Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Herêma Kurdistan hat beralîkirin)
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
حکوومەتی هەرێمی کوردستان
Alaya Kurdistanê Nîşana Herêma Kurdistanê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî:
An Kurdistan an Neman (kurmancî)
ئان کوردستان ئان نەمان (soranî)
Sirûda netewî: Ey Reqîb
Cihê hikûmeta herêma Kurdistanê
Cihê hikûmeta herêma Kurdistanê
Zimanên fermî Kurdî
Zimanên hindikanî Asûrî
Ermenî
Tirkmanî
Navê nîştecihan Kurd
Paytext Hewlêr
Sîstema siyasî Demokratîk
 - Serokdûgel
 - Serokşalyar
Nêçîrvan Barzanî
Mesrûr Barzanî
Rûerd
 - Giştî

40.643 km2
Gelhe
 - Giştî (2015[çavkanî hewce ye])
 - Berbelavî

5.500.000 kes
69 kes/km2
Serxwebûn 1970[çavkanî hewce ye]
Dirav Dînar
Dem UTC+3
Koda telefonê 964

Hikûmeta Herêma Kurdistanê desteya rêveberiya fermî ya otonom e ku niha li Başûrê Kurdistanê ye. Kabîneya hikûmetê ji aliyê piraniya partiyê yan lîsteya ku serokwezîrê siyaseta Herêma Kurdistanê jî hildibijêre, tê hilbijartin. Serokwezîr rasterast ji aliyê hilbijêrên herêmê ve tê hilbijartin û serokê kabînê û serokê dewletê ye ku desthilatên cîbicîkirinê ji kabîneyê re vedibêje. Serokwezîr bi kevneşopî serokê saziya qanûndanînê ye lê di heman demê de desthilata cîbicîkirinê bi serokê herêmê re jî parve dike.[1] Serokê Herêma Kurdistanê di heman demê de fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar ên Pêşmerge ye.[2]

Navên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê fermî li gorî makezagona Iraqê "Herêma Kurdistanê"[3] be jî, navê wê yê bi timî "Herêmî Kurdistanî Êraq" e (bi erebî: إقليم كردستان العراق, Iqlīm Kurdistān al-‘Irāq). Herwiha, rêveberiya herêmê navê "Kurdistan-Iraq" jî bi kar tîne. Berî sala 2005an navê herêmê bi tenê "Herêma Kurdî ya Serbixwe" bû.

Bi ingîlîzî navê wê Kurdistan Regional Government e.

Navekî din jî "Başûrê Kurdistanê" ye lê belê ev nav hemû derên Iraqê ye ku kurd tê de dijîn. Lewra hikûmeta herêma Kurdistanê perçeyeke başûrê Kurdistanê ye.

Rewşa fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye û gorî makezagona Iraqê û dadmendiya navneteweyî bi fermî tê nasîn. Di qada navneteweyî de wekî federasyona kurdan a li Kurdistana Îraqê xebatên xwe didomîne. Bingeha xwe ji têkoşîn, mafê xwezayî yê gelan, erdnîgariya Kurdistanê û peymanên morkirî yên di navbera kurd û pergala Baesê li Îraqê digire. Tê zanîn peyman di adara 1970î de ji aliyê serokê kurd Mele Mistefa Barzanî û serokdûgelê Îraqê yê heman heyamê Sedam Huseyn ve hatibû morkirin.

Mezinahî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sînorê fermî yê Hêrêma Kurdistanê yê îro û herêmên Kurdistanê ên derveyî desthilatiya kurdî

Li gorî peymana xweseriyê ya 11ê adara 1970an mezinahiya herêmê bi 37.000 km² hat sînordar kirin, û li gorî peymanê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanî tê de bûn. Lê kurd bajarên Kerkûk û Mûsilê bixwazin jî, daxwazên wan ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve (ji ber tirkman û erebên ku di wan herêman de dijîn) hat redkirin.

Mezinahiya herêmê ya îro qasî 80.000 km² ye. Tê de nêzî 7 mîlyon kes dijîn û ji wan bi tenê 4 mîlyon kurd in. Di makezagona herêmê tê xwestin ku bajarên Xaneqîn, Mendelî (yên ku di parêzgeha Diyala de ne), Bedre (di parêzgeha al-Wasît de) û parêzgeha Kêrkûkê jî tevli hikûmeta herêmê bibin. Ji ber vê yekê giştpirsiyek ji bo sala 2007an hatibû amadekirin, lê heta niha ev giştpirsî nehat bicihkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dîroka Başûrê Kurdistanê

1900-1943[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêx Mehmûd Berzencî li Kerkûkê, 1922

Piştî salên 1900an de li herêma Barzanê bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî ve serhildanek li dijî osmaniyan hatiye destpêkirin. Kurdên deverê nedixwast Osmanî li herêmên wan birêve bibin. Nerazîbûnên Şêx Ebdulselam heta 1914ê berdewam kir. Jixwe li sala 1914ê dema Şêx diçe hevdîtina Simkoyê Şikak li Bajêrga Mezin ji aliyê hindek kurdên xwefiroş tê girtin û teslîmî Osmaniyan dikin. Di encamê de li Mûsilê tê darve kirin. Lê ev kuştin netewperweriya di dilê kurdan de navemirîne. Jixwe paşî şerê cîhanî yê yekem destpê kir. Di vî şerî de ingilîzan Osmanî ji Başûrê Kurdistanê derxistin û şereke qirêj di navbera van herdu hêzan li Başûr qewimî.

