Hattî
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (gulan 2026) |
Hattî an hattîyî gelekî kevnar ê serdema bronzê bû ku li Hattiyê, li Anatolyaya Navîn jiyane kirine. Ew bi zimanekî hattî yê taybet diaxivîn ku ne zimaneke semîtîk bû û ne jî zimaneke hind û ewropî bû. Tomarên arkeolojîk ên ji serdema bronzê a destpêkê û bi referansên dîrokî yên di çavkaniyên hîtît ên paşîn û di çavkaniyên din de hatiye destnîşankirin ku xelkekî bi navê hattî li Anatolyayê jiyane. Navenda wan ê sereke bajarê Hattûşê bû. Li hember berfirehbûna hîtîtan (ji dora sala 2000ê b.z. vir ve), Hattî hêdî hêdî (heta nêzîkê sala 1700ê b.z.) beşdarê nav rêzika nû ya siyasî û civakî ku ji aliyê hîtîtan ve hatibû ferzkirin ku hîtîtî yek ji gelên Anatolyayê bûn ku bi zimanê hind û ewropî diaxivîn. Hîtîtan navê welatê hattiyan ("welatê Hattî") bêguherandin hiştine ku ev jî bûye navê sereke yê Împeratoriya Hîtîtê.[1][2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ AKURGAL, Ekrem (1959). "URARTAISCHE KUNST". Anadolu (Anatolia). doi:10.1501/andl_0000000058. ISSN 0570-0116.
- ^ Bryce-Smith, D. (1 kanûna paşîn 1971). Organic aspects of photochemistry. The Royal Society of Chemistry. rr. 297–298. ISBN 978-0-85186-015-2.