Hawêl

Xana Hawêl
Baykan
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Sêrt (parêzgeh)
Serbajar Hawêl

Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 30 gund

Gelhe (2020) 25.273[1] kes
Rûerd 594 km2
Berbelavî 49,1 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2020) 5.695 kes
Koordînat 38°9′49″Bk 41°47′3″Rh / 38.16361°Bk 41.78417°Rh / 38.16361; 41.78417
Bilindayî 725 m
Koda postayê 56460
Koda telefonê (+90) 484
Hawêl li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Hawêl
Hawêl
Hawêl (Tirkiye)

Hawêl, an jî Xana Hawêl (bi tirkî: Baykan), yek ji navçeyên Sêrtê ye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Navçe wekî berdewama Geliyê Bilîsê, di navbera çiyaysn de dimîne ango derûdore wê bi çiyayên asê girtî ye. Rêya dîrokî ya bazirganî û çûn û hatinê Riya Hevrîşimê, di navenda navçeyê re derbas dibe. Navçeya Hawêl xweyiyê daristaneke rengîn e û li herêmê bi hêşinahî û delaliya erdê xwe tê naskirin.Çemê Bilîsê ku di nav navçeyê re derbas dibe û li binê Sêrtê, dora Başûran navê wê dibe Çemê Başûran, vê delaliya navçeyê zêdetir dike. Li ser vî çemî gelek cihên soberiyê ango gol hene. Zarokên navçeyê havînan bi taybetî diçin xwe lê didin avê, tê de soberiyê dikin. Hin ji wan golên; Gola Reş, Mobîl, Ziftî, Gola Kuştî...
  • Li nava navçeyê navên hin deran; Newala Nîço, Tûyê Ebas, Banê Cado, Heze, Qirê û yên din. Di daristana navçeyê de ku gelek xweşik û rengîn e, darên Çilo û Çam hene. Li aliyê başûr ê navçeyê daristan berbelav e, lê beramberê vê yekê, li aliyê jorê navçeyê niha rût e.
  • Li navçeyê çend tax hene. Hin ji wan ên nû ne, yanê yên bi Tirkî, hin ji wan jî navên Kurdî yên kevn. Wekî mînak; navê rastî yê navçeyê, niha navê taxekê ye. Cihê pêşî yê navçe li wê derê ava bûye, niha wekî Taxa Hawêl tê zanîn. Ji bilî vê, taxeke bi nav Cefan jî heye ku hinek dûrî navçeyê dikeve. Taxa Şemê dîsa yek jî taxên navçeyê ye, lê belê îro di nava taxa Yenidogan'ê de dimîne û bi awayekî fermî ne tax e. Li ser kaşekê(herwaziyekê) dimîne. Taxa Karşiyaka dikeve aliyê başûr ê Çemê Bilîsê, ji ber vê jî wekî taxa 'aliyê din ê avê' jî tê nasîn. Taxên wekî Yenîdogan û Înonû jî du taxên ji navçeyê ne. Taxa Înonû dikeve binê Heze. Yenîdogan jî bi xwe di navenda bajêr de dimîne.
  • Li derûdore navçeyê gelek çiya hene, bêguman; ê herî navdarê wan çiyayan, Çiyayê Qelems e. Dikeve navbera Motkî-Motkan û Hawêl. Û ji nava navçeyê jî baş dixuyê. Ji bilî vê, çiyayekî bi nav Goregem jî heye ku dikeve pişta Taxa Hawêl. Li ser pozê Goregemê, gorek(tirbek) heye. Li tenişta gorê, darek heye ku li ser darê bi kêrê wiha hatiye nivîsandin: "Ez ji bona te heliyam." Çiyayên Mêrgelo, Şêx Hebîb, Sîser, Çiyayê Qulê jî ji çiyayên Xana Hawêl in.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm piştî sala 40'î dibe navenda navçeyê. Berî vê erdnîgarê navenda navçeyê li gundê Koxê bûye(ku ev gund niha bi ser vê navçeyê ye). Navê Tirkî yê niha tê bikar anîn, dîsa ji navê gundekî bi ser heman navçeyê yê bi navê Bayîkanê tê. Bayîka(Bayîkan) yek ji êlên bi ser federasyona Rojkanê ye. Navê Kurdî yê resen ji navê xanekî tê ku gavekê di navenda navçeyê de li kar bûye. Xan, bi navê Xana Hawêlê tê zanîn. Navê Hawêl ji mîrên Kurdên, Mîrên Hawêlê tê. Navê Kurdî hatiye qedexekirin û Rejîma Kemalîst navê wê kiriye Baykan.

Dema Mîrektiyên Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du ji mîrektiyên ku di berhema Şerefhanê Bedlîsî ya bi nav Şerefname de tê destnîşankirin, Mîrektiyên Derzîn û Girdikanê (bnr. Kurdikên) bi ser vê navçeyê ne. Şahqûlî Beg, Yaqûb Beg û Mihemed Beg, çend ji Mîrên van Mîrektiyên in. Tevî ku ev her du Mîrektî ji aliyê du malbatên lêzimeyê hev hatine bi rêvebirin jî, gelek caran li hev ne kirine. Gelek caran şer û ceng di navbeynkar wan de qewimiye. Wekî mînak; li hevne kirina wan a li ser gundê Minarê bûye sedem ku gelek caran bi hev bikevin û qirên bikin. Şahqûlî Beg ê Mîrê Derzînê ji bo ku vê pirsgirêkeyê safî bike, berê xwe dide Sarayê Osmanî (Dewleta Osmanî), Mihemed Begê Mîrê Girdikanê çawa ku seh dikê ku Mîrê Derzînê çûye Sarayê Osmanî, ew jî dide pey. Piştî ku Şahqûlî Beg ê Mîrê Derzinê ji Padişahê Osmanî destûrê werdigire ku Minarê bistîne, Mîrê Girdikanê tê, li aliyê Boluyê rêya wî digire û wî dikujê.