Ji bo kurdan em dikarin bibêjin şerê parvekirina kurdistanê. Kurdistana osmaniyan bû sê parçe. Bi Peymana Sykes–Picot jî ev parvekirin hatiye fermîkirin. Li Tirkiye, Suriyê û Iraqê kurd ji hev hatin veqetandin. Kurdên Iraqê bi taybetî ketin bin desthilata ingilîzan. Dema Başûrê Kurdistanê ket bin desthilata ingilîzan de nerazîbûnên kurdan rûdan. Li Zaxo yekem serhildana dijî ingilîzan rûda ku kurdên deverê nexwastin ji layê ingilîzan bên rêvebirin. Bi taybetî eşîra Goyiyan li dijî ingilîzan serî hildabû.

Li bihara 1918ê de ingilîzan Kerkûk û Xaneqîn dagir kirin. Di vê dagirkirinê de yekem car bû kurdan alikariya ingilîzan kirî. Bi rêberiya Şêx Hemîd Telebanî ingilîzan gelek deverên kurdan ji tirkan standin [4]

Şêx Mehmûdê Berzencî li herêma Silêmanî kesekê binavûdeng bûye. Berî ingilîz tên herêmê Şêx Mehmûd osmaniyan ji Silêmanî derdixe. Bi ingilîzan lihevtê û desthilata xwe li devera Silêmanî îlan dike. Lê her roja diçe navbera wî û İngilîzan xerab dibe heta ku İngilîz gelek erkên wî ji destê wî distînin. Li gulana 1919ê Şêx Mehmûd dijî vê nerazîbûnê xwe nîşan dide û li silêmanî desthilatê bi temamî dixe bin destê xwe. Di navbera hêzên wî ingilîzan de gelek şer çêdibin. Di hezîrana 1919ê de jî Şêx Mehmûd ji layê ingilîzan ve tê girtin û tê sirgûnkirin.

Li çileya 1919an de jî li devera Amêdiyê li dijî ingilîzan nerazîbûn hatin nîşan dan. Di dawiya salê de ev nerazîbûn bi çekên giran hat aşt kirin.

Polîtîkayên ingilîzan li ser dagirkirina Başûrê Kurdistanê roj bi roj rastî nerazîbûnên kurdan dihat. Li herêma Barzan jî nerazîbûnan nîşan da. Guherîna statûya herêmê ji aliyê ingilîzan tesîr li kurdan kir. Şêx Ehmed Barzanî ku birayê Şêx Ebdulselamê Barzanî ye li dijî ingilîzan şerê çekdarî da destpê kir. Birayê wî Mela Mistefa Barzanî jî di van şeran de bi awayeke çalak dixebitî. Lê ji ber çekên giran yên ingilîzan hêzên kurd xwe neragirtin û çûn çiyayên Kurdistanê.

Li sala 1920ê de jî li Mûsil û Hewlêrê eşîra Sûrçiyan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li sala 1921ê de jî li Iraqê giştpirsî tê kirin. Emîr Faysal li vê salê dive keyê Iraqê. Êdî li Iraqê di bin mandateriya ingilîzan de rêvebirina key Faysal destpê dike.

Piştî desthilata key Faysal desthilata sîvîl ya ereban li herêmê destpê kir. Lêbelê li herêma kurdan taybetî jî li Silêmanî pêvçûn û şer kêm nedibûn. Nebûna otorîteyeke wek Şêx Mehmûd aşkera bû. Ji ber van sedeman li sala 1922yê Şêx Mehmûd Berzencî hatiye efû kirin û ji sirgûnê hatiye Silêmanî. 12ê çiriya pêşîn a 1922yê desthilata xwe li Silêmanî dîsa îlan kir. Her roja diçû xwe bêhtir desthilatê hemû Kurdistanê hîs dikir. Li çiriya paşîn a 1922yê de jî xwe wek Keyê Kurdistanê îlan kir. Li ser vê ingilîzan jî êrîş bir ser Silêmanî û bi firokeyan Silêmanî ji hewayî hatiye bombebaran kirin. Li çiriya pêşîn a 1923ê Şêx û hevalên wî Silêmanî terk dikin û diçin çiyayên Kurdistanê. Her wisa berî vê rûdanê ingilîzan êrîş biribû li ser hêzên Ozdemîrê tirk li Rewandizê. 19 nîsana 1923yê hêzên Ozdemîr têkçûn û êdî deng ji tirkan derneket li Başûra Kurdistanê. Şêx Mehmûd li sala 1927ê hatiye efû kirin û vegerî Silêmanî.

