Heşîna çîrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Heşîna çîrê, dolmeha çîrê, kutilka qeysiya hişkkirî xwarineke herêma Tolhildanê ye, bi taybetî li Semsûrê pirr tê xwarin.

Çiye çîr û çima kutilk e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorî norm û pîvanên pêjgeha kurd ev ne kutilk (dolmeh), xwarineke sêniyê (tiyan) ye. Lewra devên/perên qeysiya hişkkirî, wekî heşînên din an pelhevîrkê (şikeva) nayê girtin, gelek dijwar e.

Cemşîd Bender ew kiriye bin kategoriya kutilkê. Dibe ku wextekê ne ji çîrê (qeysiya hişkkirî) lê ji qeysiya teze (zerdele, şelane, mişmiş, arûnga Melediyê, qeysî, bi latînî: Prunus armeniaca) dihatibûye çêkirin û têkel wekî dolmehê dixistibûne nava qeysiyê ku wê gavê pêçîn jî hêsan dibe. Xebateke zanistî li ser pêjgeha kurd nehatiye kirin, nav û têgînên wê nehatine standardkirin.

Wekî pêşniyarek, navê vê xwarinê bibe çîrqeliya Semsûrê baştir dibe.

Berkeliya (melzemeyê) çîrqeliya Semsûrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 250 gr çîr (qeysiya hişkkirî)
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) şekir
  • 1/4 SA av
  • 1/2 SA kakilê gûzê
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê yê bêxwê (bêsolin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîrê di nava avê de nermijî bikin. Rûn li binê sêniyê (tepsî, mersef) bidin. Kakilê gûzê bipişirînin an bidin makîneyê. 1 KX şekir tevlî kakikê bikin, tevbidin û berdin nava çîrê.

Wekî dolmehê devê qeysiyan bigirin, li sêniyê rêz bikin. Av û şekirê bi ser de bikin, bavêjin firneyê.