Hêra

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hera hat beralîkirin)
Hêra
Ἥρα / Ἥρη
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
XanedanZeus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Juno Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hêra (bi yewnaniya kevn: Ἥρα, lat. Hḗrā; bi latînî: Hera) an Hêrê (bi yewnaniya kevn: Ἥρη, lat. Hḗrē) di mîtolojiya yewnanî de şahbanûya xwedayan bû. Hêra xwedawenda zewacê û jinên zewicî bû. Ew jin û xwişka Zeus bû. Sembolên wî tac, gopal û teyrê tawus. [1]

Dilsozî li ber wê pir girîng bû. Bi taybetî jî dilsoziya malbat û yên navbera jin û mêran li ba wê pir bi qiymet bû. Çaxê ku ne dilsoziyek navbeyna jin û mêran bidîta hêrs diba. Ev hêrs bûn jî karaktera wê kirye karakterekî gelek dijwar. Mirovan jî di derheqê ne dilsoziya da her tim ceza dikir. Bûyina şahbanûya xwedawenda û bedew bûnê bedena wê, wê dikir xwedawendeke gelek qurre.

Mîta Wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Samosê ango Argosê hatiye dinyayê. Ew jî wek xwişk û birayên xwe wextê hatiye dinyayê aliye bavê xwe, hatiye xwarin. Zeus wê ji bavê wê xilas kir. Destê Okeanos û yên Têtîsê tê xwedîkirin û mezinkirin. Paşî Zeus ra zewicî. Di nav nemiran de jina Zeus ya esil û ya dawî ew bû.

Sê zarokê Zeus û Herayê çêbû. Ew Arês, Îlîtiya, Hêbê ne. Zarokekî din ya Herayê çebû, ew ne ji Zeûsê ne ji kesî bû. Hera bi xwe bê tekilî çêkir kurê xwe Hêfestosê. Ew bû xwedawenda hesinkar.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ A brief guide to the greek myths- Stephen Kershaw rûpela:60
  2. ^ (920), (930)Teogonîa- Hêsîodos