Haikû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Haîkû hat beralîkirin)

Haikû, cûreyekî helbesta japonan e, bi sê ristan dihê çêkirin ku ew jî ji 17 (5-7-5) kîteyan pêk dihên. Di sedsala 16'an de derketiye û di ya 17 û 18'an de bi pêşketî belav dibe.

Naveroka xwe bi granî ji xwezayê, ji demsalan û ji mirovan distîne. Rista yekem û ya dawî bi hev re têkildar in û her yek ji 5 kîteyan pêk dihê.

Hokku, hayku, haikai jî dihê gotin.

Haikûnivîsên navdar Matsio Basho, Taniguchi Buson, Kobayashi Issa û Masaoka Shiki ne.