Hadeyî
Hadeyî an serdema hadeyî serdema yekem û serdema herî kevin ên ji çar serdemên jeolojîk ên dîroka Erdê ye ku bi çêbûna gerstêrkê re nêzîkî 4,6 milyar sal berê dest pê dike[1][2] (texmînkirî 4567,30 ± 0,16 milyon sal berê ku ji aliyê temenê materyalê hişk ê herî kevn ê Pergala Rojê ve hatiye destnîşankirin - perçeyên toza dîska protoplanetary - ku wekê kondrule û têkelên dewlemend ên kalsiyûm-alemînyûm di hinek meteoran de ku dîroka wan nêzîkê 4.567 milyar sal e têne dîtin)[3][4] û 4.031 milyar sal berê bi dawî bûye ku temenê formasyonên kevir ên saxlem ên herî kevn ên naskirî yên li ser Erdê ku ji aliyê Komîsyona Navneteweyî ya Stratîgrafiyê ve hatiye nas kirin.[5] Lihevketina navbera Erd (Dinya) û gerstêrka Theia de ku Heyv bi lihevhatinê hatiye afirand, di destpêka vê serdemê de qewimiye. Piştî serdema hadeyî serdema arkeyî destpê kiriyw û tê texmînkirin ku Bombebarana Giran a Dereng li ser sinorê hadeyî-arkeyî qewimiye.
Kevirên ji serdema hadeyî pir kêm in ku ev kevir bi piranî ji zirkonên granulî yên ji deverên (Jack Hills) li Rojavayê Avusturalya pêk tên.[6] Modelên jeofîzîkî yên hadeyî di nav jeologan de hê jî nakokî ne ku tektonîka plakeyan û mezinbûna kratonan a ji bo parzemînan dibe ku di serdema hadeyî de dest pê kiribe lê hê jî di derbarê vê mijarê de nezelalî berdewam dike.[7][8][9]
Di serdema hadeyî ya destpêkê de atmosfera Erdê pir stûr û ji alîyê hîdrîdê ve dewlemend bû ku pêkhateya atmosferê dişibiya ewrên rojê û gewrên gazê ku bi piranî ji dûkela avê, metan û ji amonyakê pêk dihat. Her ku rûyê Erdê sar bûye ava atmosferê ya ku dûkel bûye veguheriye ava şile û di dawiyê de superokyanûseke ku hema hema tevahiya gerstêrkê (Dinya) vedigire çêbûye û tevahiya rûyê erdê ve guherandiye gerstêrkeke okyanûsî. Derketina gazên volkanîk û bombebaranên asteroîdan atmosfera di serdema hadeyî bi awayeke zêdetir guherand û di dawiyê de atmosfer veguheriye atmosfera Paleoarkeanê ku bi nîtrojen û karbondîoksîtê dewlemend bû.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Dalrymple, G. Brent (2001). "The age of the Earth in the twentieth century: a problem (mostly) solved". Geological Society, London, Special Publications (bi îngilîzî). 190 (1): 205–221. doi:10.1144/GSL.SP.2001.190.01.14. ISSN 0305-8719.
- ^ "Geologic Time: Age of the Earth". pubs.usgs.gov. Roja gihiştinê 6 hezîran 2025.
- ^ Strachan, R.; Murphy, J. B.; Darling, J.; Storey, C.; Shields, G. (1 kanûna paşîn 2020). Gradstein, Felix M.; Ogg, James G.; Schmitz, Mark D.; Ogg, Gabi M. (edîtor). Chapter 16 - Precambrian (4.56–1 Ga). Elsevier. rr. 481–493. doi:10.1016/b978-0-12-824360-2.00016-4. ISBN 978-0-12-824360-2.
- ^ Halla, Jaana; Noffke, Nora; Reis, Humberto; Awramik, Stanley; Bekker, Andrey; Brasier, Alexander; Callefo, Flávia; Choudhury, Adrita; Duda, Jan-Peter; Fedo, Christopher; Galante, Douglas; Haddock, Jessica; Haines, Peter; Hinnov, Linda; Hofmann, Axel (1 hezîran 2024). "Ratification of the base of the ICS Geological Time Scale: the Global Standard Stratigraphic Age (GSSA) for the Hadean lower boundary". Episodes Journal of International Geoscience (bi îngilîzî). 47 (2): 381–389. doi:10.18814/epiiugs/2024/024002.
- ^ "International Commission on Stratigraphy". stratigraphy.org. Roja gihiştinê 6 hezîran 2025.
- ^ Korenaga (26 çiriya pêşîn 2021). "Was There Land on the Early Earth?". Life (bi îngilîzî). 11 (11): 1142. doi:10.3390/life11111142. ISSN 2075-1729. PMC 8623345. PMID 34833018.
{{cite journal}}
: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk) - ^ Dhuime, Bruno; Hawkesworth, Chris J.; Cawood, Peter A.; Storey, Craig D. (16 adar 2012). "A Change in the Geodynamics of Continental Growth 3 Billion Years Ago". Science. 335 (6074): 1334–1336. doi:10.1126/science.1216066.
- ^ Harrison, T. Mark (30 gulan 2009). "The Hadean Crust: Evidence from >4 Ga Zircons". Annual Review of Earth and Planetary Sciences (bi îngilîzî). 37 (Volume 37, 2009): 479–505. doi:10.1146/annurev.earth.031208.100151. ISSN 0084-6597.
- ^ Windley, Brian F.; Kusky, Tim; Polat, Ali (1 kanûna paşîn 2021). "Onset of plate tectonics by the Eoarchean". Precambrian Research. 352: 105980. doi:10.1016/j.precamres.2020.105980. ISSN 0301-9268.