Here naverokê

Herîr, Hewlêr

Herîr
Bajarok
Herîr li ser nexşeyê
Map
Herîr li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Herîr
Herîr
Koordînat: 36°33′6.0″Bk 44°21′5.8″Rh / 36.551667°Bk 44.351611°Rh / 36.551667; 44.351611
WelatBaşûrê Kurdistanê
DewletHerêma Kurdistanê
Li beşa îdarî
Nifûs
 (2014)
28.518
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Herîr (bi soranî: ھەریر) bajarokekî bi ser navçeya Şeqlaweyê ya parêzgeha Hewlêrê ve ye.

Li gorî kevneşopiya êzdî, mîrê Herîrê Pîr Hesinmemam bû ku yek ji rêhevalên nêzîk ê Şêx Adî bû û wekî Pîrê Çil Pîran û serokê kaseta pîrê hatiye hesibandin. Di destpêkê de, dema ku Pîr Hesinmeman bihîstiye ku Şêx Adî were, bi 700 siwarên xwe re şer li dijî wî ragihandiye û biryar daye ku wî sirgûn bike. Lê gava ku ew gihiştiye Lalişê û derwêşê bi cilûbergên Şêx Adî dît, wî nêrînên xwe guhartiye ku piştî vê yekê jiyana dinyayî li pişt xwe hiştiye û bûye şagirtê Şêx Adî. Tê bawerkirin ku wargeha Pîrmam ku cihê rûniştina Mesûd Barzanî ye, milkê bav û kalên Pîr Hesinmemam bûye.[1]

Gerokê osmanî Ewliya Çelebî di seyahatname (gerokname) ya sedsala 17an de behsa bajarê Herîrê dike û wekî beşek ji Kurdistanê bi nav dike.[2] Navçe di dema mîrektiya Soranê de ji aliyê Mîr Xanzad hatiye birêverberîn.[2] Bajar di sala 1928an de bûye wargeheke penaberên suryanî ku ji herêma Şemzînan a Bakurê Kurdistanê hatibûn û ji ber komkujiya suryaniyan ya Tirkiyeyê di Şerê Cîhanî yê Yekem de, ji welatê xwe yê berê reviyabûn û koçber bibûn. Piştî demekê kurt, dêrekî li bajêr hatiye avakirin.[3]

Di sala 1938an de, piraniya şêniyên Herîrê kurd bûn û 435 suryaniyan jî li bajêr hebûn.[3] Lêbelê di dema Şoreşa Îlonê ku di sala 1963an pêk hatiye, bajar ji aliyê arteşa hikûmeta Iraqê hatiye wêrankirin û komkujiyekê li dijî kêmneteweya xiristiyanî ji aliyê wan ve pêk hatiye.[3] Wezîrê Mafên Mirovan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 18ê sibata 2006an de vedîtina goreke komî ku ji 37 suryaniyên Herîrê pêk hatibûn dîtiye.[3]

Paşê hikûmeta Iraqê li Herîrê kampake komkirinê ava kiriye û zêdetirî 300 malbatên kurd ên eşîra berzaniyan di 26ê hezîrana 1978an de bi zorê ji gundê Arguşê sirgûnê Herîrê kirine.[4]

Herîr xwedî avhewayek Deryaya Navîn (Csa) e ku havînên bajarokê pir germ û hişk in û zivistanên bajarokê jî sar, şil û nerm in.

  1. ^ Pirbari, Dimitri; Mossaki, Nodar; Yezdin, Mirza Sileman (adar 2020). "A Yezidi Manuscript:—Mišūr of P'īr Sīnī Bahrī/P'īr Sīnī Dārānī, Its Study and Critical Analysis". Iranian Studies (bi îngilîzî). 53 (1–2): 223–257. doi:10.1080/00210862.2019.1669118. ISSN 0021-0862.
  2. ^ a b Hamza (2020), r. 208.
  3. ^ a b c d Donabed (2015), rr. 276–277.
  4. ^ Sadiq (2021), r. 103.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Herîr, Hewlêr de hene