Li sala 1931ê de ji ber gelek sedeman li herêma Barzan bi rêberiya Şêx Ehmed Barzanî ve serhildanek din hatiye dest pê kirin. Li sala 1932yê bi alikariya hêzên hewayî yên brîtanyayê, hêzên Iraqê devera Barzan dagir kir û Şêx Mehmûd û hevalên wî, derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Lê dewleta Tirkiyeyê Şêx Ehmed Barzanî bi şerta nekuştina wî teslîmî dewleta Iraqê kirin. Iraq van kesan Mela Mistefa Barzanî jî di nav de koçî Silêmanî dike.

Şoreşa Barzanî, 1943[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şoreşa Barzanî 1943

Nêzî deh salan li Başûrê Kurdistanê bêdengiyek dikeve. Di wan navberan de li Başurê Kurdistanê guherînên siyasî çêdibin û tevgerên modern ava dibin. Li sala 1935ê de partiya Hîwa hatiye ava kirin. Têkiliyên vê partiyê li gel Mela Mistefa hebûn. Endamên Hîwayê leşkerên pîlebilind bûn ku di artêşa Iraqê de dixebitîn. Di wexteke wiha de li sala 1943yê Mela Mistefa Barzanî ji Silêmanî direve û diçe herêma Barzan. Li Barzan dest bi çalakiyan dike, gelek noqteyên dewleta Iraqê distîne. Alîgirên wî her roja diçe zêde dibin. Hemû Başûrê Kurdistanê dikeve bin tesîra Mela Mistefa û dewleta Iraqê ditirse ku hemî kurd li dijî wan dest bi serhildanê bikin.

Çalakiyên Mela Mistefa hêdî hêdî feydeyên xwe dide kurdan. Li dawiya sala 1943yê hikûmeta Nurî Seîd tê ava kirin. Di kabîneya wî de kesekê bi navê Mecît Mistefa tê dibe wezîr ku tenê ji kar û emelên kurdan mesûl bû. Ev pêngav ji bo kurdan baş bû ku dewletê yekem cr bi awayeke fermî kurd wek hevparê dewletê qeb3ul kirin. Kurd ji ber vê pêngavê gelek memnûn bûn. Lêbelê di sala 1944ê de dema serokwezîr Nurî Seîd diçe Filistînê bêyî civata wezîran kom dibe û hindek biryaran dide. Bi dûçûna wan biryaran; divêt Mela Mistefa ji welat derkeve, li herêma Barzan li herderê noqteyên leşkerî werin danîn hwd [5]. Ji ber van pirsgirêkan serokwezîr Nurî Seîd li sala 1944ê îstîfaya xwe da. Paşî şer id navbera dewleta Iraq û hêzên Barzanî rûda û di dawiyê de hêzên Barzanî ji Iraqê çûn ber bi Iranê ve. Li wê derê jî di damezrandina Komara Kurdistanê de roleke mezin lîstin. Piştî têkçûna hereketa Mela Mistefa, Hîwa belav bû. Piştî vê belavbûnê li sala 1945ê de Partiya Komûnîsta Kurd an ku Şoreş hatiye ava kirin. Ev partî jî dibe bingeha Rizgarî Kurd.

Li 14ê tîrmeha 1958ê şoreş li Iraqê peyda bû. Desthilata keyaniyê xelas û komara parlamaneterî destpê kir.

Derbeya Leşkerî li Iraqê, 1958[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî şoreşê ku bi rêberiya Ebdulkerîm Qasim birêveçûyî makezagon hatiye çêkirin. Yekem car kurd di makezagonê de hatin nivîsîn ku Kurd û Ereb gelên hevpar yên vê dewletê ne û mafen wan di bin sîwana Iraqê de tên nasîn[6]. Mela Mistefa Barzanî jî piştî şoreşê vegerî welat. Gelek reform ji bo kurdan hatin çêkirin, bi taybetî jî ji layê çandî ve. Di radyoya Bexdayê de êdî zaravayê kurmancî jî hatiye bikaranîn. Hêjayî gotinê ye ku malbata bazraniyan jî kurmancin û diyar e ku daxwazeke wan û alîgirên wan bûye. Ev jî nîşan dide ku li Başûrê Kurdistanê li ber tenişta soranî, kurmancî jî dibû zimaneke sereke.

