Heseniko (kilam)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Heseniko kilamek e. Di serîda Şivan Perwer û Eyşe Şan têda ji alîyê gelek stranbêj û dengbêja ev kilam hatiye gotinê. Şivan Perwer di albûma xwe ya bi navê "Dotmam"ê da ev kilam gotiye. Albûm di sala 1985’an de derketiye.

Di kilamêda qala evîn û negîhîştinê têkirin.

Çîroka kilamê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li alîyê serhedê keçikek û xortek hebûye. Navê wan Asê û Hesen. Herdû dotmam û kurmam bûne. Evindarê hev bune. Lê keçikê nadin Hesen. Asê bi lawê Silê ra dizewicînin. Asê ser vê yekî bi mêrê xwera bi ken, bi dil rehetî, xeber nade. Heft sal derbas dibe. Dibe diya çar zarokan. Rojekî xeber jêra tê û dibêjin ku diya te miriye. Ew jî gazî mêrê xwe dike dibê diya min miriye min bişîne ser şîna diya min heft sale jina wî bi wîra xeber nedaye. Li ser vê yekî dilşad dibe. Dibê Asê rabe hespê min dezgînke. Ezê te sowarkim bibim devê Çemê Miradê, te derbaskim û here şîna diya xwe. Diçine ber çêm û mêrê wê dibê, wa ezê walîda herim çi derdê te yê evînê heye bibêje. Di vî demîda Hesen jî tê li aliyê din yê çem disekine û her evîndar dest bi kilamê dikin.

Ji albûma Şivan Perwer kilama Heseniko[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

hesenîko qurban ava çemê mûradê tê û leme lem e hoyê hoyê...
hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniştîme li benda te me hoyê hoyê...
wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke
wez kefîla heqê te me hoyê hoyê...
na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî
wezê derbasbim cem hesenîkê xwe
wez helala canê hesenîkê xwe me hoyê hoyê...
de lê lê wî asê
lo lo hesen dîno wezê naçim mûradê lo bilind ciya hoyê hoyê...
û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê hoyê...
lo lo hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê hoyê...
bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin
çawa min nedan hesenîkê bi dilê min
min dane lawê heskê xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê hoyê...
de lê lê wî heseno
hesen qurban min go ji mûradê heta vira hoyê hoyê...
ava mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê hoyê...
hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara
wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota asê xwehingê
minê bigota hesen bira hoyê hoyê...
na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza
sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê hoyê...
de lê lê wî çi bike asê

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]