Here naverokê

Halkalı

Halkalı
Semt/Herêm
Halkalı li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Halkalı
Halkalı
Koordînat: 41°02′07″Bk 28°47′21″Rh / 41.035168°Bk 28.789033°Rh / 41.035168; 28.789033
WelatTirkiye
DewletTirkiye
Qada rûerdê
  Giştî23,92 km2 (9,24 sq mi)
Nifûs
331.444
Koda postayê
34303, 34307
Koda telefonê212
biguhêreBelge

Halkalı (1928:  بیوك حلقه‌لی, بچووک حەڵقەلی[1] (Beuyuk halkali, Keucuk halkali = Böyük ḧalqali, Köçük ḧalqali (Ḧelqeliya Mezin, Helqeliya Biçûk))[2], 1946: Büyükhalkalı, Küçükhalkalı[3], 1968: Halkalı[4], semt an herêmeke bi ser navçeya Küçükçekmeceya Stenbolê ve ye.

Halkalı li rojava û bakurê navçeya Küçükçekmeceyê ye. Ji ber ku nêzîkî Otoyola TEM û xetên trênê ye, ew yek ji navendên girîng ên veguhastinê yên Stenbolê ye.

Îstasyona trênê ya Halkalıyê li Halkalıyê ye û wekî termînala rojava ya xeta Marmarayê kar dike. Herwiha, ew ji bo veguhestina dûr û dirêj û veguhestina baran navendeke giring a rêhesinî ye.[5][6]

Bicihbûn û pêşveçûn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Halkalı, bi taybetî ji salên 2000’an û vir ve, bi saya projeyên mezin ên xanî û niştecîbûnê, navendên kirrûbirrê, saziyên perwerdehiyê û veberhênanên veguhastinê, ket nav pêvajoyeke pêşketinê ya bilez. Bi taybetî, kompleksên niştecîbûnê û qadên jiyanê yên nûjen ên ku li taxên Atakent û Îstasyonê hatine avakirin, bûne sedem ku nifûsa herêmê bi rêjeyeke girîng zêde bibe. Niştecîbûnên Atakentê ku ji aliyê TOKÎ ve hatine pêşxistin û projeya Bizim Mahalle ku ji aliyê Emlak Konut ve hatiye pêkanîn, jî wekî navendên nû yên xanî û jiyanê yên herêmê derketine pêş.

Map

Semtya Halkaliyê ji van taxan pêk tê:

Halkalı semtek e, ji ber vê yekê hejmarên fermî yên nifûsa wê nayên weşandin. Lêbelê, nifûsa semtê dikare bi zêdekirina nifûsa taxên di nav sînorên wê de were texmîn kirin.

Halkalı
Tax Nifûs
Atakent 103.195
Ataturk 41.529
Navenda Halkaliyê 80.115
İstasyon 43.148
Mehmet Akîf 52.374
Yarimburgaz 8759
Hemû 331.444

Halkalı di navbera salên 1976 û 1980an de statuya şaredariyê bi dest xist.[7]

Serokbajar Dema wezîfeyê
Hasan Öztekin 1976-1980
  1. Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. Belediyesi, Küçükçekmece. "Küçükçekmece Belediyesi". kucukcekmece.istanbul (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 tebax 2026.
  3. Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.
  4. Köylerimiz: 1 Mart 1968 gününe kadar. Başbakanlık Basımevi D.S.İ., Ankara, 1968.
  5. "HYH Metro". www.hyhmetro.com.tr. Ji orîjînalê di 14 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 hezîran 2026.
  6. "Cumhurbaşkanı Erdoğan: Biz tribünlere değil, her zaman gönüllere oynadık". www.trthaber.com (bi tirkî). 2026.
  7. "ÖNCEKİ DÖNEM BELEDİYE BAŞKANLARIMIZ". Ji orîjînalê di 1 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 gulan 2026.