Hevêrkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Hevêrkan Konfederasyoneke eşîran e li Tora Hevêrkan.

Konfederasyona Hevêrkan ji 24 eşîrên, yan jî ji êlên biçûk û mezin pêk tê. Her eşîrek girêdayî serokekî ye û di dawiyê de jî tevde girêdayî axayekî ne. Axa, yan jî serokê Hevêrkan di dest pêkê de Mala Osmanê Xelîl î Dêrhavî ne. Piştre serokatiya konfederasyonê dikeve destê Mala Osmên - Haco, Çelebî, Saroxan, Xelefê Circo û di dawî de jî Elîkê Batê. Serokatiyê gelek caran dest guhertiye, lê her car di destê kurên Osmên de maye û navend jî gundê Mizîzexê bû ye. Konfederasyona Hevêrka jî weke gelek êl û eşîrên din ên Kurdên, girêdayî Mîrê Botan bû.

Hidûdên Tora Hevêrka[biguherîne]

Sinorên Tora Hevêrka, li rojava ji Qilitê vedigerê. Li qublet, heta bi hesinê trênê ye, xeta navbera binxet û serxetê. Rojhelat, digihê Newala Cehnemê. Sînor li wir heta bi herêma êlên Mema, Sohra û Hevêrînê ye. Ji aliyê herêma Dekşûriya ve Hevêrka heta bi Qamê Selhê ye û li bakur jî digihê heta bi Ava Mezin (Dîcle), sinorê Mala Eliyê Yûnis.JI êşîrên Konfederasyona Hevêrka, du - sê nav kêm hatine nivîsandin. Êşîrên weke, Hevêrka, (gundên wê, Mizizex, Êwert, Taqa, Xirbih, Zînewl, Xerabya, Kefrê û Dawrîkê), Hesina û Dasika kêm hatine nivîsandin. Şaşiye jî ewe ku di nava êrîşên Konfederasyonê de, navê Malbatê, yan jî bavikê Çomera hatiye nivîsandin. Çomera ne eşîr, malbateke fereh ku gund ji wan çêbûne ye.

Herêmên girêdayî Konfederasyonê[biguherîne]

Herêma Midyadê:[biguherîne]

Yekser girêdayî Mala Osmên bû. Ji Mizîzexê, Kevnasê, Dênwanê, Qertmînê, Zînewlê, Xirbihê Alêtê, Taqa, Xerabya û Êwertê hatin pêk tê. Di vê herêmê de Ernas, Selhê, Batê û Hepisnas jî hene ko Mala Şemê û Mala Temir mezinên wan bûn.

Delmemika:[biguherîne]

Kevirzê, Xanika, Helex, Behwar û hinek zivingên biçûk, heta bi Zêliyê, Kerkin, Êsê, Kiferbê. Mezinê Delmemika Mala Smayîlê Werdê li Kevirzê ne.

Alika:[biguherîne]

24 gundên Zaxuran. Navenda Zaxuran Xerabê Reş e. Mezinên Zaxuran Kinhanka (Kenanka) ne. Ji xeynî van gundan, 12 gundên Seyîdan jî girêdayî Zaxuran bûn. Serdêfê, Kefsengê, Gundikê Xecê, Gundikê Elîyo, Bamezrût, Şeta û Bêla, Zaz, Hax, Dêrik, Derikfan, Xerabê Qesrê û Hermês jî gundên Alika ne. Mala Ezem(Cimo) û Mala Evdile (Hito) mezinên Alika ne.

Erebiya:[biguherîne]

Mezinê Erebiya, Mala Evdilkirîmê Eliyê Remo ne. Deywan, Kerboran, Şibêbî, Gêra Cahfer, Zêwik, Herdex, Zivinga Çêlik, Çêlik, Basiqil, Miştê, Banê Hebanê, Kopraz, Derêca, Hetma, Zengan, Amara, Germav û Merané dikevine herêma Erebiya. Li vê herêmê Xelîlî jî hene û xwe weke eşîreteke xweser dibînin.

Beravî:[biguherîne]

Nêzîkî 30 gundên herêma Beravê hene. Dêrhav, Xendûk, Miştê, Kefer Elb, Batêrgiz hinek ji wan in. Mezinê wan Mala Osmanê Xelîl in ko li gundê Zazê rûdiniştin.

Omerka:[biguherîne]

Eşîra Omerka, ji Navenda Kerboran, tevlî Hezex û heta bi gûndên Qamişlo belavbûyî bune. Li derûdore Newala Qorîyê (Cehennem Vadisi-Deresi) weke gundên Îwan, Ancikê, Sêmalka, Serêkanîyê, Memedora, Dînara, Gizrê, Gelîkur, Ezdîna, Werzikê û Roverê gundên Omerka yên li Kerboranin. Mirik, Hedil, Hespist û Fîl gundên Omerka ne. Mezinatiya Omerkan ji Hedil'ê te meşandin... Ji gundên Eşîra Omerkan gişt Hevêrkîne, lê belê ji van gundÊn kêm mal dekşurî hene.(Meyzênin: İdil-Şırnak Haberli Beldesi)(Nivîs: Prz.Heqî îwanî)

Dorikan Xaltan, Xwahrîk, Kefşin, Beşirye, Bazgûr, Xana Heso (Xana Doreka), Muzeka, Zivinga Dirêj, Giremira, Dugire, Hêştirek, Doreka, Nizaran, ...... 147 Gunden Eşira Dorikan le har çar parce Kurdistane hene. Seroke aşira Dorika Malbata Abbas le Dugire.

