Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin
Ankara Hükûmeti
Büyük Millet Meclisi Hükûmeti
Ala
Sirûd: 
Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin li ser nexşeyê
Treaty of Sèvres 1920.svg
Cih Treaty of Sèvres 1920.svg
PaytextEnqere
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Dîn Îslam
Rêber
 •  Serokkomar Mustafa Kemal Atatürk
 •  Serokwezîr
1920 - 1921
Fevzi Çakmak
 •  1921 - 1922 Rauf Orbay
 •  1922 - 1923 Fethi Okyar
Avakirin
 •  Dema avakirinê 23 nîsan 1920 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 29 çiriya pêşîn 1923 
Rûerd
 •  Giştî 1920: texmîn, 250,000 km2
 •  Rûerd
Dirav
  • lîreya osmanî
  • Hikûmeta Meclisa Neteweyî ya Mezin (bi tirkî: Büyük Millet Meclisi Hükûmeti), bi xwe wek Dewleta Tirkiyê[1] (Türkiye Devleti) an Tirkiye[2] (Türkiye), bi gelemperî wekî Hikûmeta Enqerê (Ankara Hükûmeti), an jî bi awayekî kevnar Hikûmeta Angorayê,[3][4] dewletekî û şoreşgerî a tirk bû ku li Enqereyê (wê demê wek Angora dihat zanîn) di demê Şerê Serxwebûnê yê Tirkiyê (1919 - 1923) û di salên dawî yên Împeratoriya Osmanî de. Ew ji aliyê Tevgera Milî ya Tirk ve dihat birêvebirin, berevajî Hikûmeta Konstantînopolê ya hilweşiyayî, ku ji aliyê Siltanê Osmanî ve dihat birêvebirin.

    Di dema şerê bi navê Şerê Serxwebûnê de, Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin fermandariya artêşê kir ku bi navê Kuva-yi Milliye ("Hêzên Neteweyî") tê zanîn.[5]

    Piştî şer û serkevtina li dijî Hikûmeta Konstantînopolê ya keyîtî, Hikûmeta komar ya Enqerê di sala 1923an de bidawîbûna Împeratoriya Osmanî û avakirina Komara Tirkiyê ji axa Anatolyayê û axa beşa Bakurê Kurdistanê ragihand.[6] Meclisa Mezin îro parlamena Tirkiyeyê ye.

    Paşbingeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

     Gotara bingehîn: Şerê Rizgariya Tirkiyeyê

    Di dema ku Hikûmeta Enqereyê hat îlankirin, li Konstantînopolîs ku ji aliyê Hevalbendan ve hatibû dagirkirin (niha Stembol), hikûmeteke din a tirk hebû, bi navê Hikûmeta Osmanî ya împeratorî, ku pir caran bi navê " Hikûmeta Konstantînopolê " (li hember Hikûmeta Enqere ya neteweperest) tê zanîn. Piştî ku Meclîsa Mezin a Neteweyî di 23’ê Nîsana 1920an hat damezrandin, bêyî ku di destpêkê de meşrûiyeta Siltanê osmanî red bike, parlamenqa nû ya Enqereyê di nava Meclîsê de hikûmeta xwe ava kir. Ji wezîran re li şûna "Nazir" ya kevneşopî "Vekil" (Kiryar) dihat gotin, ji bo ku li gorî xwezaya demkî ya hikûmetê bin.

    Nexşeya Anatolyayê di sala 1921an

    Di 29ê cotmehê de Komara Tirkiyeyê ji aliyê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê ve hat avakirin.

    Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    1. ^ "Birth of the Turkish Republic". nzhistory.govt.nz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 gulan 2023.
    2. ^ "Treaty of Sevres | Definition, Terms, Significance, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 gulan 2023.
    3. ^ Zekeria, M. (1922). "THE TURKISH GOVERNMENT AT ANGORA". Current History (1916-1940). 16 (1): 73–75. ISSN 2641-080X.
    4. ^ "Turkish Angora Gouverment and the rise of turkish nationalism and a war against the Sultan of the Bospurus". online.ucpress.edu. Roja gihiştinê 4 gulan 2023.
    5. ^ "Mustafa Kemal ve Kuva-yi milliye".
    6. ^ "Brief about Anatolia (1920 - 1923). Declaration of the Turkish Republic 1923". istanbultarihi.ist. Roja gihiştinê 4 gulan 2023.