Wî wextî li Kerkûkê gelek pêvçûn û şerên navxweyî çêbûn. Bi dûçûna angaştan kurd û komûnîstan dijî tirkmenan şer kir û gelek tirkmen kuştin. Bi dûçûna Wadie Jwaideh, Mela Mistefa Barzanî di nav vî şerî de nbû [7].

Şoreşa Îlonê, 1961[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şoreşa Îlonê
Ji destê rastê bo çepê; Celal Telebanî, Ehmed Tofîq, Mela Mistefa Barzanî, Hejar(Helbestvanê neteweyî)

8ê tîrmeha 1962yê dewleta Iraqê li Qilabana girêdayî Hekariyê, wî wextî navê wê Gerûr bû, êrîşek anî ser herêmê. Her wisa 15ê tebaxê jî dîsa êrîş anî ser herêmê. Îdiya wan ew bû ku kurdên Iraqê revîne Tirkiye û Tirkiye jî alîkariya wan dike. Ev pirsgirêk di navbera van dewletan de bû sedemên xerabûna têkiliyan.

Destxistina xweseriyê, 1970[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hevpeymana Iraqê li gel Mela Mistefa Barzanî ji bo xweseriya Başûrê

Şoreşa îlonê gihişt armanca xwe û kurdan xweserî bidestxıst. Li gorî peymana xweseriya 11ê adara 1970an pêwîst bû pênc şalyarên kurd li Bexda di hikûmeta Iraqê de cih bigrin, yek ji wan lawê herî mezin ê Barzanî Ubeydullah bû. Di sala 1974an de Taha Muhi ad-Din Maʿruf (bi eslê xwe kurd) bû pîgarê serokê Iraqê. Heta niha dûgela ku tê de zimanê kurdî wek zimanê fermî tê bikaranîn Iraq e - lê bi tenê di sê parêzgehên herêmê de. Lê pirsgirêka Kerkûkê nehate çareser kirin

Wî wextî têkiliyên Îran û Iraqê ji ber pirsgirêka Şetelereb gelek dijwar bûn. Her wiha DYA jî piştgiriya Îranê dikir. Lêhevhatina kurd û Bexdayê, Şahê Îranê gelek aciz dikir û dixwast ku kurd li dijî Iraqê şerê xwe berdewam bikin. Heta ku DYA jî qanî kir ku alîkariya kurdan bike.Di konjunktûreke wiha de, Hikûmeta Bexdayê qebûl nekir ku Kerkûk axa Kurdistanê ye. Xeta sor ya Mela Mistefa jî kurdistanîbûna Kerkûkê bû. Di encamê dê Mela Mistefa Barzanî biryar da ku li sala 1974ê dîsa serhildan da destpêkirin. Lê zêde dewam nekir. Iraq û Îran bi hevpeymana Cezayîrê lihevhatin û pirsgirêkên xwe çareser kirin. Di encamê dê Iraq ji mafên xwe yên li ser Şetelerebê xwe vekişî. Hemberî vê Îranê alîkariya xwe ya ji kurdan re vekêşa.

Şikestin, 1975[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî xiyaneta Îran û DYAyê kurd bêçare man. Di vê neçariyê de Mela Mistefa Barzanî li 23yê adara 1975ê dê daxuyand ku serhildana kurdan bidawî hat. Lê herkesê ev daxuyanî qebûl nekir. Celal Talebanî cîgirê Mela Mistefa bû û di warê siyasetê dê gelek jêhatî bû. Xwedî îdyolojiya marksîst bû. Wî rawestandina serhildanê qebûl nekir û di heman salê de YNK ava kir û dest bi xebatan kir. Êdî PDK û YNK cuda cuda pêşmerge hebûn û şerê gerîlayî dan destpêkirin.

Dema Şerê Îran û Iraqê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1979ê de li Îranê şoreşa îslamî bi serket û dewleta Îrane ket bin kontrola îslamiyan. Her wisa li Îranê dijî îslamiyan jî, dij-şoreş hatiye destpêkirin. Di encamê de rêvebirina dewleta Îranê ket bin kaoseke mezin de. Dewleta Iraqê jî fersend dît ku bi zeîfbûna Îranê dikare Xûzistanê ku gelheya wê bi giştî ereb in dagir bike. Lê ev pêngava Sedam Huseyn bû sedema şerekê 8 salan. Şer bi giştî jî li herêmên kurdnişîn rûda û Kurdistan dîsa bû meydana şer.

Li salên 1980yan de li Başûrê Kurdistanê aktorekê din jî peyda bû ku êdî di dîroka Başûrê Kurdistanê de roleke mezin dê bilîze. PKK piştî derbeya leşkerî li sala 1980ê li Tirkiyeyê, çûn Başûrê Kurdistanê û li wir binecih bûn.