(Dorika ne Hevêrkan e)

Çomera:[biguherîne]

Pîrkan, Diben, Nemirdan, Marîn, Mendikan, Qesrik, Erbet û Dêra Çomeran.

Saliha:[biguherîne]

Gundên Dasikan, Sohran, Kekwan, Firfêl, Xerabê Ripin, Sarê, Basibrîn dikevinê. Mezinê her gundî heye. Weke mînak Mala Çeçanê Remezên mezinê Dasikan, Mala Sarîkê Tehlo mezinê qismekî ji Sohranê, Mala Mirêd yê qismekî ji Saliha ne. Lê hemû girêdayî Mala Gewro (Suryanî), li Basibrînê ne, kiwax:Gunde Ezidia.Kiwaxi`ji haslexa salihina.

Domana:[biguherîne]

Ereban, Kefsûr, Temerz, Bêzikir, Basaq gundên Domana ne. Mezinê wan Mala Qubêt bûn û ew jî girêdayî Mala Edê yî Suryaniyên Midihê ne.

Dêra:[biguherîne]

Zinarex, Axrît û heta bi Hacîkesan mintîqa Dêra bû û mezinên wan jî Mala Mihemayê Êlo ne.

Rayît:[biguherîne]

Dikeve binya Mizîzexê û ji Xerabê Alê, Badibê, Xirbihê Mişka, Sêderî, Xerabê Kefrê, Arbo û Hibabê hatin pêk tê. Mala Etoyê Evdella mezinê Rayîtê ne.

Elîka:[biguherîne]

Nibil, Hevêrîn, Miqrê, Sîtê gundên Elîka ne. Mezinê Elîka Mala Hecî Hiseynkê û Mala Sekvên in.

Bûtika:[biguherîne]

Mezinên wan mala Hesê Berekêt in. Gundên Batêlê, Serêkanî, Memolan, Evdika û Eleqemş dikevinê.

Şemika:[biguherîne]

Bacin, Nihil, Dalîn, Kerşaf, Barbûnis û beşek ji navenda Midyadê. Mezinên wan Mala Mehmed (Nûriyê Ezîz) û Mala Nehroz (Xelefê Nehroz) in.

Herêma Mehelmiya:[biguherîne]

Xelîlbegî û Îsabegî: Evşê (ya du tax), Kindêrîb, Kefir Hewar, Şorizbeh, Mesken, Heldeh, Kefirellab, Sa`rê, Dêrizbîna, Rîş. Îsa û Xelîl jî weke mala Osmên malmîratên hevin, birayê hev in lê ji hev cuda bûne û bûne du beş.

Konfederasyona Hevêrkan û toleransa ol û nijadê[biguherîne]

Li Tora Hevêrka, mezinatiya eşîrê ne li gorî ol yan jî nijadê ye. Weke xuya dike, hejmarek ji axayên Hevêrka Suryanî ne. Tolerans û hevaltîya di nav nijad û olên cûda de ko li Torê hene, li hemû Kurdistanê mînakeke balkêşe.

Dîse balkêşe; dema serê Haco II li Çiyayê Mava tê jêkirin, pê re Qasimê Taqî ko Êzîdî ye û dema Elîkê Batê jî li Midihê tê kuştin, bi wî re jî Bino yê Qelêç î Midyadî ko Suryaniye tê kuştin. Li Hevêrka hemû kes li her deverê bi hev re ne. Ji xwe hemû kesî nav û dengê mêrxasê Hevêrkî, Şemûnê Henê Heydo bihîstiye.

Wekî din gelek êl û izbetên biçûk wekî Bûta yê Kevnasî (mezinên wan Mala Şemûnê Evdella), Elîreşana yê Dênwanî (mezinên wan Mala Elîkê Silo û Mala Safê), Bacola (mezinê wan Gundorê Ferho), Salîka (Taqa û Xerabya, mezinên wan Ristoka û Etoka -Mala Pûrtî), Kelikî yê Kîwexî (mezinê wan Mala Hiseynê Hesenîk), Peleşû, Mişawil, Girefş, Pîrelîka, Xastu yê Bahminminî, Dasika (Bazar, Mezrê, Qolika, Sêrwan, Kemîna, Kwînar, Fisqîn, Şûşanî, Mitwên, Şemaxî û Zîrik- mezinên wan Mala Şemdînê Çolî), Mihoka (Geliyê Sohra, Berhok, Mezrê, Bîrguriya, Xerab Şemdîna) û Şifqetayê kurdên Êzîdî hene ko rasterast girêdayî mala Osmên û Mizîzexê bûn.

Hevêrkî û Dekşûrî[biguherîne]

Di bêhtirê gundên Torê de niha beşek ji Hevêrkan ji xwe re dibêjin Dekşûrî. Lê di rastiyê de ne wilo ye. Di herêma Hevêrka de Dekşûrî nînin, lê hevalbendên Dekşûriyan hene, ku bi Çelebî re gihane Dekşûriyan. Dema ko Çelebî hevaltî da serokê Dekşûriyan Mala Hesen Şemdînê Kercosî, beşek ji Hevêrkian jî bi Çelebî re derbasî aliyê Dekşûriyan bûn.[1]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Ev agahî ji mizizex.com hatine girtin. Silîmê Betê agahdarî dane û İhsan Betê jî nivîsîne. (Seeta te xwe$, belê gellek ji agahdariyên, kû we dane an ne rastin, an jî tevlîhevin. Vêce we bikariyane pirs ji hinek pîremêr û êxtiyarê Torê bikirane. beelê dîse malî ava, kû we zehmet dayi xwe.