  • Niha li Derzinê kelheke bi nav Kelha Derzinê heye, lê gelek derên kelh hilweşiyane.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî statîstîkên, li navenda navçeyê nêzî 6.000 kesî dijîn. Ligel serjimara gelheya gundan, ev hejmar digihije 25.000'î. Şêniyê navçeyê ku hemû Kurd in, bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Dimilî / Zazakî diaxivîn. Her wekî ku li navenda navçeyê şênî hem bi Kurmancî, hem jî bi Zazakî diaxivîn, li gundên bi ser vê navçeyê jî şênî bi her du zaravayên diaxivîn. Ligel vê rewşê, li hin gundên jî gel bi tenê, bi yek zaravayê diaxivîn. Wekî mînak; li Maderênê bi Dimilî, li Werqanisê jî tenê bi Kurmancî diaxivîn.

Li navçeyê û derûdorên wê eşîrên wekî Etmankî, Porî, Çirî, Babosî, Siloqî û Hevêdî dijîn. Ji bilî wan eşîran, gelheyeke mezin a ji Şêx û Seydayên jî li navçeyê hene. Li beramberî wan, wekî binecihên herêmê Kurmanc ango Kurdên bê eşîr jî li navçeyê hene. Erbo, Werqanis, Derzin, Dodan, Minar... gundên wan in.

Rewşa îroyîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navên bajerokên bi ser navçeyê ve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Comanî (Atabağı)
  2. Weysil Qeran (Veysel Karani)

Navên gundên bi ser navçeyê ve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Erbo (Yarımca)
  2. Werqanis (Kasımlı)
  3. Taronî (Demirışık)
  4. Milo (Günbuldu)
  5. Şikarim (Derince)
  6. Arinc (Çamtaşı)
  7. Nêrban (Obalı)
  8. Tûtî (Ünlüce)
  9. Kîkan (İkizler)
  10. Derzin (Adakale)
  11. Gundo (Gündoğdu)
  12. Dodan (Ulaştı)
  13. Mezrê (Sarıdana)
  14. Dêreban (Dokuzçavuş)
  15. Girdikan (Çevrimtepe)
  16. Dêzlak (Narlıyurt)
  17. Ingêz (Engin)
  18. Minar (Dilektepe)
  19. Malabado (Çaykaya)
  20. Baqinê (Çelikli)
  21. Kelhok (Karakaya)
  22. Kox (Tütenocak)
  23. Mizê (Dedebakır)
  24. Narê (Sarısalkım)
  25. Siyanis (Gümüşkaş)
  26. Madaran (Meşelik)
  27. Çirê (Çukurca)
  28. Xelîkan (Ardıçdalı)
  29. Bayîkan (Yeşilçevre)
  30. Bilvanis (Ormanpınar)

Navên mezrayên bi ser gundên Xana Hawêl ve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Erbo: Zeviyasor (Sarıyurt)
  • Werqanis: Hawêlok-Hawêl(Bölücek)=[vala]
  • Nêrban: Kanîxiyarê(statûya vê ya mezratiyê tune ye), Çemêçawuş(Akbudak), Gayîna(Akdiken), Ginê(Köklü), Eyncirnî(Ocaklı), Qilîç(Kılıçlı)
  • Tûtî: Tehtêreş(Dumanlı)
  • Derzin: Mezrê(Toptepe), Canpîroz(Topraklı)
  • Girdikan: Şûşan(Kumluca), Serşkeft(Oymaklı), Taxik(Ulukapı)
  • Malabado: Bêmla(Geçit), Goreşan(Göreşan), Silhê(Bardaklı), Kevirgewr(Karataş)
  • Çirê: Dizkan(Aydınlar)=[vala], Kekuaz(Boyluca)=[statûya vê ya mezratiyê tune ye], Hişkedaran(Damlacık)=[vala], Kuçalan(Oğlaklı)=[statûya vê ya mezratiyê tune ye]
  • Dêzlak: Mûçura(Ayranlı), Baskan(Sıralı), Sadê(Uğurlu), Şiyan(Uzunkavak)
  • Bayîkan: Bostana(Bahçeli)=[vala], Homend(Çukurtaş), Îskerya(Doğruyol)=[vala], Êrê(Eğri), Bûzîkan(Umutlu)=[vala], Newala Aşan(statûya vê ya mezratiyê tune ye)=[vala], Basilkî(statûya vê ya mezratiyê tune ye)=[vala]
  • Xelîkan: Ciraq(Korucu)=[vala]
  • Kelhok: Zoqamir(Eğridere)
  • Kox: Koxa Xwahrê(Aşağı Tütenocak)

Nîşe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo bêhtir haydarbûna li ser navçeyê bêguman mezinên me, dê, bav, pîr û kalên me çavkaniyên herî spehî ne. Ji bilî wan, wekî pirtûk mirov dikare xwe bigihîne Şerefnameyê. Dîsa çend pirtûkên birêz Şakir Epözdemîr ên li ser dîrok û erdnîgariya bajêr heye;

Kurê Mîrê Derzin û Keça Gavanê Zeviyasor

Mîrekiya Derzin di Dîroka Mîrekiyên Zîrkan de

Zırkan Beylikleri Tarihinde Derzin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ [1]