Here naverokê

Hogiran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hogiran (bi tirkî Yamaç e) gundekî girêdayî Bismile, 26 km durî Bismile û 85 km durî Amedê ye. 44 km durî Êlihê ye û 24 km jî durî Farqînê ye. Alî ye Rojhilata wî gundê Salika û Şerefîka dikeve. Li aliye Rojava Dîda û Gundê Cengiz dikeve. Li alî ye Bakuran wê Kurêşa heye. Li alî ye Başur jî Caddê dikeve. Çîyayê Farqînê li hemberî gundin. Ava gund ji şebekê Bazmarê tê. Di gund da 26 mal hene. Serjimara gund 160 e. Aborî ya xwe bi çandinî û ajaldarî derbas dikin. Erdê gund şeş hezar beracot e. Gund evê du malbata ye. Li gund dibistana serateyî heye û 26 xwendekare wê hene. Jibo dibistana navîn û dibistana amadehî ye jî bi servîsê diçîn navçeya Bismilê.