Hellûşîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bergiriya xaneyî ya bergiriya giştî, bi rêbaza hellûşînê pêk te.
Hellûşênera gewre hokara nexweşiyê qûtdide

Ji aliyê xirokên spî ve daqurtandina (xwarin) hokarên nexweşiyê, wekî hellûşîn, daûrandin an jî fagosîtoz tê navkirin (bi înglîzî phagocytosis[1]). Xaneyên karê hellûşînê pêk tînin jî wekî hellûşêner (fagosît) bi nav dibin. Hellûşîn corek ji rêbazên bergiriya giştî ye. Heke hokara nexweşiyê ji çerm û linceperdeyê derbasî nav laş bibe, bergiriya xaneyî çalak dibe. Xaneya dendrîdî, hellûşênera gewre û nêtrofîl berbesta yekemîn a xaneyî ya laş in û bi hellûşînê[2], rê li ber hokarên nexweşiyê digirin. Xaneyên hellûşêner bi awayek çalak, li her derê laş de, di nav xwînê, an jî li nav xane û şaneyan de digerin. Heke rastê hokarên nexweşiyê werin, hellûşêner hokarên nexweşiyê qûtdidin (daqurtînin) û têkdişkînin[3]. Ji ber ku li ser rûyê hokarên nexweşiyê de nexşên molekulên tekîldarê hokarên nexweşiyê (PAMPs) heye[4], xaneya hellûşêner bi alîkariya wergirên nasîna nexşan(PRRs)[3] ji hebûna hokara nexweşiyê (dijepeydaker) haydar dibe. Dema hokara nexweşiyê bi wergirên nasîna nexşê re ket têkiliyê(temas), ev beşa parzûna xaneyê ber bi sîtoplazmayê ve tê kişandin. Parzûna hellûşênerê bi zirpêyan hokarên nexweşiyê dorpêç dike û hokara nexweşiyê dixe nav kisikê, ev kîsik wekî fagozom tê navkirin. Lîzozom endamokek xaneyê ye û enzîmên herisînê lixwe digire. Lîzozomên xaneya hellûşênerê, xwe bi fagozomê ve dizeliqînin, ev pêkhate wekî fagolîzozom tê navkirin. Lîzozom, enzîmên herisînê ber dide ser hokara nexweşiyê. Enzîm hokara nexweşîyê diherisîne û têkdişikîne, hin madeyên neherisbar û bêkêr bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin. Bi vî awayê di nav xwîn û derdora xaneyan de rê li ber zêdebûna hokorên nexweşiyê tê girtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Definition of PHAGOCYTOSIS". www.merriam-webster.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2018.
  2. ^ author., Betts, J. Gordon, 1954-. Anatomy & physiology. ISBN 9781938168130. OCLC 900895954. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ a b Shaw, Pamela (6 tebax 2014). "Ross and Wilson Anatomy and Physiology in Health and Illness – Twelfth edition Waugh Anne and Grant Allison Ross and Wilson Anatomy and Physiology in Health and Illness – Twelfth edition 528pp £31.99 Elsevier 978 0 7020 5325 2 0702053252". Nursing Standard. 28 (49): 32–32. doi:10.7748/ns.28.49.32.s38. ISSN 0029-6570.
  4. ^ author., Clark, Mary Ann, author. Choi, Jung Ho, 1956- author. Douglas, Matthew M., 1949-. Biology. ISBN 9781947172517. OCLC 1052621913. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)