
Hikmet Fidan
Jidayikbûn1955 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin2005 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hikmet Fidan ( z. 1955, m. 6'ê tîrmehê 2005, li Amed) siyasetmedarekî kurd, yek ji damezîrênerên HADEPê bû. Li Amedê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe jidest da. Gorî gelekan ew ji aliyê hêzên PKKê ve hatiye kujtin. Heya niha ev kujerî nehatiye rohnîkirin û bersûc jî nehatine girtin.

Angaşt li ser kujtina wî, PKK an hêzên dewletê?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê gotin ku wî xwestiye li bakurê Kurdistanê partiyeke nû ya alternatîv wekî Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistanê (PWD) ava bike; yan jî vê partiyê di nava gel de birêxistin bike. Lê demekê şûn de di nava vê partiyê de nakokî derdikevin, Osman Öcalan jê diqete.

Fîdan xwestiye bi riyên demokratîk û bêî bikaranîna çekê, têkoşîn bê kirin. Xwestiye rojnameyekê derîne, li parêzgehên Kurdistanê vê alternatîva nû birêxistin bike. Gorî îdiayan PKK ji viya aciz bûye û êrîş biriye der Fîdan.

PKKê ev kujerî nepejirand, bi fermî ragihandin ku wan ev êrîş pêk neaniye. Hinek jî gumanê dibin ser hêzên tarî yên Tirkiyeyê. Tê zanîn di salên 1990'î de ji aliyê hêzên dewletê ve bi hezeran kurdên bijarte ji aliyê dewletê ve dihatin kujtin û dewletê ev kujerî dixist para PKKê.