Hîpermetn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Belgeyên ku bi hîperlînkan ve girêdayî ne
Endezyar Vannevar Bush di sala 1945an de "As We May Think (Wek ku Em Difikirîn)" nivîsand û tê de Memex, amûrek proto-hîpermetnê ya teorîkî, ku di encamê de alîkariya îlhama îcada paşîn a hîpermetnê kir, nivîsand.
Douglas Engelbart di sala 2009an de, di pîrozbahiyên salvegara 40em ya "The Mother of All Demos" de li San Francisco, pêşkêşkirineke 90-deqeyî ya sala 1968an a sîstema komputerê ya NLS- ê ku kombînasyoneke ji reqalav û nermalavê bû ku gelek ramanên hîpermetnan nîşan daye.

Hîpermetn nivîsek e ku li ser ekraneke kompûterê an cîhazên din ên elektronîk bi referansên (hîperlînk) ji nivîsên din re nîşan dide ku xwîner yekser dikare bigihîje.[1] Belgeyên hîpermetn bi hîperlînkan ve girêdayî ne, yên ku bi gelemperî bi tikandineke mişkê, pêlkirina bişkokê, an destdana ekranê tên aktîvkirin. Ji xeynî nivîsê, terma "hîpermetn" carinan jî ji bo danasîna tablo, wêne, û formên din ên naveroka yên pêşkêşkirinê bi hîperlînkek yekbûyî tê bikaranîn. Hîpermetn yek ji termên esasî yên World Wide Webê ye,[2] ku rûpelên webê bi gelemperî bi Zimanê Îşaretkirina Hîpermetnê (HTML) tên nivîsandin. Wekî ku li ser webê hatiye bicîhkirin, hîpermetn weşandina agahiyan li ser înternetê rehettir dike.

Cure û Bikaranîna Hîpermetnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Belgeyên hîpermetn dikarin statîk bin (ji berê ve hatine hazirkirin û depokirin) an jî dînamîk (berdewam di cewabê de ye li ser têketina bikarhêner, wek rûpelên malperê yên dînamîk) bin. Hîpermetna statîk ji bo referanskirina xaçî (cross-reference) ya berhevokên daneyan ên di belge, aplîkasyonên nermalavê, an kitêbên li ser CDyê de dikare were bikaranîn. Sîstemeke baş-çêkirî dikare qaydeyên înterfeysa bikarhênerê yên din jî bihewîne, wek menu û rêzikên fermanê. Lînkên ku di belgeyek hîpermetn de tên bikaranîn bi gelemperî perçeya hîpertekstê ya heyî bi belgeya hedefê cih diguherînin. Taybetmendiyek kêmtir naskirî jî StretchText e, ku naverokê li cîhê xwe fireh dike an teng dike, bi vî awayî zêdetir kontrolê dide xwînerê di diyarkirina dereceya detayên belgeya ku tê nîşandan de. Hin aplîkasyon piştgirî didin transclusion, li cihê ku nivîs an naverokeke din ji aliyê referansê ve tê daxilkirin û bi otomatîkî di cîh de tê bicihanîn.

Hîpermetn dikare ji bo piştgirîkirina sîstemên pir tevlihev û dînamîk yên lînkkirin û referanskirina xaçî (cross referencing) were emilandin. Aplîkasyona herî binavûdeng a hîpermetnê World Wide Web e, ku di mehên dawîn ên sala 1990an de hatî nivîsandin û di 1991an de li ser înternetê hate weşandin.

Bicihkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji xeynî Projeya Xanadu ya ku berê hate behskirin, Sîstema Guherandina Hîpermetnê, NLS, HyperCard, û Web Wide Cîhanê, çednîn bicihkirinên pêşîn ên muhîm ên hîpermetnê hene, bi setên taybetmendiyan ên cuda:

Sîstema Guherandina Hîpermetnê (Hypertext Editing System, HES) IBM 2250 Konsolê Nîşandanê – Zanîngeha Brown 1969
  • FRESS - xelefeke pir-bikarhênerî a salên 1970an a Sîstema Guherandina Hîpermetnê.
  • ZOG - sîstemeke hîpermetnê a 1970an ku li Zanîngeha Carnegie Mellon hatiye pêşxistin.
  • Sîstema Belgeya Elektronîk - edîtorek nivîs û grafîkê ya destpêka salên 1980an ji bo hîpermetnên înteraktîv ên wekî rêberên tamîrkirina ekîpmanan û talîmatên komputer-alîkar.
  • Amûra Pêşkêşkirina Agahiyê - ji bo nîşandana alîkariya online di sîstemên xebitandinê yên IBM de tê emilandin.
  • Intermedia - bernameyek nîvê salên 1980an ji bo nivîskariya webê ya komî û parvekirina agahiyan.
  • HyperTies - bernameyek nîvê salên 1980an wek ticarî li bi sedan projeyan hatiye tetbîqkirin, di nav de Tîrmeh 1988ê Communications of the ACM û kitêba Hypertext Hands-On!.
  • Texinfo - sîstema alîkariyê ya GNU .
  • KMS - xelefeke 1980an a ZOGê wekî berhemeke ticarî hatiye pêşxistin.
  • Storyspace - bernameyek nîvê salên 1980an ji bo vegotina hîpermetnê.
  • Document Examiner - sîstemeke hîpermetnê ku di sala 1985an de li Symbolics ji bo sîstema xebitandina wan Genera hatiye pêşxistin.
  • Adobe's Portable Document Format - formatek weşandinê ya ku ji bo belgeyên elektronîk pir tê bikaranîn.
  • Amigaguide - li Commodore Amiga Workbench 1990 xistin piyaseyê.
  • Alîkariya Windows - di sala 1990an de bi Windows 3.0 ve hatiye destpêkirin.
  • Wikis - armanc dike ku kêmbûna edîtorên yekbûyî di piraniya gerokên Webê de telafî bike. Hin qaydeyên cuda ên curbicur nermalavên wîkiyan hene ji bo şekilkirinê, bi gelemperî ji HTMLê hêsantir in.
  • PaperKiller - edîtorek belgeyê ku bi taybetî ji bo hîpermetnê hatiye çêkirin. Di sala 1996an de wekî IPer (projeya perwerdehiyê ji bo ED-Media 1997) dest pê kir.
  • XML bi dirêjkirina XLink - zimanek îşaretkirina hîpermetnê ya nû ya ku kapasîteyên ku ji hêla HTML ve tê pêşkêşkirin dirêj dike û berfireh dike.

Herwiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Hypertext" (definition). Merriam-webster Free Online Dictionary. Roja gihiştinê 26 sibat 2015.
  2. ^ Lehman, Jeffrey; Phelps, Shirelle (2005). West's Encyclopedia of American Law, Vol. 9 (Çapa 2). Detroit: Thomson/Gale. r. 451. ISBN 9780787663742.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]