Hest

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Hest hêza pêderxistina tiştên razber û nedîtî yên ku bi sehekan tên zanîn[1]

Di derheqê hestên mirov de pir lêkolîn hatine darxistin. Di vî warî de pirsa herî girîng ewe: Kîjan hest beşên hemû mirovan in û kîjan hest gor kultûra ku mirov di tê de perwerde bûye derketîye ortê? Lomaye ku di wî warî de hinek zanyaran zahf karkirin e. Paul Ekman ji wan yek e.

Paul Ekman zanyarek di derheqê hestên mirov de pir lêkolîn darxistî ye û di vî warî de xwe îspat kirî ye. Ew behsa 7 hestên bingehî dike[2] : Şabûn/kêf, hêrs/qehir, îkrah/bîzî, tirs/xof, kêmxistin/biçûkxistin, xemgîni/pozxînî û şaşwazî. Hinek zaryar hezkirin, kîn û îtimat/ewletî yê jî îlaweyê van hestên bingehî dikin[3].

Di vê warê de zanyarek jî Carrol E. Izard e. Ew behsa 10 hestên bingehîyên di hemû kulturan de tên dîtin dike[4]. Gor wî ew hestena ewana ne: Eleqe/menfeet, derd/keder, îkrah/dilsarî, şabûn/kêf, qehr/hîdet, şaşwazî, fedî/şerm, tirs/xof, kêmxistin/piçûkxistin û sûcdarî.

Hemu însan xwedî van hestana ne û tunebûna van kêmasiyek/nexaşiyek mezin e. Bi xwe sedemên nexaşiyên psîkolojîk jî serûbinîya van hestan e. Ji bona domandin û manîdarîya jîyanê van hestana ji hal û hereketên mirov re dibin pîvan. Mirov dema di nav cîvakê de jîyana xwe didomîne van hestên bingehî ji wan re rêberîyê dikin. Herçiqas gor herkesî sînorên van hestana hinekî curecur bin jî, di nav cîvakê de sînorên van ên belû hene. Gor rewşa ku mirov di tê de ye, an jî xwe di tê de dihesibîne ji van hestên xwe dihese û gor van hereket dike.

Ji ber ku baştêr bên fêmkirin em çend mînakan ji wer e pêşkes bikin:

Tirs û hêrs mirovan ji tehlûkeyan diparêzin. Tirs zêdetir fermana rev û dûrketinê dide. Mirov bi durketin û revê xwe vê rewşê, ango tehlûkeyê diparêze. Li ba hêrsê zêdetir bi tehdîtkirin û lêdanê mirov xwe diparêze.

Biwêjên şabûn û xemgînî zêdetir razîbûn û nerazîbûna mirov nîşand didin. Dema mirov ji rewşekê an jî ji kesekî razî bû ev hestên wî xwe nîşan didin. Gor wan hesteyan mirov dixweze zêdetir an jî kêmtir ji ba wan kesan an jî di wan rewşan de dema xwe derbaz bike. Di dema kefxweşêyê de mirov bi ken e, dilxweşîya wî bi her hal û hereketên wî xwe aşîkar dike. Di dema xemgînîyê de mirov kelgirî, pozxwine e. Hemû hal û hereketên wî nerazîbûna wî nîşan didin.

Xoy ji bo jîyanê pêvist e. Lê zêdebûna wê dikare jîyanê tehdît bike. Loma ye ku mirov bixweze jî nikare tiştên pir şor bixwe û vebixwe, jê îkrah dike.

Çavkanî[biguherîne]

1. Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga destî. Sewad, Bazîd.

2. Paul Ekman (Hrsg.): Gesichtsausdruck und Gefühl. 20 Jahre Forschung von Paul Ekman. Paderborn 1988

3. J.H. Otto, Harald A. Euler, Heinz Mandl: Emotionspsychologie. Ein Handbuch. Beltz, Weinheim 2000.

4. Carroll E. Izard: Die Emotionen des Menschen. Eine Einführung in die Grundlagen der Emotionspsychologie. Aus dem Englischen übersetzt von Barbara Murakami. Beltz, Weinheim/Basel 1981.


  • 1
  • 2
  • 3
  • 4