Hevalbendên Şerê cîhanî yê yekem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rengê kesk Bloka Hevalbendiyê nîşan dide

Hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekem anko Hevalbendên Sêgoşe yên serekî Împeratoriya Brîtanyayê, Fransa, Împeratoriya Rûsyayê, Îtalya û Amerîka bûn. Rûsya, Brûtanya û Fransa li sala 1914'ê li goreyê Lihevhatina Sêmilî dakevtin nav şerî. Piştre gelek welatên dî jî dakevtin nav şerî.

Dibê nehêt jibîrkirin ko serkomarê Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê, Wûdro Wîlsonî, nedipejirand ko welatê wî wekî hevalbendekî dakevtiye nav Şerê Cîhanî yê Yekê. Wî digot ko Almanyayê rêz li bêalîbûna Emrîkayê negirtiye û êrîşî ser gemiyên bazirganî yên Emrîkayê kiriye, lewma Emrîka dijberî Elmanyayê şer dikit. Emrîkayê heta dûmahîhatina şerî jî li ser vê helwêsta xwe tekez dikir.