Hansruedi Giger

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
HR Giger
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Navê rastî
Hansruedi GigerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Hans Rudolf GigerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Perwerde
Zurich University of the Arts (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Wênesaz, peykersaz, mîmar, illustrator, graphic designer, Sêwirîner, derhênerê fîlman, filmmakerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Şêweyê hunerê
Fantastic Realism (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Xelat
Academy Award for Best Visual Effects (en) ()
Inkpot Award (en) ()
Science Fiction and Fantasy Hall of Fame (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Hansruedi Giger
Şanenav

HR Giger an Hansruedi Giger (jdb. 5'ê sibata 1940'î li Chur, Swîsre − m. 12'ê gulana 2014'an li Zurich, Swîsre) hunermendekî swîsrî yê surrealîzm û realîzma fantastîk bû.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hansruedi Giger wek kurê eczanevanê swîsrî Hans Richard Giger û jina wî Melly Giger li bajarê Chur a kantona Graubündenê (Swîsre) jidayik bû. Di zarokatiya xwe de gelek fedok û bêdeng bû. Ew di nav malbateke oldar a katolîk de mezin bûbû ku vê yekê hunera xwe ya li pey xiste bin bandora xwe. Piştî ku lîseyê qedand, wî di sala 1962'an de li Kunstgewerbeschule ya Zurichê mîmariya hundirî û dîzayna pişesaziyê xwend.

Nîgarên wî yên ewil ên Atomkinder (Zarokên Atomê) di ew salên xwe yên zanîngehê de çebûn û yekemîn eserên wî di rojnameyên taybet ên bi navê Hotcha!, Cllu û Agitation de hatin çapkirin.

Piştî ku wî di sala 1966'an de xwendina xwe li zanîngehê qedand, wî wek mîmarê hundirê dest bi kar kir û bi hunera xwe hê nu-bi-nu dengveda.

Wi ji bo şîrketa Knoll-International wek dîzaynerê mobîlyayên buroyê kar dikir û xwe ji cîhana mîmariya hundirî da qebûl kirin. Lewra piştî demeke kin wî pêşangeha xwe ya ewil ji bo eserên xwe lidarxist.

Wî him di meslekê xwe de kar dikir, him jî hunera xwe şopand. Di wê demê de gelek eserên wî yên bi nav û deng çêbûn, ku di nava wan de mînakên wek Gebàrmaschine, Astreunuchen an jî Koffer-Baby hene. Piştî ku ew eser di çarçoveya pêşangeheke li Zurichê de hatin pêşkêşkirin, hunermend bi xwe ji raya giştî re dengveda û serkeftina xwe ya aborî bi dest xist. Ji sala 1968'an û pêde wî êdî wek hunermend bi karê xwe berdewam kir.

Herwiha, bi stîla xwe ya bêhempa ya hunerî wî kostum û cinawirên bêhempa ji bo fîlmên wek Alien (1979) û Species (1995) amade kir û xwe ji raya giştî re da qebûlkirin. Lewra di sala 1980'î de Giger bi fîlma Alien xelata Oscarê ji bo beşa efektên herî baş ên vîsuel stend.

Giger heya sala 1975'an de bi hunermenda swîsrî Li Tobler re zewicî bû (wê di bihara 1975'ê de întixar kir). Di sala 1979'an de Giger bi Mia Bonzanigo re zewiciya lê zewaca wan tenê salek û nîv ajot. Mia Bonzanigo îlham da Giger ji bo çêkirina nîgarên navdar ên Erotomechanics. Hunermendên wek Friedrich Kuhn û Timothy Leary di nava hevalên Giger de bûn.

Stîl û şêwaz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eserên Giger dikevin nava stîla surrealîzmê. Bandora surrealîzma fantastîk jî li ser wî gelek giran bû, ji ber ku çend hevalên Giger ên ji rewteka Viyana ya realîzma fantastîk hebûn, wek Ernst Fuchs û hwd.

Yek ji girîngtirîn mijarên wî yên hunerî hebûnên "biyomekanoîd" in: biyomekanoîd nîv mirov û ajal, nîv jî teknîk û mekanîzma ne. Gelek eserên wî yên biyomekanoîd elementên seksuel dikin mijar û lewra dibin sedema matmayîbûnê.

Giger ji bilî nîgaran gelek grafîk, peyker û mobîlya ava kir.

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hansruedi Giger jiyana xwe li Zurichê berdewam dikir û di 12'ê gulana 2014'an de ji ber ku kete xwarê û giran birîndar bû jiyana xwe ji dest da. [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]