Herbert Kroemer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Herbert Kroemer (2008)

Herbert Kroemer (Herbert Krömer) (jdb. 25ê tebaxê 1928 li Weimar) fîzîknasekî Alman e. ist ein deutscher Physiker und Nobelpreisträger. Sala 2000î bi tevî Zhores Alferov û Jack Kilby, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî dibistana amadeyî di sala 1947î de li zanîngeha Jena, dest bi perwerdeya fîzîkê dike. Bi awayekî ji DDRê direve û derbasî rojava dibe. Li zanîngeha Georg-August a Göttingenê perwerdeya xwe didomîne. Sala 1952î bidawîdike û li postageriya Almanyayê dixebite. Sala 1954î diçe DYAyê. Li Princeton û Palo Alto di gelek lêkolînan de cihdigire. Di nava salên 1968-1976î wekî profesor li zanîngeha California dersdariyê dike.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ne tenê li ser mijarên aktûel û kivşekirî xebitiye. Li ser bîpolartransîstoran xwedî kedeka mezin e. Herwiha li ser lazeran gelek lêkolîn kiriye. Di salên 70î de xwe bi giranî daye ser fîzîk a ceribandiniyê. Gelek angaştên wî yên li ser kombînasyona materyalan hene.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]