Here naverokê

Hestewergir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hestewergir, wergirên hestê (bi îngilîzî: sensory receptors), xaneyên taybet in ji boy nasîna kartêkiran.

Erk û pêkhate

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestewergir dibe ko xane, demarexane an jî beşên xaneyê be. Hestewergir bersîva kartêkirên wekî ronahî, germî, pesto, bêhn, êş û hwd. dide û enerjiya kartêkiran bi şeweyî erkê kar diguhêzîne demarekoendama navendî.[1] Guherînên li nav laş an jî ji hawirdorê laş wekî kartêkir (bi îngilîzî: stimulant) tê navkirin.[2]

Ji boy berdewamiya jiyanê, divê zindewer ji hawirdorê kartêkir bigire û di demarekoendama navendî de şîrove bike, paşê bersîva guncav bide[3]. Bi vî awayê zîndewer ji guherînan agahdar dibe û li dij guherînên xeter xwe diparêze, ji guherînên sûdbexş jî sûd werdigire. Kartêkirên ji hawirdorê ne yek lê gelek cor in. Divê ji boy her corekî kartêkir, corekî hestewergir hebe[4]. Ango hestewergir taybet e ji boy kartêkirek diyarkirî[5]. Hestewergir ne tenê kartêkirên hawirdorê, lê yên laş jî digirin. Mirov bi navbeynkariya wan wergiran ji rewşa laş agahdar dibe.[6] Wekî mînak, heke rêjeya oksîjena nav xwîna mirov kêm bibe, pestoya xwîna mirov biguhere, birînek di laşê mirov de çêbe, an jî germahiya laşê mirov biguhere, wergirên laş hemû guherînan digire û bi şêweyî erkê kar dişîne demarekoendama navendî. Li DKN, ragihandin tên tekûzkirin, paşê ji boy vegeriyana rewşa asayî ango ji boy rekxistina hevsengiya navekî, bersîva guncav tên şandin boy endam û şaneyan. Di nav endamên hestê de hejmara hestewergiran ji beşên din ên laş zêdetir e.[3] Her kartêkirek corek enerjiyê lixwe digire. Hestewergir enerjiya kartêkirên ji nava laş an jî yên ji jingehî hatî digire û diguherine boy erkê kar.[4] Mirov hay ji hin kartêkiran dibe lê nikare pê bi hemû kartêkirên hawirdorê bihese.[2] Loma her kartêkir di mirov de hestkirin peyda nake, ji boy çêbûne hestkirinê, divê kartêkira hestê ji aliyê hestewergiran ve bêne girtin û hetanê tûkila mejî bêne şandin. Hêstkirin li wir rû dide. Hestên wekî bihîstin, dîtin, bêhnkirin, çêjtin, berkewtin (temas) ji aliyê mirovan ve tên girtin . Berkewtin hestek aloz e. Hestê berkewtinê mirov bi hestên wekî êş, pesto û germahiyê dihesîne.[7] Ji xeynî van hestan, hin hestewergir jî mirov pê bi hestên hevsengiyê, şidaniya masûlkeyan û rewşa gehan dihesîne. Bi vî awayê haya mirov ji çalakiya laşê xwe dibe.[7]

Corên hestewergiran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hestewergirên laşê mirov, li gor nasîna kartêkiran tên dabeşkirin, li gor vê esasê di laşê mirov de hestewergir ên serekî şeş cor in,[8]

mîkanîkewergir, ronahiyewergir, kîmîkewergir, germiyewergir, êşanewergir û ozmozewergir. Hinek ji van hestewergiran kartêkirên derveyî laş werdigirin, wekî mînak ronahiyewergir. Hinek hestewergir jî tenê kartêkirên ji nav laş werdigirin, wekî mînak ozmozewergir guherîna avê ya nav xwînê wekî kartêkir werdigire. Lê piraniya hestewergiran hem ji nav hem jî ji derveyî laş kartêkir werdigirin.[9] Wekî mînak, kîmîkewergirên li ser zimanê mirov kartêkirên çêjê digirin, lê kîmîkewergirin li ser rûyê lûleyên xwînê, guherîna rêjeya karbonadioksîda nav xwînê wekî kartêkir werdigirin.

Mîkanîkewergir

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîkanîkewergir bersîva livîn, pestan (pesto), berkewtin (temas) û tundî dide. Ango ew kartêkirên ji livîn, pesto û tundiyê digire. Li pêst û guhê mirovan de hejmara wan zêde ye.

Ronahiyewergir di çavên mirov de bersîva guherînên ronahiyê dide.[9]

Kîmîkewergir bersîva madeyên kîmyayî dide. Li ser ziman û li difinê mirov de hejmara kîmîkewergiran zêde ye. Hestên bêhnkirin çêjkirin ji ber çalakbûna kîmîkewergiran peyda dibe.[6]

Germiyewergir çavderiya pileya germahiya devrûberê laş dike, bersîva guherînên pileya germahiyê dide. Du corên germiyewergir heye, sarewergir û germewergir. Hejmara germiyewergir li pêst, kezeb, masûlke û hîpotalamuse de zêde ye

Êşanewergir demarexaneyên taybet in ji boy wergirtina êşê.[10] Wekî mînak êşa diran, êşa zik. Êşanewergir hema li her aliyê hundir û derveyî laş de cih digirin.

Osmozewergir bersîva guherîna xestiya xwînê dide, ji boy rekxistina rêjeya ava nav xwînê kar dike. Hestê tîbûnê ji ber çalakiya osmozewergiran peyda dibe. Di hîpotalamusê û di gurçikan de bi hejmarek zêde osmozewergir heye.

  1. ^ Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 sensory receptor
  2. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ a b Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  4. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. ^ Cullen, K. E. (2004). Encyclopedia of Life Science. NY: Facts On File, Inc.
  6. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  7. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  9. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc