Dewleta Filistînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Herêma Otonom a Fîlîstînê hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Dewleta Filistînê
Flag of Palestine.svg
Alaya Filistînê

Coat of arms of State of Palestine (Official).png
Arma Filistînê
LocationPalestine.svg
Zimanên fermî Erebî
Paytext Orşelîm
Sîstema Sîyasî Komar
Serokkomar Mehmûd Ebbas
Serokê hikûmetê Selam Feyyad
Serxwebûn 1988an de Rêxistina Azadiya Filistînê da zanîn û 108 dewletan nas kiriye
Srûda netewî: Biladî
Rûerd 2700 km²( bi tunî 6300 km²)
Nifûs 4.018.332 2007, ji 2.535.927 Urduna rojava, 1.482.405 jî li Şirîta Xezeyê dijîye
Dirav Şekela Îsraîlê û Dînara Urdunê
Navçeya demjimêrî UTC+2
Nîşana înternetê .ps
Koda telefonê +970

Filistîn (bi erebî: فلسطين‎, lat. Filastin) an jî Dewleta Filistînê (bi erebî: دولة فلسطين‎, lat. Dawlat Filastin) welateka li Rojhelata Navîn e navbera Deryaya Navîn û Urdunê de dimê ye. Ew bi erdnîgarî wek di Meşrîqê de jî tê ditîn. Wê çiqas serxwebûna xwe daye zanîn û ji aliya hin dewletan hatiye nas kirin jî ewê di bin îşgala Îsraîlê de ye.

Ew bi piranî ji hêla dewletên erebî tê naskirin.

Dîrok[biguherîne]

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Hevpeymana Versailles hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên Ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Jixwe hîngê herêma Filistînê ji Îsraêl, Urdunê û Şerîta Xezeyê muteşekkîl bû.

Li Filistînê hindî ku hatina Cihûyan zêde dibû, nerazîbûnên Ereban jî zêde dibûn. Bi rêberiya Muftiyê Qudsê Emîn El-Huseynî têkoşîna çekdarî li dijî rêvebirina Brîtanyayê û cihûyan pêkhat. Li sala 1937ê de li Brîtanyayê Komîsyona Peel biryarên nû hilgirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistinê dê du dewlet bên ava kirin yek ya Ereban yek jî ya Cihûyan. Ev ji bo cihûyan pêngaveke baş bû. Lê Ereban ev yek qebûl nedikir. Li sala 1939ê de jî Hikûmeta Brîtanyêyê biryarên nû wergirtin. Bi dûçûna van biryaran li Filistînê hikûmeteke Ereb dê were ava kirin û hatina Cihûyan bo Filistînê dê were kêm kirin û kontrol kirin. Lê ev biryar jî ji layê cihûyan nehate pejirandin û Cihûyan jî dest bi têkoşîna çekdarî kir[1].

Sala 1947ê de Brîtanyayê pirsgirêka Filistin û Îsraîlê bir ber hizûra Neteweyên Yekgirtî. Neteweyên Yekgirtî ji bo herêmê planek amade kir û mijdara 1947ê de hate pejirandin. Lê ev plan ji aliyê dewletên Ereb û nûnerên filistînî ve hatin redkirin.14ê gulana 1948ê de Brîtanyayê biryar da ku hemî hêzên xwe ji Filistînê bikêşe. Di heman rojê de civaka Cihûyan serxwebûna dewleta Îsraîlê daxuyandin. Ev biryar ji aliyê Rûsya û Amerîkayê hevdem hate nasîn. Li ser biryara civaka Cihûyan; hêzên leşkerî yên Misir, Urdun, Iraq, Sûriye û Libnanê dest bi hereketê kirin û ber bi axa filistînê ve çûn. Lê Îsraîl di vî şerî de serketîtir bû, gelek axa Filistinê ji dewletên Ereb stand. Di serêsala 1949ê de di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî di navbera Îsraîl û dewletên Ereb de hevpeymanên berdana çekan hate kirin. Nêzîkî %75 axa Filistinê ma di nav dewleta Îsraîlê de, ji Xeze bigire heta sinorê Misirê jî ber dewleta Misirê ket, axa mayî jî Urdunê stand. Quds jî di navbera Urdun û Îsraîlê de hate parvekirin[2].

Li sala 1964ê de bi alikariya dewletên Ereb, Rêxistina Rizgariya Filistînê(RRF) hate ava kirin. Têkiliya vê rêxistinê gelek bi Misirê ve hebû. Rêxistineke din bi navê El-Fetîh jî hate ava kirin lê çi têkiliya vê rêxistinê bi dewletên Ereb tunebû. Lê piştî salên 1969an de kontrola Rêxistina Rizgariya Filistînê ket bin destê El-Fetîhê de û El-Fetîhê dest bi çalakiyên gerîllayî kirin. Her wisa bi alikariyê Misirê di navbera Libnan û RRFê de peymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê RRF dê li başûrê Libnanê bi azadî bikare tevbigere. Ev biryare ji têkiliyên Îsraîl û Libnanê jî dê bibe pirsgirêkek mezin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Arap Halkları Tarihi-Albert Hourani,r:388
  2. Albert Hourani,Arap Halkları Tarihi,r:419

Girêdanên derve[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)