Li tîrmeha 1983ê de di navbera PDKê û PKKê de hevpeymana Prensîbên Hevkariyê hatiye destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê ev herdu hêz dê li dijî emperyalîzmê alîkariya hev bikin. Jixwe berî vê hevpeymanê Tirkiyeyê bêhna yekitiya kurdan hîs kiribû, ji ber wê di gulana 1983yê de êrîş bir Başûrê Kurdistanê[8]. Her wisa di heman salê de hêzên kurd li dijî Iraqê dest bi şerê çekdarî kir. Îran û hêzên kurd dijî hêzên Iraqê alîkariya hev dikir.

Komkujiya Enfalê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Komkujiya Enfalê

Di şerê Îran û Iraqê de PDK bi alîkariya Îran şer li dijî Iraqê da destpê kirin. YNKyê got ew ê li dijî Îranê şer bikin û bi Hikûmeta Bexdadê ketin têkiliyê lê ev rewş heta sala 1985ê berdewam kir. YNK jî biryar da ku li dijî Iraqê şer bike. Li sala 1987ê Hikûmeta Bexdayê hereketa enfalê da destpê kirin. Di encamê de gelek herêmên kurdistanî bi gazên kîmyewî hatin bombebaran kirin. Bajarê Helebçe jî yek ji wan niştecihan bû ku 16ê adara 1988ê bi bombeyên kîmyewî êrîş lêhate kirin. Di encamê 5 hezar kurd hatin kuştin.

Piştî Hereketa Enfalê PDKê û YNKê bi navê Eniya Kurdistanê ya Iraqê komxebatek ava kirin û bi hevre xebat kirin. Heta dagirkirina Kûwêtê ji aliyê Iraqê, pêşmergeyan li çiyayên Kurdistanê şer li gel hêzên Iraqê dikir.

Daxuyandina herêma ewle[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî şerê Iraq û Kuweytê li sala 1991ê, bi taybetî welatên li Kendava Besreyê bûn cihê dewletên rojavayî, bi taybetî jî DYAyê. Piştî têkçûna Iraqê li dijî Kuweyt û dewletên rojavayî, li Iraqê bi taybetî li bajarên kurdan li Ranya û şîiyan serhildan li dijî rêvebirina Sedam Huseyn hatiye kirin. Berî ku serhildan destpê bike,29ê kanûna paşîn a 1991ê partiyên kurd ji cehşan re efûyek daxuyand û ew jî tevlî serhildanê bûn. Di encamê de gelek bajêr ketin bin destê serhildêran de. Li Başûrê Kurdistanê li Ranyayê ji aliyê gel ve raperîn hatiye destpê kirin kû hemî partiyên kurdistanî ku pdk, ynk, pkk, îslamî tê de. Lê hêzên Iraqî piştî vemirandina serhildanên Şîiyan vegerîn bo Kurdistanê û yekûyek bajarên kurdan dagir kirin. Di encamê de gelek kurd ber bi sinorên Tirkîyeyê û Îranê ve bûn koçber û qeyranên însanî derketîn. Tirkiyeyê û Îranê jî nedixwast van kurdan werbigirin welatê xwe û dixwastin li Iraqê bimînin.

Hêjayî gotinê ye ku Micahîdên Gel di şerê navbera Bees û kurdan de gelek alîkariya Sedam Huseyn kir. Jixwe Sedam jî gelek alîkarî dabû vê rêxistinê dijî Îranê[9]

5 nîsana 1991ê de Neteweyên Yekgirtî biryarek bi jimara 688 wergirt û ji bo kurdan herêmên ewle hatin afirandin. Her wiha ji budçeya Iraqê %13 dahatû ji bo sê parêzgehên Kurdistanê hatiye biryar dan. Piştî vê biryarê DYAyê û dewletên rojavayî nehêla ku Iraq êrîşên hewayî li dijî kurdan pêk bîne. Piştî van derfetên bo kurdan çêbûn, gelek rêxistin û partî jinûve jîndan. Hêjayî gotinê ye ku herêma ewle ji bo paralela 36 û bakurê wê hatibû îlamkirin. Di vê herêmê de Zaxo, Duhok, Hewlêr dihate parastin lê Silêmanî û Kerkûk nehate parastin. Mûsil jî her çend di nav herêma ewle da be jî, di bin kontrola Sedam Huseyn da bû ku nîv welatiyên vî bajarî erebên sunî bûn.

Avabûna hikûmeta Başûrê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1992yê Eniya Kurdistanê ya Iraqê biryar da ku hikûmetekê û meclîseke herêmî ava bikin. Di roja 19ê gulana 1992an parlamena herêmê ji nû ve hat hilbijartin û YNKê (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê) 50 kursî, ya PDKê (Partiya Demokrat a Kurdistanê) jî 50 kursî stendin. Wekî din, partiya Asûriyan bi navê "Tevgera Demokratîk" 4 kursî û „Yekitiya Xristiyan“ jî kursiyek stendin. Di roja 4ê çiriya pêşîn a 1992an de parlamen serxwebûna Kurdistana Federal îlan kir.

