Hawar (rojname)
Xuyakirin
Hawar rojnameyek rojane û xwerû bi kurdî ye. Rojnameya Hawar di 5'ê gulanê 2009'a li Amedê dest bi weşana xwe kir. Piştî ku Rojnameyên Azadiya Welat û berdewamiya wê Rojev ji alî dadgehên dewlata Tirk ve hatin girtin, ji dêlve wan rojnameya Hawar dest bi weşanê kir. Xwedî û berpirsyarê rojnamê Bedri Adanir e.
"Hawarên" kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rojname navê xwe ji Kovara Hawar digre. Kovara Hawar ku yekem car di sala 1933an de ji alî Celadet Elî Bedirxan ve hatibû derxistin, heta hingê kovara herî temendirêj bû û xwerû bi kurmancî bû. Herwiha di sala 1980'an de şoreşgerên Kurd yên di Girtîgeha Amedê de dîsa bi heman navî kovarek derxistibûn.
![]() | Ev gotara têkildarî rojnameyan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |