Herbert Hoover

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Herbert Clark Hoover
31em serokê DYAyê
Wezîfedarî
4ê adarê 1928 – 4ê adarê 1933
CîgirserokCharles Curtis
BerêCalvin Coolidge
PaşêFranklin D. Roosevelt
Jînenîgarî
Jidayikbûn10ê tebaxa 1874an
Iowa
Mirin20ê çiriya pêşîn a 1964an (90 salî)
New York
Partiya siyasîPartiya Komarger
HevjînLou Henry
PîşeEndezyarê erdnasiyê
Şanenav
biguhêreBelge

Herbert Clark Hoover (jdb. 10ê tebaxê 1874 li West Branch, Cedar County, Iowa; m. 20ê çiriya pêşîn 1964 li New York City) 31em serokdewletê DYAyê bû, di nava salên 1929 - 1933yê de peywirdar bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hoover guhdariya radyoyê dike

Bav û kalên Hoover, ji Almanyayê (Pfautz, Wehmeyer) hatibûn, êla wan ji almanên Swîsreyê bû. Piştî mirina dê-bavê xwe, li Newberg, Oregonê dijî. Perwerdeya endezyariya erdnasiyê dibîne.

Bi hevjîna xwe Lou Henry re diçe împeratoriya Çînê li wir wekî endezyar kar dike. Sala 1900ê meha hezîranê xwe di nava serhildaneke çîniyan û şerê bi brîtanî de dibîne. Xanima wî jiyana wî difilîtîne. Derbasê Londonê, ji wir jî DYAyê dibe.

Di hikûmeta Woodrow Wilson de gerînendetiya karê xêratê ya dewletê dike. Di dema Calvin Coolidge de wezîrtiya karê çandiniyê dike. Di siyasetê de wekî teknokratekê bi gelek qeyranan re têdikoşe. Viya di dema serokatiya xwe de jî didomîne. Tûşî depresyonê dibe. Giringiyê dide parastina nirxên neteweyî û etîkê.

Sala 1938ê li Almanyayê di trênekê de bi Adolf Hitler re hevdîtinê pêk tîne. Di vê hevpeyvînê de bi aşkereyî dijberiya welatê xwe bo nîjadperestiyê û bîrdoziya Nazîyan tîne. Bi Hermann Göring re pirsgirêkên aboriyê diaxive.

Sala 1948ê serokatoya Komîteya Amerîkî bo Yekîtiya Ewropayê American Committee for a United Europe dike. 90 saliya xwe de ji ber şêrpenceyê jiyana xwe jidestdide.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • American individualism. Garland, Garden City, N.Y. 1979, ISBN 0-8240-9704-1
  • The challenge to liberty. Da Capo Press, New York 1973
  • Memoiren. (3 cîld) Matthias-Grünewald-Verlag, Mainz 1951 - 1953 (almanî)
  • The problems of lasting peace. Doubleday, Garden City, N.Y. 1943
  • Herbert Hoover's 1946 - 1947 factfinding mission to Germany.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hermann Friedrich Macco: Die deutsche Abstammung des Präsidenten der Vereinigten Staaten, Herbert Hoover, in: Der Deutsche Herold, Heft 60, Nr. 6, 1929 und Heft 61, Nr. 2,4,6, Berlin, 1930
  • Rice, Arnold S.: Herbert Hoover: (1874-1964). - Dobbs Ferry, N.Y.: Oceana Publ., 1971. - ISBN 0-379-12071-2
  • Wilson, Joan H.: Herbert Hoover: forgotten progressive. - Prospect Heights, Ill., Waveland Pr., 1992. - ISBN 0-88133-705-6

Girêdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]