Hîp-hopa kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hip-Hopa kurdî hat beralîkirin)

Hîp-hopa kurdî beşeke nûjen a muzîka kurdî ye û bandora xwe ji muzîk û binçandeya hîp-hopê girtiye.

Pêkhatina hîp-hopa kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî çend şîroveyan beşa rapê ya muzîka hîp-hopê hinkî dişibe kevneşopiya dengbêjiya kurdan. Yek ji stranên kurdî ku mirov dikare bibêje wek rap hatiye xwendin strana Şivan Perwer a bi navê Kîne em? e.[çavkanî hewce ye] Gotinên vê stranê ji helbesta Cêgerxwîn pêk tên - û ji xeynî dîsgotinê (naqarat) - weke straneke rapê hatiye xwendin. Lê hîp-hop wek beşeke muzîkê di 21emîn sedsalê de hate damezirandin û lewra hê beşeke pir teze ya muzîka kurdî ye.

Hîp-hop bi weşandina albûma Serhado ya di sala 2007an de wek beşeke kete nava muzîka kurdî[1] . Wer xuya dike ku hîp-hop di hunera kurdî de êdî cihe xwe yê metîn dîtiye, û ji ber vê yekê serhildaneke dijwar pêk tîne, mîna ku tola xwe ji zext u zoredariyên li ser çand u hunera kurdî hilbide.[2] Qey lewra ye ku di sedsala 21em de çend komên nû yên Hip-Hopê hatin damezirandin û albûmên wan hatin belawkirin. Meriv kare bibêje ku yekemîn rapperê kurd ê ku nav û dengê xwe ji gelê kurd re da nasîn Serhado ye. Bi stîla xwe ya rapê hunera kurdî hejand û bi awayeke bêhempa ciwanên kurd di bin tesîra xwe de hişt.

Serhado bi vî awayî bû mînakek ji bo gelek ciwanên kurd ên ku xwe bi muzîka hîp-hopê mijûl dikin û moraleke mezin da wan. Lewra kom û rapperên din derketin holê, mîna Dezz Deniz - ya ku weke yekemîn jina kurd a hîp-hopê tê qebûlkirin û koma Tolhildan, yekemîn koma hîp-hopa binerd (underground). Bi albûma Rêzan Cemal stîlên House û R&B jî ketin nava hîp-hopa kurdî.[çavkanî hewce ye] Dengvedana hîp-hopê zehf xurt bû - hê jî potansiyela wê mezin e û bala li ser hîp-hopa kurdî jî her ku diçe meztir dibe. Wek li hemû cîhanê, hîp-hop ji bo ciwanên kurd bû muzîka şoreşê û hunermendên ciwan bi rêya muzîka xwe êş û birîn, daxwaz û hêviyên ciwanên kurd tînin ziman.

Çend kom û stranbêjên hîp-hopa kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi zaravayê kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi zaravayê soranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]