Hisamedînê Bedlîsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hisamedînê Edlîsî hat beralîkirin)

Hisamedînê Bedlîsî zanayekê navdarê kurd û bavê Îdrîsê Bedlîsî bû. Li ser jiyana wî gelek tişt nahên zanîn. Lê ji pirtûkên ko wî nivîsîne dihêt zanîn ko zanayekê pirrxwenda bûye û şehrezayê zanistên serdema xwe bûye. Tefsîr anko şiroveyeka Quranê bi navê wî heye ko li dora salên 900ê mişextî anko 1494-1495ê piştî zayînê hatiye nivîsîn. Ew tefsîr bi rastî nîşana zanabûna wî ye.

Ew di zimanên erebî, farisî û kurdî da desthil bûye.

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tiştekê zêde li ser jiyana wî nahêt zanîn, lê wesa dîyar e ko hema ji zû ve gehiştiye terîqeta nûrbexşiye ya sofiyan. Terîqeta nûrbexşiye bi xwe jî tayekê terîqeta kubrewiyeyê bû ko Necmedînê Kubra serkêşê wê ye. Wesa dihêt bawerkirin ko Hisamedînê Bedlîsî li destpêkê mirîdê Mehmedê Nûrbexş bûye û paşî bûye cêgirê wî. Hisamedîn li sala 900ê mişextî anko 1494-1495ê piştî zayînê miriye û li bajarê Bedlîsê hatiye veşartin[1].

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi zimanê farisî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1. Şerha Gulşena Razan ya Mehmûd Şebisterî (bi farisî: Şerhê Golşenê Raz, شرح گلشن راز شیخ محمود شبستری). Destnivîseka wê di Pirtûxaneya Antalyayê da parastî ye.
  • 2. Heft Rengên Dilan (bi farisî: Etwarê Sebeyê Qelb, اطوار سبعه ی قلب) ko niske anko kopîyeka wê di pirtûkxaneya Giştî ta Pirtûxaneya Giştî ya Bayezîdî li Stenbolê|Bayezîdî li Stembolê parastî ye.
  • 3. Peyv û Nivîsar (bi farisî: Kelîmat we Meqalat, کلمات و مقالات). Destnivîseka wê di Pirtûkxaneya Antalyayê da parastî ye.

Bi zimanê erebî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1. Koma Dahinartîyê û Teiwîlê, tefsîreka du-bergî ya Quranê ye (bi erebî: Camii el Tenzîl we el Teiwîl, جامع التنزیل و التاویل). Niske anko kopîyeka wê li Pirtûkxaneya Selîmiyeyê li bajarê Edirneyê parastî ye.
  • 2. Şerha Zaravên Sofîtîyê (bi erebî:Şerh el Istilahat el Sofîye, شرح الاصطاحات الصوفیة) ko şiroveyeka pirtûkeka Ebdurezaqê Kaşanî ya her bi wî navî ye. Niskeyeka wê li Pirtûkxaneya Şaredarî ya bajarê Manîsayê parastî ye.

Jêder[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ensîklopedîyaya Îranîka (The Encyclopædia Iranica), dergehê "ḤOSĀM-AL-DIN ʿALI BEDLISI" (http://www.iranicaonline.org/articles/hosam-al-din-ali-bedlisi)