Hamid Aytaç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Hamid Aytaç , Şêx Mûsa Ezmî, Azmî (*1891 - 18'ê gulanê 1982) yek ji hostayên xetçêkerî yên navdar ê Amedê.

Navê Hamid Aytaç, piştî derketina zagona paşnavan li Tirkiyê xwe dike. Ji malbateke Kurd î xettat jidayîk bûye. Neviyê Xettat Amîdî (Seyîd Adem), kurê Zilfiqar Axa ye. Di zaroktiya xwe de bala xwe berdaye wêne û xetçêkeriyê. Bi alîkariya bûrokrat û mîrên Kurdan ên ji xetçêkeriyê hezdikirin, perwerdeya dibistanê jî dîtiye.

Di demeke kurt de bi xetên xwe yên bêhempa di cîhanê de tê naskirin. Dewleta Osmanî jî dixwaze ji wê sûdwerbigire û jê çêkirina nexşeyan dixwaze. Ji bo fêrbûnê jî wî dişînin Berlînê. Bi têkçûna Osmaniyan û avabûna Komara Tirkiyê ve ji xwe re kargehekê vedike û him xetên xwe difiroşê, him jî şagirtan perwerde dike. Ji Misirê, Almanyayê heya Japonyayê gelek kes bo perwerdeyê tên cem Ezmî. Di gelek mizgeftan de hêj jî xetên wî tên pêşkêşkirin.

Miroveke oldar bûye. Mezelê wî niha li goristana Karacaahmet a Stenbolê ye.

Çavkanî[biguherîne]