Henry Fonda
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê jidayikbûnê |
Henry Jaynes Fonda |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Salên çalak |
- |
Bav |
William Brace Fonda (d) |
Dê |
Elma Herberta Jaynes (d) |
Hevjîn | |
Zarok | |
Qadên xebatê |
Acting (en), fîlm, Şano, televîzyon, filmmaking (en) |
Partiya siyasî |
Partiya Demokratîk (en) |
Artêş |
United States Navy (en) (- |
Payeya leşkerî |
Lieutenant (junior grade) (en) |
Şerê tevlêbûyî | |
Bejn |
1,85 m |
Représenté par |
Music Corporation of America, Inc. (d) |
Şêweyên hunerê | |
Xelat | Lîsteya berfireh Bronze Star Medal Star on Hollywood Walk of Fame (d) Eagle Scout (en) Grammy Award for Best Audio Book, Narration & Storytelling Recording Tony Award for Best Actor in a Play (en) () BAFTA Award for Best Foreign Actor (d) () AFI Life Achievement Award (en) () Kennedy Center Honors (en) () Academy Award for Best Actor (en) () Academy Honorary Award (en) () |
Fîlmên navdar |
Henry Fonda filmography (en) |
Henry Fonda (jdb. 16ê gulana 1905an li Grand Island – m. 12ê tebaxa 1982an li Los Angeles, Kalîforniya) lîstikvanekî amerîkî bû. Ew wekî lîstikvanekî herî watedar tê naskirin. American Film Institute di lîsteya 25 Lîstîkvanên herî gewre ê mêr de, wî di rêza 6an de bi cî dike.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fonda di ciwaniya xwe de dixwest bibe rojnamevan lê di salên 20an de ew tevlî grupeke şanoyê, ku ji aliyê Dorothy Brando (diya Marlon Brando) ve dihat birêvebirin, bû. Dû re wî dest bi Zanîngeha Minnesotayê kir. Li wê derê wî û James Stewart hev du nas kirin û hevaltiya wan heta dawiya emrê wan dewam kir.
Di salên 30an de ew çû Hollywoodê. Fîlmê yekem ku ew tê de lîstî The Farmer Takes a Wife e. Di 1936an de bi Seymour Brokaw re zewicî, ji vê zewacê du zarokên wî Jane û Peter çêbûn.
Fonda di Hollywoodê de zû navdar bû, ew bi derhênerên xwedî nav mîna William Wyler û Fritz Lang re xebitî. Di 1941ê de ew ji bo rolê xwe di fîlmê The Grapes of Wrath de, wekî namzed di beşa Lîstikvanê herî baş ji bo Oscarê hatiye vexwandin, lê bi ser neket û hevalê wî James Stewart ev xelat wergirt.
Di salên 40î de ew di gelek fîlmên western de lîst. Di sala 1950an de jina wî xwe kuşt, vê yekê têsîreke giran li ser wî kir, 5 salan wî di ti fîlmî de cih negirt.
Di 1956an de di fîlmê Alfred Hitchcock ê bi navê The Wrong Man de cih girt. Wekî din bi derhêneren weke Sidney Lumet û Sergio Leone re jî xebitî.
Fonda tim di fîlmên xwe de rolê zilamê durist, girane ye ku hevalê heqiyê ye û li dijî neheqiyê şer dike, dilîst, lê ji bilî fîlme C'era una volta il West ku di bin derhêneriya Sergio Leone de hatiye çêkirin. Di vî filmî de ew mêrkujekî be ûjdan ku çavên wî ji kuştina jin û zarokan jî naşikiye dilîze.
Di 1981ê de wî ji bona karê xwe yê giştî di sînemayê de xelata Oscarê sitand.
Henry Fonda di 12ê tebaxa 1982an de jiyana xwe ji dest da.
Çend mînak ji fîlmên Henry Fonda
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1935: The Farmer Takes a Wife
- 1937: You Only Live Once
- 1939: Young Mr. Lincoln
- 1939: Jesse James
- 1940: The Grapes of Wrath
- 1941: The Lady Eve
- 1943: The Ox-Bow Incident
- 1948: Fort Apache
- 1955: Mister Roberts
- 1957: The Wrong Man
- 1957: 12 Angry Men
- 1959: Warlock
- 1961: The Longest Day
- 1962: How the West Was Won
- 1964: Fail-Safe
- 1965: In Harm's Way
- 1966: A Big Hand For The Little Lady
- 1969: C'era una volta il West
- 1973: Il mio nome è Nessuno
- 1979: Meteor
- 1981: On Golden Pond