Helîmeya ard û qeliyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Helîmeya ard û qeliyê, helîseya Bidlîsê, helîmeya Bîngolê, helîseya ard û qeliyê li gelek herêmên Kurdistanê tê zanîn û xwarin. Ev helîse pirranî bo mêvanan tê çêkirin.

Berkeliya helîseya ard û qeliyê (Bidlîs)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 100-120 gr qelî
  • 50 gr rûnê ron
  • 1,5 lt av
  • 100 gr ard (arvan)
  • 1 serî pîvaz
  • 1-1,5 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KŞ îsota tûj (îsota sor, îsota pûlpelî)
  • Li ser daxwazê biharbêhneke (biharat) din

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîvê avê berdin beroş an quşxaneyê, ardê berdin navê, tevbidin. Divê ard baş bihele. Ava mayî jî berdin navê û xwê pê werbikin. Kelekî pê bînin û li ser agirê nizm jî bi qasî 10-12 deqe bikelînin. Divê jibîr nekin, her tevbidin.

Di rûnbirêşkê de, di nava rûn de pîvaza hûrkirî biqijilînin. Qeliyê wekî zarê (kûbîkî) tîke bikin, berdin nava pîvazê, hinekê biqelînin. Rûnbirêşkê (ango qeliyê) berdin quşxaneyê. Îsota sôr pê werbikin, bi tevdanê bi qasî 5-6 deqeyên din jî bikelînin.