Partiyên beşdarî hilbijartinê bûn;

  • PDK: Serokê wê Mesûd Barzanî
  • YNK: Serokê wê Celal Talebanî
  • Partî Gelî Dimukratî Kurdistan: Serokê wê Samî Ebdulrehman
  • Hizbi Sosyalîstî Kurdistan-Iraq: Serokê wê Resul Mamend
  • Partî Sosyalîstî Kurdistan(PASOK): Serokê wê Ebdula Agirîn
  • Bizutnewey Îslamî Kurdistan: Serokê wê Şêx Usman Ebdezîz

Partiyên din yên beşdar bûn;

  • Partî Komûnîstî Iraq-Herêmî Kurdistan: Serokê wê Eziz Mihemed
  • Tevgera Demokratîk ya Aşûriyan: Serokê wê Younadim Yusuf
  • Hizbi Zehmetkêşanî Kurdistan: Serokê wê Qadir Ezîz

Di hilbijartinê de bend hebû ku divê eger partiyek dixwaze bikeve parlamena Kurdistanê %7 dengan bêhtir werbigire.

Lê ji ber dijminatiya her du partiyan di sala 1994an de şerê navxweyî yê Kurdistanê destpê kir û di dîroka Kurdistanê de wek Şerê brakujî tê binav kirin.

Birakujî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şerê birakujî

Piştî meclîseke herêmî hatiye damezrandin, pirsgirêkên rêvebirinê derketin holê. PDK li Duhok û derdora wê xwedî hêz û erk bû, YNK jî li derdora Silêmanî xwedî hêz bû. Li Hewlêrê hevrikiya herdu hêzan hebû û bi temamî di destê hêzekê de nebû. Debara herêmê bi giştî bi rêya Deriyê Brahîm Xelîl birêve diçû û dahatûyên vî derî jî bû pirsgirêk di navbera van herdu hêzan de. Di encamê de li sala 1994ê di navbera PDK û YNK şerê navxweyî destpê kir. Di dîroka Kurdistanê de xelekeke din ya Birakujî hatiye destpê kirin.

Li tebaxa 1996ê YNK bi alîkariya Îranê êrîşî PDKê kir. Ji bêçaremanê, Mesûd Barzanî alîkarî ji Sedam Huseyn xwest. Di encamê de YNK ji aliyê PDK û Iraqê ji Hewlêrê hatiye derxistin. Lê şerê herdu partiyan hêj jî dewam dikir.

Bi rêya Wezareta Derve ya DYAyê, di navbera PDK û YNKê de hevdîtin hatin kirin. Di encamê de li sala 1998ê herdu partî lihev hatin. Silêmanî ji bo YNK ma, Hewlêr û Duhok jî ji bo PDKê man. Di navbera herdu herêman de jî hêzên tirk wek zêrevan hatin binecih kirin. Lê piştî du-sê salan têkiliya herdu herêman xurttir lêhat û ji hêza tirk xwestin ku ji herêmê derkevin. Di dawiya sala 2002yê de jî YNKê beşdarbûna parlamena Hewlêrê pejirand û tevlî parlamenê bû.

Kurd, bi vê germahiya yekîtiya xwe, bi psîkolojîyeke xurt û hêzeke mezin beşdarî Şerê Iraqê bûn.

Piştî Şerê Iraqê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta sala 2003yê, du hikûmet li Başûrê Kurdistanê hebûn. Li Silêmanî û li Hewlêrê cuda cuda du hikûmet hebûn ku yek ji aliyê YNK, yek jî ji aliyê PDK ve dihate rêvebirin. Li sala 2003yê herdu hikûmetan hevkarî kir û li sala 2006ê de jî hikûmeta hevpar hatiye damezirandin. Wek tê dîtin, qonax qonax kurd fêrî dewlet rêvebirinê dibin û dibin xwediyê tecrûbeyan.

Li sala 2017ê Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, 2017 hatiye lidarxistin. Di encamê de bajarên Kurdistanî biryara xwe da û gelek herêmên girêdayî Iraqê yên kurdnişîn biryar dan ku bajarên wan Kurdistanî ne.

Rêvebirina HHKê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Makezagon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avahiya Parlamena Kurdistanê li Hewlêrê

Hikûmeta Kurdistanê hikûmeteke plûral, federal, serbestîparêz, makezagonî û laîk e. Bi pergala (sazûmana) parlamentarîzmê tê ser desthilatdariyê. Bi de facto hatiye pejirandin. Makezagona Herêma Kurdistanê mafê kêmneteweyan li herêmê û mafê xwendina bi zimanê zikmakî û mafê weşana bi zimanê zikmakî diparêze.

