Hemedê Dûman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hemedê Dûman
Navê rastî
Mihemed Xelîl Xazî
Jidayikbûn8ê adarê 1929
Mirin5ê tebaxê 2020
Enqere, Turkey
EsilKurd
HevwelatîSyria
PîşeKemenjen û dengbêj
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mihemed Xelîl Xazî yan Hemedê Dûman (jdb. 1929 - m. 2020) hunermend û kemanjenekî kurd bû.

Malbata Dûman ji Başûrê Kurdistanê koçberî Bakurê Kurdistanê dibin û pişt re li bajarê Kobaniyê dimînin. Hemedê Dûman di sala 1929an de li bajarê Kobaniyê, gundê Şêranê, ji dayik bûye[çavkanî hewce ye] û jiyan û hunera xwe li bajarê Kobaniyê berdewam kiriye.

Binemala wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Hemedê Dûman bi eslê xwe ji bajarokê Pirdê (Altun Koprî) ne yê li ser bajarê Kerkûkê, lê bapîrên Dûman pêş 200 salî koçberî Bakurê Kurdistanê kirin û pişt re li bajarê Kobaniyê bi cih bûn. Dayika Dûman ji bajarokê Bêlqîsê ye ku bi eslê xwe turkmen e.

Jiyan û destpêka hunera xwe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemedê Dûman bi temenê 12 salî li bajarokê Bêrecûkê xwe fêrî kemanê dike û ji ber ku malbet kurtedemekê li bajarê Sêwregê mabû bi zaravayê dimilî yan kirmanckî dizanibû û di nav malbeta xwe li Kobaniyê bi zaravayê kurmanciya jêr yan soranî diaxifîn lewra kobaniyan digotin "zimanê dûmanî". Dûman bi kemanajeya xwe tevlî şevbirkên Baqî Xido, Hafizê Kor, Cemîl Horo û gelek hunermendên herêmê dibû. Di sala 1972an de diçe Beyrûtê û tevlî konserteke Mihemed Arif Cizrawî û Îsa Berwarî û Gulbuharê dibe

Belgefilma Dûman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hunermend û lêkoler Memo Seyda belgefîlmekî bi navnîşana Dûman, refek kevok, dîrok û bîrok li ser jiyana 90 salî ya kemenjen û dengbêj Hemedê Dûman amadekiriye, Memo Seyda ew belgefîlmê bi dirêjahiya 48 deqan wekî nameya derçûna masterê ji beşa muzîk ji Zanîngeha Stembolêya Teknîkê amade kiriye. Ew belgefilma jiyana koçberiyê ya Dûman nîşan dide, jiyana ku bûye qedere miletê kurd bi tevahî. Herwiha di sala 2019an de, belgefîlm di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê beşdar bibû.

Wesiyeta wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî êrîşa Daişê kemenjen û dengbêj Hemedê Dûman ji bajarê Kobanî koçberî herêma Qonya li Turkiyê dike. Wesiyeta xwe ya dawîn ku li herêma Kobaniyê li tenişta gora Baqî Xido were veşartin, lê ji ber nexweşiya koronavîrusê, term bi awayekî demkî li gundê Ziyareta Sirûcê hate binaxkirin, li benda vekirina sînoran da ku termê wî veguhesin Kobaniyê.

Koça Dawîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hunermend Hemedê Dûman di 5ê tebaxa 2020an de li nexweşxaneyeke Enqerê (Tirkiye) çû rehmetê.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Eyşê eyşê[1]
  • Heso Heso[2]
  • De rabe - Hat karwanê [3]
  • Baviko[4]
  • Lore Lore

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

https://www.facebook.com/mihemededuman/

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]