Halk TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Halk TV
  • Îstgeha televîzyonê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Halk TV
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanTirkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 2005 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Malperhalktv.com.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Halk TV kanaleke televizyonê ya neteweyî ya tirkî ye ku di sala 2005an de hate damezrandin. Ew bi têkiliya xwe bi Partiya Gel a Komarî re tê zanîn, her çend têkiliyên berê di sala 2011an de di bin serokatiya nû ya CHPê de qut bûn.[1][2], Halk TV yek ji kêm kanalên televîzyonê yên Tirkiyê ye, ku xwepêşandanên Parka Geziyê xiste ber çavan[3]. Ji ber vê yekê saziya televîzyonê ya Tirk RTÜK bi hinceta "zerar daye pêşketina laşî, exlaqî û derûnî ya zarok û ciwanan" ceza li Halk TV birî.[4]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Halk TV di 10ê Çileya 2005an de ji aliyê muhasebeyê berê yê CHPê Mahmut Yıldız ve hat avakirin û ji CHPê piştgiriya aborî wergirt. Dema ku Kemal Kiliçdaroglu di sala 2010an de serokatiya CHPê kir, partiyê dest ji dayîna fonan berda û bû sedema zehmetiyên aborî ji bo Halk TV. Kiliçdaroglu her wiha ji parlementer û endamên CHPê xwest ku nebin mêvanên kanalê.[5]

Di gulana 2013an de Halk TV ji ber weşana vîdyoya “herî temaşekirî” ya li ser YouTubeyê ji aliyê RTUK’ê ve hat berterefkirin. Sedema wê jî heqareta li serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bû.[6]

Di dema protestoyên Parka Gezî de, Halk TV yek ji kêm kanalên televîzyonê yên Tirk bû ku bûyeran bi zindî dişopand.[7] Di encamê de RTUKê ji ber “zerar daye pêşkeftina bedenî, exlaqî û derûnî ya zarok û ciwanan” ceza li Halk TV birî.[8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "ZAMAN". web.archive.org. 6 hezîran 2016. Ji orîjînalê di 6 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 adar 2023.
  2. ^ "Turks deprived of TV turn to Twitter for protest news". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 4 hezîran 2013. Roja gihiştinê 21 adar 2023.
  3. ^ "Protests continue – DW – 06/01/2013". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 adar 2023.
  4. ^ "TV watchdog fines live streaming of Gezi protests for 'harming development of children, youth' - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 adar 2023.
  5. ^ "ZAMAN". web.archive.org. 1 gulan 2016. Ji orîjînalê di 1 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 adar 2023.
  6. ^ Haber7. "Gürbüz Çapan'dan Halk TV açıklaması". Haber7 (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  7. ^ "Media watchdog warns Halk TV over humiliating PM - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 adar 2023.
  8. ^ "Halk TV'nin yeni patronu belli oldu". www.kartal24.com (bi tirkî). 1 nîsan 2019. Roja gihiştinê 21 adar 2023.