Çend xal ji makezagona Herêma Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bend 1:hikûmeta Kurdistanê parçeyek ji Iraqê ye û pergala plûral, demokratîk, parlamentarî û komargerî dihewîne.
  • Bend 2: hikûmeta Kurdistanê desthilatiyê li ser tixûbên beriya 1970î yên parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, At'Tamîm, Duhok û navçeyên Akrê, Şêxan, Şengal a Neynewayê û Xaneqîn, Mendelî ya Diyala û Badra ya Al Wasîtê dike.
  • Bend 3: Desthilatdarî ji gel tê û ya gel e.
  • Bend 4: Hemwelatî ji Kurdan û hindikayiyan pêk tê (Tirkmen, Asûrî, Xaldî û Ereb) û makezagon mafê wan diparêze.
  • Bend 5: Hewlêr serbajarê herêmê û ya hikûmetê ye.
  • Bend 6: Li gel alaya Iraqê li herêmê alaya taybet tê pêşwazîkirin.
  • Bend 7: Zimanê fermî Kurdî ye.

Serok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hikûmet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parlamen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Parlamena Kurdistanê

Parlamena Kurdistanê ji sala 1994ê ji ber Şerê birakujî hatiye girtin û li 4ê çiriya pêşîn a 2002yê hatiye vekirin û civîn çêbûn.

Encamên hilbijartinan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wêne:Mesud Barzanî û Celal Telebanî piştî hilbijartina yekem ya Başûrê Kurdistanê li sala 1992yê.jpg
Celal Telebanî û Mesûd Barzanî piştî hilbijartinên 1992yê)

Hilbijartinên 19ê gulana 1992 Partiyên beşdarî vê hilbijartinê bûne; PDK, YNK, Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan bi serokatiya Şêx Osman Ebdulezîz, Partiya Gelê Demokratê Kurdistanê bi serokatiya Samî Ebdulrehman, Hizbî Sosyalîstî Kurdistana Iraqê, Partiya Sosyalîsta Kurdistanê, Partiya Komûnist ya Iraqê, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Aşûriya

Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê û Partiya Gelê Demokratê Kurdistanê li sala 1975ê ji PDKê veqetîn. Dr. Mehmûd Osman niha serokê Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê ye.

PDK 45,3%
YNK 43,8%
Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan (IMK) 5,1%
Partiya Sosyalista Kurdistanê (PASOK) 2,6%
Partiya Komonîsta Îraqê (ICP) 1,0%

Di van hilbijartinên bihurî de benda hilbijartinan 7 % bû û di encamê de PDKê 51 û YNKê jî 49 kursî bi dest xistin. PDKê kursiyek da YNKê û herdû partî bûn xwedî 50 kursî. 5 kursî jî li aramiya û xirîstiyaniyan hatin parve kirin. Tirkmen tevlî hilbijartinan nebûn. Bi giştî 105 parlamenter hebûn.

'Hilbijartinên 30ê kanûna paşîn 2005

Hevpeymaniya Kurdistanê 104 Kursî
Komala Îslamî li Kurdistanê 6 Kursî
Partiya Zehmetkeşan 1 Kursî

Artêş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Leşkerên artêşa Kurdistanê ji pêşmergeyan pêk tê. Artêşa Kurdistanê li sala fermîbûna xwe ji makezagona Iraqê werdigire ku li sala 2005ê hatiye pejirandin. Ji bilî pêşmergeyan, grûbên zêrevanî jî hene ku leşkerên jin jî di nav de ne. Hejmara pêşmergeyan li derdora 200 hezar kesan e.

Amûrên leşkerî;

  1. 350 tank
  2. 40 helîkopter
  3. Amûrên antî-tank
  4. Hawin
  5. Sîstemên parastina hewayî yên sivik
  6. Maşînên zirxî[10]

Polîtîkaya navneteweyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê DYA George W. Bush li Qesra Spî

Polîtîkayên derve yên Başûrê Kurdistanê bi rêya Dezgehê Têkiliyên Derve - Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve diçe.

Aboriya Herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bi dûçûna wezareta petrolê yê Îraqê di hezîrana 2017ê herêma Kurdistanê 520 hezar bermîlê petrolê îxrac dike[11].Ev petrol ji aliyê 10 welatan tê kirrîn. Jixwe li adara 2014ê de Iraq budçeya Kurdistanê dibirre ku HHK bi dizîkî petrolê difirose. Her wiha bi dûçûna şîrketa petrolê ya bi navê Shamaran&TAQA Atrush dê li herêma Etrûşê rojane 30 hezar bermîl petrol bê hilberîn[12]

Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya gelê Herêma Başûrê Kurdistanê kurd in. Wêkî din ereb, tirkmen û aramî jî dijîn. Li Herêma Başûrê Kurdistanê ji bilî misilmanan (sunî û şî), kurdên êzîdî, zerdeştî, cihû,kakeyî (yaresanî) û xiristiyan jî dijîn.

