Hafiz Qazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hafiz Qazî nivîskar û ronakbîrek navdar yê kurd e. Ew niha berpirsê Weşanxaneya Spîrêz e ku li Başûrê Kurdistanê pirtûkan bi kurmancî diweşîne.

Hafiz Qazî ji salên 1950yê ta niha di xebatên ronakbîrê de ye. Wî di wan salan de sernivîseriya Kovara Hîwa û ya Ronahî dikir. Rêzdar Qazî herwiha danerê Ferhenga Qazî ya kurdî-erebî-kurdî ye.

Binere herwiha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîskar û rojnamevan Hafiz Qazî (1929-2010) di 2/4 2010ê de, di eynî şeva ji Nemsayê gihabû Kurdistanê ji bo beşdarbûnê di hilbijartinên Îraqê de, di jiyê heştê saliyê de li Dihokê koç kir û li goristana Şaxkê li Dihokê hat veşartin. Wî di sala 1955-ê de xwendina bazirganî û aborî li zanîngehê li Bexdayê timam kir. Her ji hîngê û heta ji nav me bar kirî di nav siyaset, rojnamevanî û nivîskariyê de kesatiyeka berbiçav bû.

Yek bû ji damzrênerên yaneya »Serkewtinî Kurd« li Bexdayê, sernivîskarê kovara yaneyê »Hîwa«yê, xudanê îmtiyaza kovara yekê ya bi kurdiya kurmancî li başûrê welatî »Ronahiyê«, beşdar bû di avakirina Komeleya Rewşenbîrî ya Kurdî de li Bexdayê, di beşa kurdî ya radyoya Bexdayê de kar dikir û program tê de pêşkêş kirin. Ew yek bû ji navên diyar di avakrina Yekîtiya Nivîskarên û di tevgera nivîskarî û rewşenbîrî ya kurdî ya wî serdemî de.

Hafiz Qazî di sala 1963yê de tevî pêşmerge û şoreşa Kurdistanê bû. Ew di salên 1965-1969ê de li zîndana Qesir Elnîhaye li Bexdayê li ser xebata siyasî hatibû girtin. Ew di sala 1991ê de di nav serhildanê de bû li Dihokê û li gel reva milyonî ya ber bi bakûrê Kurdistanê bû.

Ji berhemên wî yên wek pirtûk hatine belav kirin: Kela Dimdim, Dîwana Qazî, Serhatî, Ferhenga Qazî, Keser û Kovan, Xuzîk û êş û jan, Xatê Xanim. Hafiz Qazî ji sala 2002ê û heta mirina xwe xudanê îmtîyaza dezgehê çap û weşanê Spîrêzê bû.

Çavkanî: Kulturname

Post: Dîndar Koçer