Herisa mekanîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Bi alîkariya diranan, gezkirin, jêkirin, perçekirin, cûtin û hêrandina xurekê rû dide.

Heriskirina xurek bi du riya rû dide; herisa mekanîk û herisa kîmyayî[1]. Herisa kîmyayî bi navbeynkariya enzîman pêk tê. Piştî herisa kîmyayî pêkhateya xurek bi awayekî kîmyayî diguhere, ji molekulên aloz ên gewre, molekulên nû yên hûrik û sakar(sade) tê çêkirin[1]. Herisa mekanîk pêkhateya xurekê naguherîne, xurekê perçe dike, nerm dike û rûyê xurekê fire dike[2]. Bi vî awayê xurek bi hêsanî di nav coga herisê de dilive û diherike. Herwiha ji ber zêdebûna rûyê xurekê, enzîmên herisê hê pirtir çalak dibin[3].

Herisa mekanîk di dev de[biguherîne]

Diran endamê serekî yê herisa mekanîk e. Bi alîkariya diranan, gezkirin, jêkirin, perçekirin, cûtin û hêrandina xurekê rû dide. Ziman endamek masûlkî ye, di nav devê mirov de ber bi her aliyê ve dilive û loqê xûrekê li nav hev dixe,di heman demê de bi alîkariya lîkê, xurek şil dibe û nerm dibe. Herisa mekanîk di devê mirov de dest pê dike, lê li vir bi dawî nabe. Di coga herisê de, ji soriçikê heta rûviya stûr bi alîkariya girjbûn û xavbûna masûlkeyên rûvî û gedeyê, herisa mekanîk li gel herisa kîmyayî didome. Herwiha zerav jî ji boy herisa mekanîk a çewrî ji aliyê kezebê ve tê derdan[4].

Herisa mekanîk di sorinçik û gedeyê de[biguherîne]

Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê, xurekê ber bi gedeyê tehn dike.

Ziman xureka hêrandî û nermbûyî loq bi loq ber bi gewrî û soriçikê pal dide. Soriçik boriyekî masûlkî ye. Gava mirov xurek dadiqurtîne, masûlkeyên soriçikê jî beş bi beş girj dibe. Girjbûn ji beşa aliyê gewrî dest pê dike û pel bi pel ber bi gedeyê didome. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê, xurekê ber bi gedeyê tehn dike[1]. Ev culeya (liv) masûlkeyan wekî culeya perîstaltî bi nav dibe. Xurek di nav soriçikê de hê pirtir nerm dibe, masûlkeyên bazinî yên soriçikê alîkarî ji bo hêrandina xurekan dike. Anko herisa mekanîk di nav sorinçikê de didome. Xurek ji sorinçikê derbasî gedeyê dibe. Culeya perîstaltî di gedeyê de hê bi hêztir didome. Masûlkeyên dirêjkî, çaprest û bazinî yên gedeyê bi hêzek mezin xwe dişidînin û sist dikin[1], di heman demê de ji dîwarê gedeyê şileya gedeyî (bi îngilîzî: gastric juice) ya asîdî tê derdan. Xurek bi alikariya şileya gedeyî û culeya perîstaltî ya masûlkeyên gedeyê, hi pirtir nerm dibe, hûriktir dibe. Di nav gedeyê de xurek êdî şiklê xwe diguherîne, dişibe şorbeya tîr a nîvherikbar. Ji vê gavê şûn ve xurek wekî kîmos tê binavkirin[5] . Kîmos herî kêm ji bo 2-4 seatan di nav gedeyê de dimîne, di vî demê de herisa mekanîk didome[2].

Herisa mekanîk di rûviyan de[biguherîne]

Kîmos di gedeyê de bi aweyek mekanîk û kîmyayî tê heriskirin, lê heriskirina xurek di rûviya zirav de didome. Kîmos hêdî bi hêdî û beş bi beş ji gedeyê derbasî rûviya zirav dibe. Masûlkeyên bazinî yên rûviya zirav li hin beşên rûvî de girj dibin, di navbera du beşên girjbûyî de rûviya zirav mîna kîsikek bi kîmostijî xuya dike[2]. Wekî mina dewê di meşkê de tê kilandin, kîmos di nav her beşên ji hev cudabûyî de ber bi pêş û paş ve tê kilandin. Paşê, masûlkeyên rûvî xav(sist) dibin, kîmosa di nav beşên ji hev cudabûyî, dîsa têkilê hev dibe[5]. Bi vî awayê xurek hê pirtir perçe dibe û tev lê enzîm û avê dibe. Kezeb ji bo herisa mekanîk a çewriyan zerav berhem dike û bi navbeynkariya cogan, zervê têkilê kîmosa nav rûviya zirav dike. Zerav dilopên çewriyê perçe dike ji boy dilopên hûriktir[3]. Rêwîtiya kîmos a nav rûviya zirav bi qasî 3 -5 seat didome[2], di vî navberê de li gel herisa mekanîk, herisa kîmyayî û mijîna xurek jî rû dide. Gava kîmos ji rûviya badayî derbasî rûviya kor a beşa rûviya stûr dibe, di nav rûviya stûr de herisa mekanîk jî dest pê dike. Masûlkeyên rûviya stûr bi culeya perîstaltî kîmosê li nav hev dixin, bi vî awayê ji kîmosê mijîna av û vîtamînan hêsantir dibe[4].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c d McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  2. a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  3. a b Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  4. a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.