Gelhe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî jimarî sala 2015ê gelheya herêmê 5.472.436 kes in. Leza zêdebûyîna gelheyê jî 2,6% e.[13]

Parêzgeh Gelhe
Hewlêr 2.009.367
Silêmanî (Tevî Helepce ve) 2.039.685
Dihok 1.423.114

Parêzgehên Başûrê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Hewlêr
  2. Silêmanî
  3. Duhok
  4. Helebçe

Tevlîbûna rêxistinên navneteweyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ABEDA, AFESD, AMF, CAEU, FAO, G - 77, IAEA, IBRD, ICAO, ICRM, IDA, IDB, IFAD, IFC, IFRCS, ILO, IMF, IMO, IMSO, Interpol, IOC, PAB, ISO, ITSO, ITU, LAS, MIGA, NAM, OAPEC, OPCW, OPEC, PCA, UN, UNDP, UNCTAD, UNESCO, UNIDO, UNWTO, UPU, WCO, WFTU, WHO, WIPO, WMO, WTO[çavkanî hewce ye].

Cejn û rojên fermî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi qasî 60 roj weke rojên cejn û bîranînê li Herêma başûrê Kurdistanê tê pîroz kirin. Çendek ji wan evin:

Herêmên derveyî desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêmên ku hêj neketine bin desthilatdariya hikûmetê jî hene. Tê zanîn di dema desthilatdariya Beesiyan de wargehên Kurdan dihatin rûxandin, valakirin û kurd ji welatê xwe dihatin derxistin. Pergala Bees cihên ku ji kurdan dihatin valakirin, ereb dianît bicih dikir. Piştî destpêkirina şerê 2003î rewş hatiye guhartin. Sazûmaniya Beesiyan têkçû û Iraqeke nîsbeten demokrat û federal hatiye avakirin. Gorî makezagona Iraqê divê kurdên bi pêkutiyan ji welatê xwe hatine derxistin şûn ve werin bicihkirin û herêmên din ên Kurdistanê bi hikûmeta federal a kurdan ve were girêdan. Lê li dijî viya nerazîbûnên ereban û welatên Kurdistanê dagir kirine hene. Tirkiye, Îran û Sûrî naxwazin kurd li Başûrê Kurdistanê sazûmaniyeke birêkûpêk ava bikin û pirsgirêkên xwe çareserbikin. Lewra ew difikirin ku heger Kurdên Başûr biserbikevin wê ji parçeyên din re bibin mînakek.

Perwerdehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêjeya xwendewariya Herêma Kurdistanê 74,1% e. Ev rêjê di mêran de 84,1% di jinan de jî 64,2% e[çavkanî hewce ye].

Li herêma Kurdistanê çend zanîngeh hene, piraniya wan piştî azadkirina herêmê ji deshilatdariya rejîma Baasê hatin damezrandin. Zanîngehên li başûrê Kurdistanê, ligel malperên fermî, dema damezrandin û hejmara xwendekaran ev in:

Zanîngeh Malper Damezrandin Hejmara xwendekara
Zanîngeha Selahedînê www.salahaddin-ac.com 1968 7,048 (2007)
Zanîngeha Silêmaniyê www.univsul.com 1968 (3067) (2006)
Zanîngeha Duhokê www.uod.ac 1992 1,689 (2007)
Zanîngeha Koyeyê www.koyauniversity.org 2003 (4000) (2006)
Zanîngeha Kurdistanê - Hewlêr www.ukh.ac 2006 400 (2006)
Zanîngeha amerîkî li Îraqê (Silêmanî) www.auis.org 2007 50 (2007)
Zanîngeha Bijîşkî ya Hewlêrê https://hmu.edu.krd/ 2006 (3800) (2020)
Zanîngeha Bazirganî û Îdare (Hewlêr) www.bmu-me.net Girêdana arşîvê 2018-10-05 li ser Wayback Machine 2007 (?) (2007)
Zanîngeha Knowledge https://www.knu.edu.iq/ 2009 2700 (2022)

Têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, 2017

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "krg.org/articles/kurdistan_regional_government_en.html". Ji orîjînalê di 14 tîrmeh 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "Nefel". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Full Text of Iraqi Constitution
  4. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:312
  5. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:452
  6. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:537
  7. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:545
  8. ^ Kürt Meselesi ve Türkiye-İran İlişkileri, Robert Olson, r:56
  9. ^ Irak'ın Sonu,Ulus Devletlerin Çöküşü mü, Peter Galbraith,r:228
  10. ^ Rise Of Kurdistan, To Acknowledge Or Ignore The Unraveling Iraq, Abu Bakar Amin, academia.org, r:5
  11. ^ http://www.basnews.com/index.php/tr/economy/kurdistan/359887
  12. ^ http://www.basnews.com/index.php/tr/news/kurdistan/360448
  13. ^ http://rudaw.net/turkish/kurdistan/0409201511

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]