Heybera Golgî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev endamok bi navên wekî Heybera Golgî, dezgeha Golgî an jî Golgî tê navkirin.

Heybera Golgî di sala 1897an de ji aliyê zanyarên Îtalî Camillo Golgi ve hate vedîtin. Endamoka Golgî ji loda kîsên pehnikî (sîsterna) pêk tê. Di nav sîtoplazmaya xaneyên eukaryotiyan (xaneya navikrasteqîn) de ne yek, lê bi dehan lod ên Golgî hene. Kîsikên ji Retîkûlûma endoplazmî(RE) diqetin, bi kîsên pehnikî yên heybera Golgî ve dizeliqin. Ev bêşa Golgî ku kîsikên ji RE digire nav xwe, wekî rûxara (rûyê) cîs (Golgî ya cîs) tê bi nav kirin. Ji beşek heybera Golgî jî hin kîsan, kîsikên hûrik bûtik didin. Ev beşa Golgî wekî rûxara trans (Golgî ya trans) nav dibe. Golgî navenda çêkirina karbohîdradan e. Di nav xaneyê de veguhastina çewrî(lîpîd), karbohîdrad û proteîn karê retîkûlûma endoplazmî û Golgî ye. Di nav kîsên pehnikî (sîsterne) de hin enzîm hene bi alîkariya van enzîman guherandin(modîfî) û nûrexistinkirina molekulên wek çewrî, karbohîdrat û proteînan pêk tê. Di nav xaneyê de corbicor makromolekul çêdibin, evan molekulan di nav heybera Golgî de tên embarkirin. Golgî molekulên komkomî bûyî berhêlî dike ko, biçin cihê pêdivî pê van heye. Lîzozom jî ji heybera Golgî çêdibe. Bûtikên ji Golgî diqetin an dibin lîzozom an jî xwe bi parzûna xaneyê ve dizeliqinin û şileya hundirê xwe bi egzosîtozê davêjên derveyî xaneyê. Dîwarê xaneyên riwekan ji aliyê Golgî ve tê çêkirin. Her wisa ,Golgî û retîkûlûma endoplazmî bi hev re, veherandin û çêkirina parzûnên endamok û xaneyê pêk tînin. Hejmara Golgî di xaneyên derdanî de hê pirtir e.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]