Hevpeymane Medinê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Hevpeymana Medînê ji aliyê Hz. Mihemed ve di nava salên 622 û 623´an de hatîya çêkirin a. Hevpeymane Medînê weke "şûraya Medînê" jî tê bi navkirin. Di wê demê de di destpêkê de hevpyemanê bi wê dawî li şer û pirsgirêkên di nava aşîrên Hws û hazreç´ê têne. Armanca hevpeymane Medînê ew bû ku Cihû jî, Mesihî jî û komên din ên cuda ên bawerî jî di nav de di bin sêwane ´ummetê´ de bigihêne hevdû bû. Bi hevpeymane Medînê Mafê komên civatî ên ji hev cuda û bawerîyên din jî ên ku hena, hatîya misogerkirin di nava cihane îslamê û ummetê de. Piştre ku Îslemiyet pêşket û serdest bû, bi hinek xalên ku hatina lê zêdekirin re têkiliya nava misilmanan û ne misilmanan wê bi hevdû re çawa bê, bi wê hatîya dayîn kifşkirin. Hevpeymana Medînê, di çerçoveya ummetîyê de hebûna civakan bi çandî û sîyesî nas dike û diparêzê. Her wisa mafên xwe jîyandin û domandinê a bawerîyên cuda jî nas dike. Bi vê rengê, Hevpeymane Medînê weke "destûra bingihîn" a islamê û pergale wê ya ummetê jî hatîya bi navkirin.