Hebîbullah Letîfî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hebîbullah Letîfî
Posterek ji bo piştgirîkirina serbestberdana Hebîb "Hebîbê Azad"
Jidayikbûn
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hebîbullah Letîfî (bi tîpguhêziya ji farisî: Habibollah Latifi) li Zanîngeha Azad [1] xwendekarê dadê ye û çalakvanekî kurd e ku ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ve cezayê dardekirinê lê hatiye birrîn. Sedema tawanbarkirina wî qaşo şerkirina li dijî Xwedê ye. Tê îddakirin ku Hebîb endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ye û bi vê rêxistinê tevlî tundûtîjiyê bûye [2]. Lê Hebîb van îddayan qebûl nake.

Hebîb di çiriya pêşîna 2007an de hatiye girtin û di 2008an de cezayê mirinê, di rûniştineke tenê çend deqîqeyan domkir de, hat birrîn. Piştî vê biryarê çar mehan îşkence lê hat kirin.[3] û di 2009an de cezayê darvekirinê hat pejirandin [2] Parêzerê Hebîb di 22ê kanûna pêşîn a 2010an de daxuyand ku Hebîb wê yekşemê‚ di 26ê kanûna pêşîn a 2010an de‚ li zîndana Sineyê were dardekirin.[3] Parêzer ji dadger Sadiq Larîcanî ji bo bêhtir lêpirsînê bikin daxwazî kir.[4] Sibeha yekşemê Hebîb bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî.[5]

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji Îranê bo rawestandina cezaya darvekirinê daxwazî kir. Rêxistinê da zanîn ku dadgehkirina Hebîb di bin rewşên ne zagonî‚ li pişt deriyên girtî‚ pêk hatiye.[2] Rêveberê şaxa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Malcolm Smart weke ″Li ber çavan e ku Hebîbullah Letîfî ne li gorî standardên navneteweyî‚ bi awayê ne dadmendî‚ hatiye darizandin ku mîna biryara nefretbar tê xuyakirin″ daxuyanî da.[6]

Parêzerê Hebîb di derbarên îddayan de ji bo dadgehê daxuyand ku‚ di dema bûyerên Hebîb pê tê tawanbarkirin de ew ne li Sineyê bû.[3] Xwîşka Hebîb dibêje: ″Ez ji hemû rêxistinên Mafên Mirovan ji bo alîkariyê daxwaziyê dikim. Lê hîn jî ez difikirim ku divê çareserî ji hundirê welat bê dîtin.″ Hebîb ″xwendekarekî ciwan e ku ji xwezayê û çiyayên welat hez dike″.[7]

Girêdanên têkilîdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kathryn Tancos (25 kanûna pêşîn 2010). "Rights groups plead for clemency ahead of execution in Iran". CNN. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2010.
  2. ^ a b c "Amnesty International urges Iran to stop Kurd execution". BBC News. 25 kanûna pêşîn 2010. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2010.
  3. ^ a b c "We only have one day to save my brother's life". Payvand Iran News. 25 kanûna pêşîn 2010. Ji orîjînalê di 29 hezîran 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2010.
  4. ^ "Iran: la justice suspend la pendaison d'un militant kurde". Le Parisien. 26 kanûna pêşîn 2010. Ji orîjînalê di 22 îlon 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2010.
  5. ^ Hiedeh Farmani (26 kanûna pêşîn 2010). "Iran halts execution of Kurdish student: lawyer". AFP. Ji orîjînalê di 24 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2010.
  6. ^ Saeed Kamali Dehghan (25 kanûna pêşîn 2010). "Iran poised to execute student accused of being Kurd terrorist". The Guardian. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2010.
  7. ^ Roya Boroumand (25 kanûna pêşîn 2010). "Iran uses the holidays to announce the imminent execution of a student". The Huffington Post. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2010.