Herisa çewriyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rûnê nivişk
Donê gulberrojê û donê zeytûnê

Çewrî, trîglîserîd, an jî rûnên nêtar

Di nav xurekên rojane de bi gelemperî; donê gulberrojê, donê zeytê, runê nivişk, rûnê margarîn û bezê goşt heye. Di zanista biyolojiyê de evana hemû di bin sîvana çewrî(lîpîd) de tên komkirin. Ango çewrî navê gelemperi yê ji boy rûn, don, bez, steroîd, fosfolîpîd, kolesterol, karotenoîd û vîtamînen A,D,E,K[1][2]. Çewrî, li gor karbohîdrad û proteînan hê pirtir enerjî lixwe digire[3]. Xaneyên mirov ji boy destxitina ATP-yê, peşî karbohîdrad bi kar tîne, heke di laş de bi têra xwe karbohîdrad tune be, vê gavê molekulên çewrî wekî çavkaniya ATP tê bi karanîn.

Enzîma lîpazê trîglîserîdê hildiweşîne boy asîdên rûnê û monoglîserîdê

Cureyê rûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav gelê Kurdîstanê de ji bo hemû cûreyên çewriyên nav xurekan, peyva rûn tê bi karanin. Wekî rûnê zeytunê, rûnê nivişk. rûnê vîte, rûnê garisê hwd. Di rastî de heke rûnê ji xurekan hatiye bi destxistin şîle(rohn) be, ev curê rûn wekî don bi nav dibe. Na, heke tîr be, îcar peyva rûn tê bi karanîn. Li gor vî esasî, çewriya riweka gulberrojê du cure ye, donê gulberrojê û rûnê gulberrojê. Donê gulberrojê şile (rohn) ye. Margarîn jî ji riweka gulberrojê tê bi destxistin, lê mîna rûnê nivişkê tîr e, loma ji boy margarînê peyva rûn tê bi karanîn. Bi kurtasî; heke çewrî di germahiya odê de rohn(şile) be navê wê don e, heke req(pitew) be navê wî rûn e.

Rûn, don, û bez ên ji xurek tên bi destxistin; wekî trîglîserîd tê bi navkirin. Herwiha ji ber ku molekula trîglîserîd netar e, ango barê + û – lixwe nagire, molekula trîglîserîd wekî rûnê nêtarî jî tê bi navkirin[4]. Trîglîserîd ji boy bi destxistina ATP, çêkirana parzûna xaneyê û hin hormonan tê bi karanîn[3]. Molekula trîglîserîdê ji molekulek glîserol û sê molekulên asîda çewrî pêk tê[5]. Trîglîserîd molekula gewreye, di coga herisê de pêşî bi herisa mekanîk û kîmyayî tê hilweşandin boy monoglîserîd û asîdên çewrî, paşê xaneyên rûviya zirav van herdu molekulê sakar dimijîne û tev lê şileya lîmfê dike[6].

Heriskirina çewriyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çewrî (trîglîserîd) di coga herisê de bi herisa mekanîk û kîmyayî tê hilweşandin. Lîpaz enzîma herisê ye ji boy çewrî. Di laşê mirov de ji xaneyên ziman, ji xaneyên gedeyê û ji xaneyên asînî yên pankreasê lîpaz berhem dibe. Lîpaza zimanî di dorhêla asîdî de çalak e, loma di devê mirov de heriskirina çewrî rû nade. Lîpaza zimanî û lîpaza gedeyî, di gedeya mirov de çalak dibin. Ev herdu enzîm di dorhêlên asîdî de(pH 3-5) çalak in[7].Heta bigihîje gedeyê çewrî bi herisa mekanik ve rû bi rû namîne. Dilopên çewriya nav gedeyê gir in, çewrî di avê de natiwawê loma lîpaz di gedeyê de bi têra xwe kar nake. Çewriyên xurekan bi %10 heta 30 di gedeyê de tê heriskirin boy asîdên çewrî, dîglîserîd û monoglîserîdê[7]. Anko ji boy heriskirina çewriyan qada bingehîn rûviya zirav e[8]. Di rûviya zirav de herisa mekanîk û kîmyayî ya çewrî pêk tê. Ji kezebê zerav tê berhemkirin û derdan. Zerav di kîsikê zeravê de tê embarkirin[9]. Gava mirov xurekên bi çewrî dixwe, derdana zeravê jî ji kîsikê zeravê ber bi rûviya donzdetilîkê dest pê dike. Zerav dilopên çewrî perçe dike boy dilopên hûriktir, bi vî awayê, enzîm bi hêsanî xwe li ser rûyê dilopên çewrî ve girê dide[9]. Pankreas ji boy herisa çewrî enzîma lîpazê der dide. Lîpaza pankreasî li dorhêla nêtarî de (pH 6-8) hê baştir kar dike. Bi çalakiya lîpazên pankreasî, molekulên trîglîserîdê hildiweşe boy asîdên çewrî, û monoglîserîdê[9]. Dibe ku li gel van molekulên sakar, bi herisbûna trîglîserîdê, glîserol jî peyda bibe[6].Ne tenê trîglîserîd, lê çewriyên wekî; fosfolîpîd, steroîd, kolesterol jî bi enzîma lîpazê tên hilweşandin[7].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  2. ^ OpenStax Biology. 2013. [1]
  3. ^ a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  4. ^ Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ SCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
  6. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  7. ^ a b c Bauer, E., Jakob, S., Mosenthin, R. 2005. Principles of physiology of lipid digestion. Asian-Aust. J. Anim. Sci. 18-2: 282-295.
  8. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  9. ^ a b c Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.