Hecî Fetahê Hezroyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hecî Fetahê Hezroyî yek ji zana û rewşenbîrên kurd ê Sedsala 20'an e. Hecî Fetah di sala 1892an de li gundê Zuxra Hezroyê hatiye dinyayê û di 21ê Sibata 1975an de jî ku roja Înê bûye, çûye ber dilovaniya Xwedê û li goristana bajarê Hezroyê ketiye wargeha xwe ya sermedî. Fetah Hezroyî kurê Sofî Muhemmed e û bi eslê xwe ji Hezana Licê ye. Di zarûktiya xwe de dev bi xwendina olî kiriye û piştre li Medreseya Kurdî domandiye. Dema ew bûye şazdesalî, bi xalê xwe Mela Ebdulah re çûye Hecê. Ji ber vê yekê ye ku ew, bi nasnavê hecîtiyê hatiye naskirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]