Heval û Hêvî (rêzefîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heval û Hêvî
Cure Sêrpêhatî , Drama, Honaka zanistî , Romans
Senarîst Akira Nakano

Satoshi Kurumi  Sōji Yoshikawa

Derhêner Hayao Miyazaki
Welat  Japon
Ziman Kurdî
Hejmara sezonan 2 ( Sezoneke Heval û Hêvî û sezona berdewamî )
Hejmara beşan 26
Hilberîner Junzō Nakajima

Shigeo Endō

Edîtor Takeshi Seyama
Mawe 25 hûrdem
Şirket Nippon Animation , NHK
Bernameyên têkilîdar Future Boy Conan II: Taiga Adventure

Heval û Hêvî [1] (bi japonî: 未来少年コナン, Mirai Shonen Conan, bi wateya "Lawê paşerojê Conan") rêzefîlmekî anîme ye ku di sala 1978an de ji aliyê şirketa Nippon Animation ve hatiye hilberandin. Sernavê ingîlizî ku ji aliyê hilberînerê JaponConan, the Boy in Future ye. Ema bi îngilzî ew li ser sernave Future Boy Conan tê nasîn.

Ev rêzefîlm bi Kurdî li ser sernavê "Heval û Hêvî" hatiye dûblajkirin. Rêzefîlm adaptasyona romana The Incredible Tide ku ji hêla Alexander Key ve hatiye nivîsandin.[2]

Di sala 1984an de di pey rêzefîlm de fîlmekî sînemayê li ser sernavê Mirai Shōnen Conan Tokubetsu-hen: Kyodaiki Gigant no Fukkatsu (未来少年コナン 特別編 巨大機ギガントの復活), hatibû hilberandin.

Naverok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşçîrok di sala 2008an de destpê dike wexta mirovahî nêzîke qirbûnê ye. Di nav netewan de şereke wêranker hebû ku çekên ultramagnetizî bi kar anî bûn û ku ji kakilka req a erdê de ziyan kirine û sirniya erdê xar bûye û wisa her heft parzemîn parçebûyî û li binê asta deryaya têwer bûn. Komeke mirov dixwastin li gerdûnê de birevin ema ew plan bi ser neket û roketên wan dîsa li ser erdê de ketin.Tek hinek ji wan mirovan ne qir dibûn û di pey gêrbûnê ewna giraveke biçûk dîtin ku he ne xirabî bû . Ew koma mirov girav dixistin wargeha xwe ya biçûk . Piştî 9 sal de di nav wan mirovên jînde de laweke bi navê Heval zayîn bû. Zayina wê gede ji bo mirovan heviyeke nû bû. Piştî 11 sal re her mirov mirine tek Heval û dapîrê xwe hê dijîn .Bi rojekî di sala 2028an de Heval ji peravê de keçeke bêhiş dibîne. Navê wê keç Hêvî ye. Ji nû ve Heval û Hêvî serpêhatiyeke mezin bi çavên xwe dibînin.

Kesên rêzefîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Heval (Konan, コナン) navê serlehengê rêzefîlm e. Ew 11 salî ye û ji aliyê dapîrê xwe ve li ser girava Nokosarejima hatibû hêvotin. Ew gelek hêz e û bi Hêvî ve afînîteyeke dûrhiştdar he.
  • Hêvî (Rana, ラナ) kesê yekem e ku ji derveya giravê tê û herwiha Hêvî keça yekem e ku Heval dibîne. Hêvî neviya Doktor Lao ye. Lepka dixwaze Hêvî bikarîne ji bo Lao ferz bike û ji wê sira wizeya tavê bistîne. Hêzên dûrhişdar yê Hêvî hene û ew dikarê bi qaqlîbaz Tikki komunîkasyon bike û dûrî de ew dikare hebûna dapîre xwe pêhesîn ke. Ew ji High Harbour tê.
  • Dapîr (Ojī, おじい) pêwendiya kesûkariya wê bi Heval ne zelal e. Çinkî bi gotina wê dayika Heval di pey zayîna wê mirî bû û hemû cîvak Heval bi hev re hêvotin kirin.
  • Monsley, Fermandara ciwan ê Artêşa Industria'yê, duyemîn kesê ku ne ji giravê ye ku Heval dibîne. Ew şîretên Lepka dişopîne û, wekî balafirvana balafirên Falco, alîkariya desteserkirina Lana elqebûl dike, û piştre jî dorpêçkirina ser Harbor-ê Hişmend pêk tîne. Di dawiya dawiyê de, lêbelê, ew dijberî Lepka-ê dike û hemî hevalbendiya xwe bi Heval re dike.
  • Qijo Kurikek çûk ku li girava yekem ku Heval digihêje tenê dimîne. Qijo bi kurtî piştî hevokek bi Heval re bibe hevalek yekem û dilsoz û dibe alîkar ku Heval Heviyê rizgar bike. Qijo nêçîrvanek hosteyî ye û bi gelemperî zikê wî birçî tê rêve kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Waar Kovely (29 adar 2016), Zincîra kartonî Heval u Hêvî 01 ZIMANÊ KURDÎ, roja gihiştinê 19 hezîran 2018
  2. ^ "Mirai Shōnen Conan – Wikipedia". de.m.wikipedia.org (bi almanî). Roja gihiştinê 19 hezîran 2018.